Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Rêjeya enflasyonê li Tirkiye û Bandora vê li ser Kurdistanê

Rêjeya enflasyonê li Tirkiye û Bandora vê li ser Kurdistanê

Tevî ku Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) ragihandibû ku rêjeya enflasyonê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane ji sedî 3,28 zêde bûye û bûye ji sedî 61,98, lê bi daxuyaniya Koma Lêkolîna Enflasyonê ya enflasyonê derketiye holê ku ev rêje ne rast e. Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlonê de aboriya Tirkiyeyê ji sedî 5,9 mezin bû. Ev hejmarên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK)  ne rast in. Ji ber ku li welatekî ku rojane nirxê pere winda dike û pir caran enflasyon çêdibe, mezinbûna aborî ya wiha ne mimkûn e. Digel ku Swîsre ku yek ji welatên herî dewlemend ê cîhanê ye, îsal di sala 2023an de mezinbûna aboriyê 1,3 pêşbîn dike, qet nayê bawer kirin ku Tirkiye mezinbûna 5,6 bi dest bixe.

Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) ragihand ku di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 5,58 bû û enflasyona salane gihîştiye ji sedî 129,27 û Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî kaosa aborî ya Tirkiyeyê bi rêjeya rasterast nîşan nedaye û piyaseyê xapandiye.

Ji ber ku bi berdewamiya bilindbûna pereyên biyanî û zêr di bazarê de, em digihin encamekê ku her du sazî rêjeya rastî ya enflasyonê eşkere nakin. Li gorî aboriya bazarê li Tirkiyeyê rêjeya enflasyonê ji sedî 150 derbas dibe.

Dîsa li gorî amaran di meha Mijdara 2023’an de ji sedî 10,99 nirxê ceyran, gaz û berhemên germkirinê zêde bû. Li gorî îstatîstîkên ENAG'ê, eşyayên malê ji sedî 9,18 zêde bû.

Bi taybet esnafên biçûk ji ber bihabûna erzaqên bingehîn her roj zêde dibin zehmetiyên mezin ên aborî dijîn. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê gelek esnaf ji ber van buhabûn, bacên dewletê û kirêya zêde ya dikanan her roj bi sedan dikanan digirin. Yên ku vekirî ne ji bo jiyanê xwe têkoşin ku ser piyan bimînin.

Giraniya sebze û fêkiyan ji sedî 25-30 dest pê dike, ji ber ku buhabûna sebze û fêkiyan digihê ji sedî 91 û 78an.

Aboriya Tirkiyeyê wê biçe rêya aboriya Arjantînê, bibe sedem ku dewlet îflas bike. Di Gulana îsal de li Arjantînê 1 dolar bi 235 peso bû. Lê belê hem rêjeya enflasyonê û hem jî rêjeya danûstendinê dikare her kêliyê biguhere, mîna li Tirkiyeyê. Bihayên mezin û enflasyona bilind bûye sedem ku li Arjantînê bazareke biyanî ya paralel derkeve holê, ku li wir pezo û dolar bi qaçaxî têne guheztin. Dolarên Tirk li piyaseya reş nayên firotin, lê li piyaseyê bi dolaran danûstandin tên kirin.

Li Arjantînê rêjeya enflasyonê di sala 2023an de ji sedî 100 derbas bû, li gor daneyên IMFyê. Li Tirkiyeyê sedî 50 î didin nîşan, le ev ne rast e. Tirkiye enflasyon ji sedî 150 e. Arjantîn li dinyayê di rêza 4emîn da ye ku rêjeya enflasyonê ya herî zêde heye, Tirkiye jî di rêza 7emîn da ye.

Rêjeya bêkariyê ya niha li Arjantînê ji sedî 7,6 e. Li Tirkiyeyê ev rêje ji sedî 11 e. Li gorî daneyên IMF'ê yên sala 2022'an, li Tirkiyeyê dahata neteweyî ya serê her kesî 10 hezar û 620 dolar bû. Li Arjantînê 13 hezar û 660 dolar bû. Li gorî enflasyona zêde, li Arjantînê dahata neteweyî ya serê her kesî ji Tirkiyeyê (3000 Dolar) zêdetir bû.

Têkiliyên aborî yên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê.

Ji sala 2002ê ve ku hevkariyên navbera Tirkiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêş ket, qebareya bazirganiya di navbera her du aliyan de %900 zêde bû, li gorî salên borî zêdebûneke berçav. Piraniya vê bazirganiyê ji Bakurê Kurdistanê dihat kirin. Ji hinardekirina neftê bigire heta tûrîzmê bigire heta madeyên xwarinê piştî ku Tirkiyeyê di sala 2017'an de di dema "Referandûma Serxwebûna Kurdistanê" de ambargo danîbû hinardekirin û hinardekirin kêm bûn.

Tirkiye welatek e ku hinardekirina wê ya girîng bo Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. Di sala 2022an de qebareya bazirganiya salane ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de nêzîkî 11 milyar dolar bû, ji sedî 75ê wê ji berhemên ku ji Tirkiyê bo navçeyên başûr û navenda Iraqê tên şandin pêk tê.

Bi kêmbûna hinardekirin û îthalatê re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek kargeh hatin girtin. Bi taybetî Bakura Kurdistanê jî sektora goşt û hêkên spî ji ber windabûna bazara Iraqê rastî pirsgirêkên mezin hatin. Zêdebûna bacên li ser hin berheman bandoreke girîng li bazara navxweyî kir. Ji sedî 65ê îxracata Amedê, ango Bakurê Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê ye. Em dibînin ku li gorî beriya 2017’an ji sedî 40 kêmbûnek heye, di encama dijminatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û hewldanên wê yên ji bo avakirina hegemonyayê li herêmê bi piştgiriya DAIŞ’ê û têkçûna têkiliyên bazirganî. Ji ber ku têkiliyên aborî li gor têkiliyên siyasî bilind dibin û dadikevin. Di rastiyê de Tirkiye di têkiliyên xwe yên bazirganiyê yên bi Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê re rast tevnagere û bi armanca îstismarkirina çavkaniyên binerd û rûerdê ye. Ez ê paşê bi berfirehî behsa vê mijarê nivîsekê xwe yên din re bikim.

Enflasyon li Tirkiyeyê û di encamê de bihabûna jiyanê bandoreke neyînî li ser Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dike. Li Bakurê Kurdistanê asta jiyanê û hêza kirînê ya gel kêm dibe. Xwarinên biha difiroşe Başûrê Kurdistanê, nefta erzan dikire, di sektora pîşesaziyê de avahiyên bihatir ava dike.

Nefta Herêma Kurdistanê jî bi rêya Bendera Ceyhanê tê firotin. Lê bi biryara dadgeha Parîsê ev salek e şandina petrola Kurdistanê bo Bendera Ceyhahê rawestiyaye. Di encamê de herêma Kurdistanê bi milyaran ziyan dît. Neguhastina petrolê encama siyaseteke bi zanebûn e. Ji ber ku ew dixwazin Herêma Kurdistanê zêdetir girêdayî dewleta navendî ya Iraqê be, serxwebûna aborî bi dest nexe û Dewleteke Serbixwe ya Kurdistanê ava neke.

09 Kanun 2023

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar