Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye

22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye

Dîroka Kurdistanê, yekemîn rojnameya kurdî, hê bêtir vedigere, 126 sal. “Rojnameya Kurdistanê” ku di 22ê Nîsana 1898an de li Misirê dest bi weşana xwe kir, piştî hefteyekê ji aliyê Sultanê Osmanî Ebdulhemîdê II (duyem) ve, bi biryarnameyekê hate qedexe kirin. Tevî qedexekirina Ebdulhemîd jî, “Rojnameya Kurdistanê” dest ji weşana xwe berneda. Lê di bin şert û mercên pir dijwar de weşana xwe domand.

126 sal di ser rojnameya yekem a “Rojnameya Kurdistanê” re derbas bûye, ku hejmara wê ya yekem bi kurdî di 22ê Nîsana 1898an de li bajarê Qahîre yê Misirê derketiye. Di derbarê geşedanên li ser vê mijarê de, ji bo Kurdan hîn bêhtir û hestiyartir li ser medya û weşana bi zimanê Kurdî wê berhemdartir be.

Wek min berê jî got, piştî ku Mîqad Mîdhet Bedirxan di 22'ê Nîsana 1898'an de yekemîn hejmara “Rojnameya Kurdistanê” derxist, (li Başûrê Kurdistanê) di 22'ê Nîsana 1973'an de "Roja Rojnamevanên Kurd" hat îlankirin.

Rojname bi Kurdî lê bi tîpên erebî hatiye weşandin. “Rojnameya Kurdistanê”  çar rûpelî di 4 salan de (hejmar 1ê 1898- hejmar 31ê 1902) 31 hejmar derket. Lê ji ber zextên dewleta Osmanî êdî li Qahîreyê nehat weşandin. Dema Mîqad Mîdhet Bedirxan di encama nexweşiyê de wefat kir, birayê wî Abdurrahman Bedirxan berpirsyariya Rojnameya Kurdistanê girt ser xwe.Abdurrahman Bedirxan di navbera salên 1868-1936an de jiyaye. Ew heta sala 1902an weşana “Rojnameya Kurdistanê” berdewam kir. Di sala 1936an de li Stenbolê wefat kir. 

Rojnameya Kurdistanê Piştê Qahîrê hejmara 1-5, li Cenevreyê hejmara 6-19, hejmar 20-23 li Londonê, hejmar 24-29 li Folkestone, hejmar 30-31 dîsa li Cenevreyê derketine. Mixabin piştî hejmara 31. jiyana weşana Rojnameya Kurdistanê bi dawî bû.

Di sala 1998an de “Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê” bi awayekî fermî hate damezrandin.

Tê îdiakirin ku fikra derxistina “Rojnameya Kurdistanê” li Mîqad Mîdhet Bedirxanji aliyê mamosteyê zarokên Bedirxan Begî, Hacî Kadir-î Koyî ve hatiye kirin. Ji ber ku di dîwana Hacî Kadîr-î Koyî, rojname û romanê de behsa girîngiya gelek helbestan dike ku sembolên nûjenbûnê ne. Ger em mînakekê bidin waha dibêje:

-Le dewrî ême roman û cerîde (Di serdema me de, bi roman û rojname)

-Eger çî Meqsed e zanînî baw e (Hemî zanistên ku têne armanc kirin têne belav kirin). Ew Waha ditîne ziman.

Faksîmîla “Rojnameya Kurdistanê” ku Kemal Fûad dîtibû, di sala 1972an de hatiye çapkirin û ji wê demê ve xwendevan û lêkolîner karîbûn bigihêjin zanyariyên destanî yên rojnameyê. Dr. Kemal Fûad yek ji rewşenbîrên Kurd bû ku li Rojavayê Ewrûpayê pêşengiya qada giştî ya Kurdî kir. Ji bilî karê xwe yê akademîk, di tevgera kurd de roleke girîng lîst. Yek ji siyasetmedarên kurd ên herî xwedî ezmûn bû. Di heyama zêdeyî 60 salan de ji bo berjewendiyên gelê Kurd dilsoz bû. Bi xemgînî Dr. Kemal Fûad, 2014 di 82 saliya xwe de li Berlînê Almanyayê  koça dawî kir.

Bi ser de jî, dema ku M. Emîn Bozarslan di sala 1991-ê de dîsa faksîmîl û transkrîpsîyona heman rojnameyê çap kir, Kurdistan xwînerek berfireh bi dest xist.

Ev rastiyek e ku siyaseta redaksiyona Kurdistanê, ku yekemîn “Rojnameya  Kurdî ye”, ji bo “hişyarkirina kurdan û teşwîqkirina axaftina kurdî” bû. Di hejmara yekem de hewl tê dayîn ku ev sîyaseta bi ayet û hedîsan bê piştgirî kirin. Armanca derxistina Rojnameya Kurdistanê gotina “di rêya Xwedê de qenciyê li Kurdan bikin” e.

Rojname bang li Kurdan dike: “Zarokên xwe bidin xwendin û bibin xwedî pîşe. Divê Misliman dînê xwe bixwînin û hîn bibin.”

Li vir her çendî giranî li ser olê (dînê) hatibe girtin jî, armanca sereke ew bû ku kurd ji xîlafeta Osmanî bêne veqetandin .

Naveroka yekemîn rojnameya kurdî rojnameyek bû ku her 15 rojan carekê derdiket û ji 4 rûpelan pêk dihat. Her rûpelek 2 stûn bû. Mîqad Mîdhet Bedirxanhemû naveroka rojnameyê Qahîrê amade dikir.

Weke ku di armanca xwe de jî hatiye tekezkirin, rojname weke bulteneke ragihandinê hatiye amadekirin û armanca wê jî hişyarkirina Kurdan e. Berhemên girîng ên di warê wêje (edebiyat) û dîroka kurdî de, wek “Mem û Zîn a Ehmedê Xanî” û “Şerefname ya Şerefxan-i Bedlisî”, heta wê demê wek "destnivîs » hatine parastin. “Rojnameya Kurdistanê” cara yekem ew bi beş çap kirin û radestî xwendevanan kir. Di vî warî de kedeke girîng da zimanê kurdî.

Naveroka din a girîng a “Rojnameya Kurdistanê” nameyên xwendevanan bûn. Ji xwendevanên kurd name digirt û di rojnameyê de nûçeyên girîng ên li ser Kurdistanê berhev dikrin paşê diweşandin. Ev name beşek girîng a rojnameyê pêk tînin. Em dikarin bibêjin ku rojnameyê van nameyan jî wek cure rêbaza berhevkirina nûçeyan bi kar aniye. Berê awayê berhevkirina nûçeyan ji bo rojnameyê ne zêde pêş ketibû. Loma jî nameyên xwendevanan pir girîng bûn. Xwendevanan nûçeyên girîng ên siyasî ser Kurdistanê, çîrok, lekolînê dîrokî, gotarên li ser jiyana gelên herêma xwe ji rojnameyê re dişandin.

Celadet Bedirxan û hevalên wê di kovarên Hawar û Ronahî de jî heman rêbaz bikar anîbûn. Ewan jî nameyên xwendekaran ji bo Kowara Hawar û Ronahî bikar dianîn.

Bandora ku bi weşana “Rojnameya Kurdistanê” çêkir, di nav kurdan de yekem car bi wateya nûjen hezkirina xwendinê û hişmendiya ziman çêkir. Xala ku ev tesbît li ser hatiye kirin ew e ku di nameyên ku ji xwendevanan hatine wergirtin de di derbarê rojnameyê de gotinên girîng hene, di vî warî de pesnê rojnameyê didin. Yanî xwendevanan pir pesnê Rojnameya Kurdistanê kirine.

Jiyana weşana “Rojnameya Kurdistanê” di sala 1902 yanî 122 sal berê bi dawî bûye. Lê bandora wê ji holê ranebû, berovajî wê ji bo rojname û kovarên kên ku piştre hatin weşandin, bû mînak û bingeh. Kovarên ku di salên 1900-1920-an de li Stenbolê ji aliyê rewşenbîrên kurd ve dihatin weşandin, "Rojnameya Kurdistan" ji xwe re mînak girtin.

Wek mînakpar li Qahîreyê komek rewşenbîrên Ereb 2022 an de, di 124 saliya damezrandina “Rojnameya Kurdistanê” de dest bi weşandina kovareke nû bi navê “Kurdistan” kirin.

Tevî ku Misir di sala 1898an de bi awayekî fermî beşek ji Împaratoriya Osmanî bû, lê dema ku “Rojnameya Kurdistan derdiket, Xedîv (Wezîrên mezin) ku nêzî sedsalekê hema bêje bi temamî serbixwe bûn, hat birêvebirin. Xedîv wê demê Abbasê Hilmî Paşayê II, neviyê Kavalalî Mehmed Alî Paşa bû, ku ev otonomiya defakto da Misrê. Ebbas Hilmî Paşa II. (Duyem) Xedîvê Misrê yê dawî bû. (Ebbasê Duyem 14'ê tîrmehê 1874, Îskenderiye - 19'ê berfanbarê 1944, Cenevre çûye ser dilovanîya xwe)

Di sala 1893an de bi fermana Împaratoriya Osmanî wek Xedîvê Misrê hat tayînkirin. Piştî ketina împaratoriya Osmanî nav Şerê Cîhanê yê Yekem, Ebbasê Duyem daxuyan da ku Brîtanya ew wekî Xedîv nas nake. Bi îmzakirina Peymana Lozanê re xedîtiya wî bi awayekî fermî qediya.

Ji ber Otonomiya li Misrê, ji ber derfetên Misrê yên wê demê, an jî ji ber sirgûnê gelek rewşenbîrên Kurd neçar man li wir yanî Mirirê bijîn.

Digel hewildanên nûjenkirinê yên Mehmed Elî Paşa û peyrewên wî, di dema derketina “Rojnameya Kurdistanê” de li Misrê toreke belavkirinê ya bi bandor tunebû. Li gor gotarên wan rojan û agahiyên ku di rojnameyê de h atine dayîn, “ji her hejmarê 2000 nusxeyên “Rojnameya Kurdistanê” hatine şandin”.

Her çend hin lêkolîneran gumanên xwe li ser vê mîqdarê anîne ziman, lê dixuye ku şandina van hejmaran bi behrê gengaz e. Di Împaratoriya Osmanî de navê herêma ku heta sala 1867’an jê re Kurdistan dihate gotin, piştî ku serweriya mîrên Kurdan bi dawî bû û wîlayeta ku bi navê Amed hat avakirin,  weke herêmeke îdarî hatibû diyarkirin. Di navbera bajarên cuda yên Kurdistan û Misrê de, nerasterast be jî, veguhestina deryayî hebû. Weke mînak belavkirina rojnameyê bi rêya bajarê Misirê Îskenderîye û Bajarê Kurdistanê Îskenderûnê dihat organîzekirin. “Rojnameya Kurdistanê” bi vî awayî ket destê xwendevanên kurd.

Li ser bergê pêşîn ê hejmara yekê ku “Rojnameya Kurdistanê” hatiye nivîsandin: “Di pazde rojan de carekê têt nivîsandin, cerîdeya (rojname) kurdî ye; xwedî û nivîskarê rojnameyê Paşazade Mîqad Mîdhet Bedirxan e.”Yekem Herweha xwedîyê rojnameyê li ser bergê pêşîn bi nivîskî dibêje: “Ez dê her car du hezar cerîdeyan (Rojnameyan) bê pere rêkim Kurdistanê.” Duyem Ji bo adres û ciyê çapkirina rojnameya Kurdistanê, weha hatîye nivîsandin: “Li Misrê, Metbeet El Hîlal” Yani Matbaa El Hîlalê tête çapkırın). Sêyem (3) Li ser bergê pêşîn bedêlê abonetîya salane jî hatîye dîyarkirin û dibêje: “Ji bo her cîyê li dervayê Kurdistanê bedêlê abonetîya salane 80 quriş e, ku taybet ji bo nava Kurdistanê bête xwestin, bedewa (bêpere) tête rêkirin (şandin).”

Li gorî agahiyên ku di “Rojnameya Kurdistanê” de hatine dayîn, heqê abonetiya Rojnameyê ya yek salê 80 Kuruşê e. Her wiha rojnameyên ku ji Kurdistanê re tên şandin jî bêpere ne. Rojnameya ku, hema bêje bêpere tê weşandin û belavkirin, ji aliyê aborî ve dê çawa li ber xwe bide, diyar e. Ango pir zehmet e ku ev rojname dirêj bijî!

Hefteyek piştî ku hejmara yekem a “Rojnameya Kurdistanê” di 22ê Nîsana 1898an de li Misrê derket, di 30ê Nîsana 1898an de biryara qedexekirinê ya Siltan Ebdulhemîdê Duyem (II) ji hemû parêzgehên sînorê Osmaniyan re hat şandin. Yanî ji bo ku Rojnameya Kurdistanê nekeve destê kurdan, Ebdulhemîd ew rojname li hemû herêmên di bin dagirkeriya Osmaniyan de qedexe kir.

Ji ber ku wê rojnamê di nava gelê Kurd de hişmendiya netewî pêş bixista. Dewleta Osmanî ji bo pêşî li vê yekê bigire serî li tedbîrên qedexekirinê da. Ji ber vê yekê rojnameya neteweyî ji hejmara xwe ya şeşan (6an) li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest bi weşana xwe kir.

Ev qedexe weke “îspata bêtehemmuliya dewleta Osmanî ya li hember zimanê Kurdî” hatiye nîşandan. Dema ku bahsa kurdî tê kirin, nivîskarên din hewl didin ku ji xezeba sultan birevin, lê di vî karî de zêde bi ser neketin. Wek mînak, Yusuf Ziyaedîn Paşa ferhenga kurdî-erebî ya ku amade kiriye bi navê "El-Hediyetul Hamidiye Fil Lugatil Kurdiye" Yanî, “Ferhenga kurdî diyarî Sultan Hemîd” kiriye. Hewl da ku razîbûna Ebdulhemîd bistîne. Lê sultan ev kar jî qedexe kir.

Ji aliyê hin dîroknas an lêkolîneran ve tê gotin ku “di serdema Osmaniyan de hemû gel û kêmnetewe wek ku dixwestin zimanê xwe bikar bînin”. Tu eleqeya van gotinan bi rastiyê re nîne. Osmanî ji kurdî bêzar bûne. Sedema vê yekê: yekem, Osmaniyan dixwest ku kurdî, zimanê kevnar ê Mezopotamyayê tune bikin. Ya duyem, bi hezaran peyvên Kurdî ku wan zimanê Tirkî de hebû, ji kurdî dizî bûn, piştê qedexe kirinê, divê îspat bikin ku ew peyvên tirkî ne.

“Rojnameya Kurdistanê” bi weşana xwe ya bi kurdî kedeke mezin da pêşketina zimanê kurdî û rê li ber kurdan vekir ku doza zimanê xwe bikin. Nivîsên wî û mijarên ku di rojnameyê de cih girtibûn gelek hêja bûn. Lê ya bi qîmettir ew e ku fikra weşana bi kurdî bi xwe di avakirina çapemeniya kurdî de "şoreşeke çandî" bû.

Kurd piştî derketina “Rojnameya Kurdistanê” 126 sal in bi Kurdî rojnamegeriyê dikin û tevî zextên aborî û siyasî jî karê xwe yê rojnamegeriyê didomînin. Piştî sala 2010’an li Bakura Kurdistanê gelek kanalên televîzyonê hatin avakirin. Di van kanalan de nîqaş û bernameyên bi kurdî dest pê kirin. Di kurdî de muzîk heye û kanalên zarokan jî zêde bûne. Lê belê bi pêkanîna Rewşa Awarte (OHAL) dewleta Tirk a kolonyalîst van destkeftiyan yek bi yek ji holê radike. Gelek sazî hatin girtin, milkên wan hatin desteserkirin; rojnameger hatin girtin, kuştin û bêkar man. 126 sal piştî “Rojnameya Kurdistanê,” li Bakurê Kurdistanê û tevî Kurdistanê di warê ragihandin û rojnamegeriya kurdî de ev armanc bû. Tevî van hemû neyînîyan jî Kurdan di warê weşan û rojnamegeriyê de xebatên girîng hilberandin û dikin.

Gotarên ku di sala 1898an de di rojnameya Kurdistan de hatine weşandin, wek yekemîn nivîsên zimanê kurdî yên li sirgûnê tên dîtin. Ev rojnama ku li Qahîreyê, yanî li sirgûnê derdiket, ji ber zextên dewleta Osmanî neçar ma ku li welatên Ewropayê yên wekî Fransa, Swîsre û Îngilîstanê derkeve. Roja derketina wê, 22ê Nîsanê, her sal wek “Roja Rojnamevanên Kurd” tê pîrozkirin.

Îlankirina Meşrutiyeta Duyemîn û encamên wê bandorek girîng li ser xebatên weşangerî, ronakbîrî û siyasî yên kurdên Stenbolê kir. Piştî ragihandina Destûra Bingehîn ji bo çapkirina rojname û kovarên curbecur ji aliyê rewşenbîrên kurd ve gelek daxwaz ji çapemeniya navxweyî hatin kirin, lê hemû daxwaz nehatin qebûlkirin. Lê hinek ji wan karîbûn destûra weşana rojname û kovaran bistînin.

Yekemîn ronakbîrîya Kurd bi Komeleyên Kurd ên ku di salên 1900î de ji alîyê rûspî û rewşenbîrên Kurd ên li Stenbolê hatine damezrandin, bi referansên ji kevneşopî, perwerdehî û berxwedaniya dîrokî dest pê dike. Di vê heyamê de kovar û weşanên cihêreng û tevgerên serxwebûnê yên neteweperest hatin afirandin û damezrandin, û kovar û rojname hatin weşandin. Ev destpêk di bingeh de di huner, /wêje û kevneşopiya neteweyî ya kurd de girîng e. Kovarên Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Jîn di vê serdemê de dest bi weşanê kirin. Kovara Jîn yek ji wan a herî girîng e. Kovara Jîn ku di 7ê.Mijdara.1918 de dest bi weşanê kir, di 25 hejmaran de hate weşandin. Ew organa nîv-fermî ya Komela Pêşketina Kurdistanê (Civata Tealî ya Kurd) bi rêveberiya Xelîl Xeyali, Memduh Selim Begê Wanê û Hemze Begê Miksî bû.

Komela Pêşketina Kurdistanê (Kürdistan Teali Cemiyeti); ji destpêka avakirina xwe ve (sala 1918) li ser vî bingehî karê xwe dimeşand û kesên Komele Pêşketina Kurdistanê damezirandîn û Kovarên Kurdî re dinivîsandin ev bûn: Xelîl Xeyalî, Hemze Begê Miksî, Seîdê jî Kurdî. Seyyîd Abdulkadîr, Hüseyin Şûkrü, Dr. Mehmed Sekban, Muhhittin Namî Beg, Babazade Hikmet Beg, Kamûran Alî Bedirxan, Necmettîn Hüseyîn, Raşîd Axa,Mehmed Şerîf Arvasî. Komeleyê bandora xwe li kovara “Jîn” jî kiribû. Lewra nivîsar û helbestên di kovarê de derketîn bi awayekî eşkere û berbiçav vê didin diyarkirin.

Yekem kovara kurdî ji aliyê din ve Rojî Kurd bû ku di 6ê Xezîrana 1913an de bi alfabeya erebî derket.

Dîsa Kovara Hawarê ku di 15ê Gulana 1932an de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedîrxan û hevalên wî ve (di heman demê de neviyê Mîr Bedirxan e) dest bi weşanê kir, yekemîn kovara kurdî bû ku tîpên latînî bikar anîbû.

Salvegera damezrandina Kovara Hawarê, 15ê Gulanê, her sal wek “Roja Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Ji ber ku salvegerên di navbera weşana Rojnameya Kurdistanê û derketina kovara Hawarê de di meha Nîsanê û Gulanê de ne, ew nêzîkî hev in.

Kesayetiyên wek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hunermend, helbestvan ên kurd, 126 sal di ser derketina “Rojnameya Kurdistanê” re derbas bûne, hêj hejmareke hindik Kurd bi kurdî dinivîsin, diaxivin û dixwînin. Bi dîtina gel, di encama asîmîlasyon, zordarî û qedexeyên kolonyalîstan de zimanê xwe ji bîr kirin. Gelê Kurd ji perwerdeya bi zimanê xwe bêpar ma. Gelê Kurd ji perwerdehiya nebaş a kolonyalîstan hinek guhertinên kesayetiyê derbas kirin. Kurd hîn jî nikarin vegerin zimanê xwe, perwerdehiya kolonyal û partî û rêxistinên siyasî yên ku li ser navê Kurdan tevdigerin lê kesayeteke Tirk diafirînin para wan di vê kêmasiyê de heye. Di encama vê rûxandina di kesayeta Kurd de hatiye afirandin, di kesayeta Kurd de hişmendî û têgihiştineke nû û xirab hatiye afirandin. Kesayetiya nû ya ku ji aliyê kesên ku hewl dane ziman û çanda Kurdî tine bikin, li ser hinek kurdan bandoreke mezin kiriye.

Pir zehmet e ku meriv ji vê kesayeta kurd a ku ji dijminê xwe hez dike, vegere ser xwe an jî girîngiyê bide zimanê xwe. Li şûna ku feydeyê bigihînin Kurdan, bûne hawîrdoreke ku gelê xwe mîna dijminê xwe zilmê dike û bi exlaqê despotan tevdigere.

Di encama bêewlehî û bêhêvîtiya ku di nav gelê Kurd de hatiye afirandin, gelê Kurd dev ji zimanê xwe berdide. Li vir xeteriyek mezin heye. Girseya gel bi ziman û nirxên Kurdî re qut bû, û kete nava kaoseke mezin. Ji bo ku gelê Kurd bibe xwedî ziman û çanda xwe, divê bi çirandina çerxa xerab a kolonyalîstan li xwe vegere. Jibîrkirin an şermkirina ziman û çanda xwe ji bo gelê hinek Kurd şerm û rûreşiyeke mezin e. Tişta herî bi qîmet ku em ji xwe re bikin ew e ku em wek gel bi zimanê dijminên xwe şerm bikin. Îro ji sedî 90ê gelê kurd li bakurê Kurdistanê bi tirkî dizanin û diaxivin. Piraniya mezin zimanê xwe kurdî ji bîr kirine. Ev ji bo gelê Kurd nîşana windabûnê ye.

Piştî sala 1975’an partî û rêxistinên Kurd ên serxwebûnê dixwazin ewqas girîngî nedan zimanê Kurdî. Hemû karên xwe bi tirkî dikirin. Ev rewş bû sedem ku Tirkiye asîmîle bibe.

Dema ku em careke din “Roja Rojnamevanên Kurd” pîroz dikin, bila bi çi awayî dibe bila bibe, em hînî zimanê xwe yê zikmakî bibin, da ku bibin layiqî zimanê Kurdî. Rastî lê dîsa jî kurd hene ku ji bo zimanê û welatê xwe cane xwe dane.

Ji roja derketina “Rojnameya Kurdistanê” heta niha bi hezaran kovar û rojnameyên kurdî (bi qanûnî an jî îllegal) derketine. Lê dewletên kolonyalîst her tim astengî li ber van kovar û rojnameyan dikin. Rêvebir û nivîskarên wan derdixin û weşanên wan qedexe dikin. Dewletê li van nivîskar û rojnamegeran zulm û tundiyeke nedîtî kiriye. Zilma Ebdulhemît a li ser “Rojnameya Kurdistanê” (1898) û berpirsiyar, nivîskar û heta îro jî xwînerên wê berdewam e.

Li çar parçeyên Kurdistanê bi sedan rojnamevanên Kurd rastî hatine îşkence kirin, girtin û kuştin.

"Rojnameya Kurdistan" ku di sala 1898an de li Qahîreyê derketiye, ji bo rojname û kovarên kurdî yên ku heta roja me ya îro mane bûye çavkanî û bingehek mezin.

Di encamê de em dikarin bibêjin ku kesên ku “Rojnameya Kurdistanê” derdixistin haya wan ji bîr û ramanên ewropî û têkoşîna netewî hebû. Bi weşandina rojnameyê re têgihîştina neteweya Kurd a parastina welat û hişmendiya netewî ya li ser çandê pêşkêş kirin. Bûn rewşenbîrên sereke yên hişmendiya netewî ya gelê Kurd.

Îro Kurdan bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, piştî qedexekirina ziman û çandê bi salan, di warê weşanê de gelek sir dane. Li gel van guhertin û geşedanên di warê weşandin û çapemenîya Kurdî de jî Kurd venegeriyan ser zimanê xwe. Ji ber ku di vî warî de hesta kêmasiya netewî heye û zimanê kurdî ne zimanê bazarê ye. Bi taybetî di warê aborî de Kurd neçar in ku li bazarê, li dibistanê, li kolanan, li malê û li her qadê zimanê Kurdî bi kar bînin. Ji bo vê jî pêwîstiya kurdan bi dewletbûnê heye. Nexwe wê zehmet be ku em di vî warî de tam serketî bin.

Rojnameya pêşîn a kurdî, “Rojnameya Kurdistan”, 126 sal berê, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alîyê kurê Mîr Bedirxan, Miqat Midhet Bedirxan, Abdurrahman Bedirxan û hevalên wî hat derxistin ku,

Em spasîya xizmeta wan ji bo“Rojnameya Kurdistan”  zimanê Kurdî dikin.

Bila ruhê wan şad be

22.Nîsan 2024

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar