Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Referandûma Serxwebûnê

Referandûma Serxwebûnê

Kurdên ku pêkanînên zilm û qetlîamê qebûl nekirin, ji bo serxwebûn û azadiya xwe di serî de bi Împaratoriya Osmanî û piştre jî bi Dewleta Iraqê re şer kirin û bedelên mezin dan.

Çavkaniya sereke ya nakokiyên di navbera Kurdan û dewletên kolonyalîst ên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de, dagirkirina axa Kurdan e.

Bi taybetî nakokî û şerên di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê de ji dema avakirina dewleta korsan a Iraqê ji aliyê Îngîlîzan ve heta îro berdewam in. Di salên 1960î de dema ku general Kasim li Iraqê derbeyek li dar xist, pêwîstiya wî bi kurdan hebû û bi PDKê Barzanî re li hev kir, lê piştî ku bihêz bû pişta xwe da kurdan û dest bi êrişa li ser Kurdistanê kir.

Piştre di dema Saddam de Baasiyan. Hewl dan ku pêkhateya demokratîk a Mûsil û Kerkûk û parçeyên din ên Kurdistanê biguherînin, êrîşî Kurdan kirin.

Dîsa ji sala 1986’an dest pê kir û heta sala 1989’an berdewam kir, 8000 hezar kes ji Barzaniyan hatin qetilkirin. Piştre, di jenosîda bi navê Enfalê de, 180.000 mirov bi saxî hatin binaxkirin û li çolên îraqê hatin komkujîkirin, ji bo ku başûrê kurdistanê bi tememî "bidest bixin" û kurdan tine bikin.

Bi Şerê Kendavê yê 2. re rêveberiya Saddam ji holê hat rakirin. Pişt re polîtîkayên berfirehkirina ku ji hikûmeta navendî ya li Iraqê hatibû avakirin ji bo demeke kin hatin rawestandin. Lê belê Şîe li gorî peymanên ku bi Kurdan re hatine kirin, tevnegeriyan. Siyaseta xwe ya firehxwazî ​​û înkarker li dijî Kurdan, weke dema Seddam domandin. Şert û mercên ku statukoya nû ya Iraq û Hikûmeta Federal a Kurdistanê diyar dike derketine holê. Lê belê di van salên dawî de bi hevkariya şîeyên Iraqê, rêveberiya melayên Îranê û dewleta tirk gavên têkbirina kurdan hatin avêtin.

Di şerê DAIŞê de ku di sala 2014an de dest pê kir, DAIŞê bi alîkariya dewletên kolonyalîst Tirkiye, Îran û Iraqê êrişî Kurdistanê kir. Lê belê hin dewletên kolonyalîst ji ber ku ferq kirin ku armanca DAIŞ'ê dagirkirina tevahiya herêmê ye, ji bo parastina xwe piştgiriya xwe ya ji DAIŞ'ê re qut kirin. Lê Tirkiye her tim alîkariya DAIŞê kiriye. Welatên rojava ku metirsiya DAIŞê dîtin, dest bi alîkariya Pêşmerge kirin. Dema ku DAIŞ têk çû, Heşda Şeibî ku artêşeke paramîlîter a Şîe ye ku li Iraqê hatiye organîzekirin û dişibe DAIŞ’ê, bû şaxekî artêşa Iraqê. Ev milîsên sivîl ên kirêt ku ji aliyê dewleta Îranê ve tên destekkirin, bi hevkariya hin komên kurd ên xiyanetkar, herêmên nakok ên Kerkûk û Kurdistanê dixwestin dagir birin. Armanca Îranê ji damezrandina komên bi vî rengî ew bû ku siyaseta xwe ya berfirehxwaz bikar bîne ji bo serweriya li herêmên ji Iraq û Sûriyê heta Deryaya Navîn û Afrîkayê.

Di demekê de ku dewleta navendî ya Iraq, Îran û Tirkiye dixwestin li hev bikin û êrîşî Başûrê Kurdistanê bikin, Kurdan fêm kir ku êdî bi Ereban re bi hev re najîn. Tevî hemû astengiyan jî di 25’ê Îlona 2017’an de biryara referandûma serxwebûnê hat dayîn. Ji ber ku biryara her miletekî ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ji bo kurdan mafekî rewa ye.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017ê de bi awayekî serkeftî birêve çû.

Xelkê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi dilê xwe bi rêjeya ji sedî 93 piştgirî dan serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Lê di encama xiyaneta li Kerkûkê de, herêmên girîng ên Kurdistanê ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve hatin dagirkirin. Di encamê de ragihandina Serxwebûnê hat paşxistin.

Gelê Kurd biryareke rast da û referandûma serxwebûnê jî biryareke pir rast bû û gaveke dîrokî ya mezin avêt. Dema ku Kurd bi sedsalan di dîroka xwe de biryarek wisa girtine, fikra serxwebûnê di ramanên wan de zêdetir cîh girtiye. Ev guhertineke rast e, mizgînî ye ku kurd dê rojekê serxwebûnê ragihînin. Rêya bidestxistina vê yekê jî ew e ku partiyên Kurdistanî nakokiyên di navbera xwe de bidin aliyekî û bixin xizmeta Kurdistanê.

Wateya 25ê Îlona 2017an ev e: Kurd ji hemû cîhanê re, em ji dinyayê ne, em mirov in, em jî wek milet wek miletên din xwedî her cure maf in. Em dixwazin bigihêjin serxwebûnê ku xewna me ya herî girîng e, li vê dinyayê bi aştî û demokrasiyê bijîn.

“Referandûma serxwebûnê” tevî êrîşên hemû dewletên kolonyalîst jî îspata biryardariya gelê Kurd a di vê rêyê de ye.

 

26.Îlon 2023

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar