Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Girîngiya çalakiyên bêîteatiya sivîl

Girîngiya çalakiyên bêîteatiya sivîl

Çalakiyên bêîteatiya sivîl ku di van salên dawî de li Bakurê Kurdistanê hatine pêşxistin, wê ji bo siberojê zemînê amade bikin. Ev jî dê bibe alîkar ku Kurdistan zêdetir wêran nebe. Van kiryaran piştî astek hilweşandinê dest pê dikin û rengekî çalakiyek li gorî demê ne.

Bi taybetî jî trajediya di şerê Xendekê de ku di encama biryarên hevpar ên dewlet û PKK’ê de dest pê kir, di civaka Kurd de hilweşîneke mezin a civakî, siyasî, aborî û derûnî çêkir. Weke ku me dît ciwanên Kurd ên leheng çek dan û li dijî tankan şandin şer. Kesî ji qetlîama kurdan a ku wan kiribin hesab ji wan negirt. Ji ber ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê li dijî dewletê bê rêxistin e. Dibêjin bê alternatîfa gelê Kurd nîne, şaş e. Wê rasttir be ku mirov bêje bê rêxistin e. ji ber ku rêxistina çekdar a ku li Bakurê Kurdistanê heyî bi temamî di bin kontrola dewletê de ye. Di encama şerê lihevkirinê de gelê Kurd westiyaye. Zehmet e ku di 10 salên pêş de yan jî zêdetir têkoşîna çekdarî derkeve.

Ji ber vê yeke em dikarin vê bibêjin, mebesta Kurdan li vir ev e, "Kurd naha bi çekan nikarin bigihêjin cihekî û herî zêde jî gelê Kurd ji vê yekê zirarê dibîne. Ji ber vê yekê jî forma berxwedana pasîf wê zêdetir bandorê bike û feydeyê zêdetir bide Kurdan."

Ger em li kurte dîroka siyaseta Bêîteatiya Sivîl binêrin, Siyaseta bêîteatiya sivîl rêbazeke aktîvîzmê ye ku nivîskarê Amerîkî Henry David Thoreau difikire. Navên girîng ên wekî Tolstoy (nivîskarê Rusî), Martin Luther King (rewşenbîr û parêzvanê mafên mirovan li Amerîkayê) û Muhabad Gandî (Sîyasetmadarê Hîndistanê) jî ji raman û xebatên xwe îlhama Thoreau (toro) hatine girtin.

Weke mînak bêîteatiya sivîl tê wateya guhnedana qanûnan û li ber xwe nedan, li gorî esasê qanûnên ku ji hêla hukûmetan ve têne sepandin. Ew çalakiyek siyasî ya gelemperî, ne tundûtûjî, wijdanî lê ne qanûnî ye ku armanca wê guhertina qanûn an siyaseta hukûmetê ye. Dikare di şeklê helwesteke takekesî de be, yan jî bi demê re karekterek civakî nîşan bide.

Têgîna bêîteatiya sivîl li ser gelek bingehên psîkolojîk, felsefî û exlaqî hem ji aliyê ferdî û hem jî di aliyê civakî de hatiye avakirin. Di encamê de, çalakiyên berxwedana pasîf bi fikrên wan re rast in.

 

Têgînên berxwedana pasîf an jî neberxwedan di dîroka ramana olî ya Hindistanê de vedigere rêyek dirêj. Li Hîndîstanê Gandî ev rêbaz li dijî emperyalîzma Îngîlîz sepand û bi ser ket. Gandî di otobiyografiya xwe ya bi navê “Çîroka Serpêhatiyên Min bi Rastiyê de felsefe û nêrîna xwe ya jiyanê bi van hevokan” vedibêje: “Dema ku ez bêhêvî dibim, tê bîra min ku di dîrokê de rastî û evîn her tim serketiye.”

 

Li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya bêîteatiya sivîl zêde nehatiye meşandin. Lê ez dibînim ku pêwîst e ev rêbaza têkoşînê jî were sepandin. Dema ku gel ji binketinê ders werdigire, divê li gorî şert û mercan rêxistinbûnek nû ava bike. Ev şêwaza têkoşînê demdemî be jî, di qada demokratîk û hiqûqî de siyaset kirin, di warê ziman û çanda kurdî de hin xebat û di qada siyaseta bêîteatiya sivîl de dê têkoşîna Kurdistanê bê navber bi pêş ve bibe. . Îro pêwîstiya gelê Kurd bi siyaseta Bêîteatiya Sivîl heye, da ku di dema xwe de siyaseta mêtingeriyê ya kolonyalîstan bişkîne, siyaseta asîmîlasyonê ya li ser gelê Kurd tê meşandin dereng bixe û gel careke din nefesê bigire.

 

Dîsa hin pêkhateyên qanûnî yên wekî “Hez Kurd” kedeke mezin didin ziman û çanda Kurdî. Di heman demê de vekirina gelek Kanalên televizyonên Kurdî” di warê dîjîtal de ji bo gelê Kurd di rêya rast de bibe alîkar.Dîsamînakî, Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe roja 05.Mijdara 2023yê, li Amedê, li Qada Şêx Seîd, “Sonda Jîyana Bi Kurdî’’ xwarin. Ev çalakiya “Platforma Ciwanên Serbixwe” ya bi Kurdî axaftinek guncav û rast bû. Lêbelê, beşdarbûn pir kêm bû. Belkî ji ber ku destpêk bû, kêm ciwan beşdar bûn. Lêbelê, ew her gav bi hejmareke hindik mirovan dest pê dike, lê paşê ew girse dibin. Kêm kes jî ji ber tirsa gel a ji dewletê û zehmetiyên aborî ye.

Li welatekî ku welatparêziya Kurd lê bilind e, diviyabû bi hezaran kes beşdar bibûna. Ev tê wê maneyê ku li Bakurê Kurdistanê welatparêziya Kurd di encama hin wêrankirinê de kêm bûye.

 

Bi dîtina min divê ciwanên Kurd bi siyaseta PKK’ê ya bidawîkirina doza Kurd bawer nekin û nebin amûrê siyaseta wê ya ku di vî warî de zirarê dide têkoşîna Kurdistanê. Ger ciwanên Kurd çûna çiyê bidomînin wê 17 hezar înfazên din ên navxweyî pêk werin. Ev rê ne rêya rizgariyê ye, rêya têkçûn û wêrankirinê ye. Di şûna wê de, ez bawer im ku beşdarbûna wan di çalakiyên bêîteatiya sivîl di vê qonaxê de bêtir sûdmendtir be ji bo doza Kurdistanê. Ji ber ku di vê qonaxê de çalakiyên çekdarî zirarê dide têkoşîna Kurdistanê. Armanca sereke ya şerê lihevanînê ew e ku ciwanên kurd ên serhildêr û mêrxas bikujin, yan jî di zindanan de birizînin û yên mayî jî kedîbikin.

 

Platforma Ciwanên Serbixwe 20ê Adarê 2024 an de Saet 16.00 an da Bazîdê (Agirî) Meşa Newrozê Meşa bi cilûbergên Kurdî û bi meşaleyan ve dest pê bikin. Divê gelê Kurd bi hêzeke mezin tevlî meşa Newrozê ya Platforma Ciwanên Serbixwe ya ku wê 20’ê Adarê saet 16.00’an ji Bazîdê heta tirba Ehmedê Xanî bê lidarxistin, bibin. Ji ber ku ev xwepêşandan dê di pêşerojê de mezin bibin û bibin navnîşana ciwanên kurd.  

Ev şêwaza têkoşînê ya ku divê ciwanên Kurd ên nû destekê bidin wê, wê rê li ber çalakiyên bêîteatiya sivîl veke û ciwanên Kurd li çiyayan neyên kuştin û ji aliyê çûk û guran ve neyên xwarin. Divê êdî ciwanên Kurd destekê nedin partiyên ku her tiştê Kurdan hilweşînin. Divê alîkarî bidin xwe, yanî doza Kurd û Kurdistanê. Bi vî awayî ruhê Newrozê ku sembola serxwebûna Kurdistanê ye, zindî dihêlin. Di heman demê de dikarin wesiyeta nivîskar, siyasetmedar, helbestvan û welatparêzê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî ji gelê Kurd re pêk bînin.

 

18ê Adarê 2024

 

 

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar