Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Erka hemû kurdan redkirina peymana koletiyê ya Lozanê ye.

Erka hemû kurdan redkirina peymana koletiyê ya Lozanê ye.

Peymana Lozanê parçebûna Kurdistanê ya duyemîn bû. Parçebûna yekem peymana Kastî-Şirîn a bi Sefawî re ji aliyê Osmaniyan ve di sala 1639’an de hate çêkirin. 
Em dizanin ku beriya Peymana Lozanê di sala 1916an de Peymana Sykes-Picot hatiye îmzekirin. Ev Peyman peymaneke veşartî ye ku di navbera Împaratoriya Brîtanya û Fransayê de di 16ê Gulana 1916an de hatiye îmzekirin û tê de dabeşkirina axên Rojhilata Navîn di bin dagirkeriya Împaratoriya Osmanî de bû ku di şer de wen dakir û têk çûbû. Wê Peymana, ku paşê Rûsya tê de bû, ji hêla Hikûmeta Sovyetê ya nû ve hate eşkere kirin, ku di sala 1917 

Di sedsala 19. de, piştî ku serhildanên netewî yên li Kurdistanê hatin tepisandin, rewşenbîrên Kurd nav çalakiyên netewî da bûn. Li Stenbol, Qahîre û Ewropayê gelek rêxistinên saz kirin, komele vekirin, kovar û rojname derdixistin. Minak, di gelek çalakiyên weke Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê, Civaka Azadiya Kurdistanê, Kovara Jîn, Rojnameya Kurdistan, serhildana Koçgiriyê û tevgera Şêx Mahmut Berzencî de cih girtin.

Piştê şerê cihanê ê yekemîn di 10 Tebaxa 1920 de, li Servê, li nêzîkî bajarê Versayê, li nêzîkî Parîsê, Peymana Sêvrê, di navbera Împaratoriya Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Ermenîstan, Belçîka, Yewnanîstan, Qraliyeta Hecaz, Polonya, Portekîz, Romanya, Qraliyeta Sirb, Xirvat û Sloven, Çekoslovakya û Împaratoriya Osmanî ya têkçûyî de hat îmzekirin. Ji ber ku gelek netewên ku bi sedsalan di bin desthilatdariya Osmaniyan de jiyane, serxwebûna xwe bi dest xistin û osmanî jî neçar man ku vê yekê bişopînin.  

Peymana Sevrê de, di beşa sêyem a taybet bi bendên siyasî de, kerteke taybet bi Kurdistanê heye û di navbera her sê madeyên 62, 63 û 64an de mafên Kurdan hatine destnîşankirin. Di heman demê de, kongreya aşitiyê jî bi peymanekê ku bi awayekî piratîk desthildariya Osmaniyan bidawî dike û pêvajoya jihevxistina wê jî û bidawîanîna hebûna wê rewa kir. Di encama danûstandinan de jî, peymana Sêvrê çêbû.
Kurdên ku bi salan e li ser axa xwe ji bo nasnameya xwe ya etnîkî têdikoşin, di sedsala 20. de cara yekem bi Peymana Sevrê re şansê avakirina dewleta Kurdistanê bi dest xistin. Lê ji ber berjewendiyên Îngîlîzan û zextên Tirkan, bi Peymana Lozanê ya ku di 24'ê Tîrmeha 1923'an de hat îmzekirin, hewldana avakirina dewleta Kurdistanê hat sekinandin.
Di 23'ê Nîsana 1923'an de muzakereyan ji nû ve dest pê kir û di 24'ê Tîrmeha 1923'an de peyman hat îmzekirin. Ji aliyekî ve di navbera Împaratoriya Osmanî û li aliyê din di navbera Îngilîstanê, Fransa, Îtalya, Yewnanîstan, Romanya, Sirbîstan û Hirvatîstanê de danûstandin hatin kirin. Piştî Peymana Lozanê, Peymana Sêvrê ya di navbera Îtifaq û Împaratoriya Osmanî de bi vî awayî hat betalkirin. Peymana Lozanê weke rengvedana Komara Tirkiyeyê ya nû avabûyî û berjewendiyên nû yên welatên wekî Fransa û Îngilîstanê yên li herêmê derket holê. 

Îro di 24ê Tîrmehê de 100 sal di ser Peymana Lozanê (24. 07.1923) derbas dibe. Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923 de li Lozana Swîsreyê di navbera hêzên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi ser ketin û hêzên ku li dijî mîrateya Împaratoriya Osmanî ya windakirî derketin de hat îmzekirin. Bi vî awayî hêviyên Kurdan ên di Peymana Servê de ji holê rabûn. 

Heger em bi kurtî li Peymana Lozanê ya 1923an binêrin, ev peyman di çavê Kurdan de neqanûnî ye tu meşrûîyeta wê ya exlaqî tune ye. Di dawiya vê peymanê de hem mafê gelên li herêmê dijîn û hem jî mafê gelê Kurdistanê yê diyarkirina çarenûsa xwe ya siyasî hate rakirin. 

Peymana Lozanê bû destpêka tinekirina nasname û çanda kurdan ku li hemberî kurdan îxaneteke mezin bû. Di heman demê de dewleta Tirk a Kolonyalîst li dijî Kurdan rêbaza polîtîkayên qirkirina girseyî pêk anî.
Bijî Kurdistana serbixwe.
24.07.2023

Çîya Artos

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar