Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Em careke din salvegera Komkujiya Şengalê şermezar bikin

Em careke din salvegera Komkujiya Şengalê şermezar bikin

Di ser komkujiya dawî ya Êzidiyên Şengalê re 9 sal derbas bûn. Roja 03.08.2014ê ku di vê komkujiyê de zêdetirî 5 hezar kurdên êzdî ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatina qatil kirin, weke rojeka reş ket dîroka cîhanê.

Dema cinawirên paşverû yên DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şingalê kirin, bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û bi hezaran jin û zarok pîr hatin girtin. 550.000 Kurdên Êzidî yên li Şengalê dijîn ji bo jiyana penaberiyê koçber bûne. Di heman demê de di şerê ku li vir dewam kir de Şengal û gundên wê hatin wêrankirin.

Zalimên DAIŞ’ê li ser navê Îslamê Kurdên Êzidî li ber çavê hemû cîhanê qetil kirin, hinêk girtin û weke “xenîmetên şer” bi wan re kirin. Ew jinên êzdî rastî îşkenceyên sîstematîk û şîdeta zayendî hatin û ew wek kole di bazara Mûsilê de firotin. Digel ku ev yek wekî sûcek mezin a li dijî mirovahiyê hate tomar kirin, gelek ji van kujerên hov bêceza man.

Dema ku bi hezaran êzîdî hewl dan ku jiyana xwe ji destê vê rêxistina hov rizgar bikin, xwe spartin Herêma Kurdistanê bi taybetî li Çiyayê Şengalê û li Rojavayê Kurdistanê, îro jî bi hezaran Êzidî di kampên Kurdan de dijîn. Ji ber ku ewlehiya wan a jiyanê nîne, nikarin vegerin malên xwe.

Li vir xaleke girîng heye ku divê li ser were destgirtin. Birayên me yên Kurdên Êzdî ku bi dehan caran hatin qetilkirin, ne tenê ji aliyê misilmanên ereb, tirk û farisan ve, ji aliyê beşek ji misilmanên kurd ve jî rastî neheqî û hatin qetilkirin. Sedemên sosyolojîk, siyasî, derûnî û olî yên vê rewşa nerênî ya civaka Kurd divê bi lêkolîneke akademîk bên eşkerekirin. Rewşenbîrên Kurd û sekna hişmend divê di vê mijarê de Kurdan ronî bikin û ev neheqî ji holê bê rakirin. Nexwe wê dijminatiya Êzidiyan a ku ji aliyê beşek ji misilmanan ve tê kirin, wê li beşekî Kurdan jî berdewam bike. Erka hemû Kurdan parastina birayên me yên Êzidî ye.

Kurdên Êzidî di çand, huner, muzîk û lêkolîna Kurdî de, di dîroka Kurdistanê û civaka Kurd de kedên mezin dane. Ev alîkarî û berhemên êzdiyan, bi taybetî yên li Sovyeta berê dijîn, berhemên hêjayî rêzgirtinê ne. Îro jî li ser vê mijarê berheman diafirînin.

Baş e ku komkujiya Êzidiyan li gelek welatên cîhanê weke “Jenosîd” tê qebûlkirin. Lê belê ji ber ku gelek welatên Ewropa û cîhanê komkujiya Êzidiyan weke “Jenosîd” nas dikin, nayê wê wateyê ku Êzidî careke din neyên qetilkirin. Ji ber ku qetlîamên li Helebçe, Barzanî û piştî Enfala Kurdan ranewestiyan û her roj Kurd tên qetilkirin. Yekane rêya ku Kurd ji komkujiyan rizgar bibin yekitiya xwe û parastina birayên xwe yên Êzidî ye. Kurdên Êzidî fermana 73’an jiya, gelê Kurd ji bo pêşî li fermana 74’an bigire çi ji destê wan tê divê bike. Ji ber ku komkujiya Êzidiyan di heman demê de qirkirina gelê Kurd e.

Em careke din komkujiya Şengalê şermezar dikin, bila hemû xwişk û birayên me yên Êzidî yên di vê komkujiyê de şehîd bûne, cihê wan bihuştê be.

Bila serê gelê Kurd sax be

03. Tebaxê 2023

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar