Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Çima nefta Kurdistanê pirsgirêk e?

Çima nefta Kurdistanê pirsgirêk e?

Çima nefta Kurdistanê pirsgirêk e?

Çîya Artos

Hikûmeta Iraqê bi hinceta ku peymana petrolê ya rasterast a Tirkiyeyê di sala 2013an de bi Kurdistana Bîlgesî re çêkiribû, peymana Enqereyê ya 1973an binpê kiriye, li "Navenda Hakemê ya Odeya Bazirganî ya Navneteweyî" li Parîsê doz li Tirkiyeyê vekiribû.

Ji roja 25ê Adara 2023an ve ku Dadgeha Navbijvaniya Navdewletî ya Parîsê hinartina 400 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê rawestand, şandina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê rawestiya.

Di encama xiyaneta piştî “Referandûma Serxwebûnê” ya li Başûrê Kurdistanê hat kirin, bi dagirkirina hêzên Iraqî li herêmên bi nakok ên Kurdistanê bi taybetî jî Kerkûkê, serxwebûna Kurdistanê hat astengkirin. Ji ber vê yekê diviyabû Kurd bi dewleta Iraqê re avahiya xwe ya federal bidomînin.

 Sedema peymana petrolê ya ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê di sala 2013’an de bi Tirkiyeyê re çêkiribû ew bû ku ji hikûmeta Iraqê serbixwe gav bi gav lihevkirin û serxwebûnê bi dest bixin. Lê armanca Tirkiyê ew bû ku nefta erzan bidest bixe û peywendiyên tirk û dewleta Iraqê têk bibe û li herêmê alozî çêbike. Herwiha piraniya pereyên petrolê yên ku di bankên Tirkiyê de hatibûn razandin, nedan hikûmeta Kurdistanê. Dewleta Tirk di wan rojan de bi milyaran dolar ji petrola Kurdistanê qezenc dikir û di şerê xwe yê li dijî Kurdan de jî bi van pereyan xwe fînanse dikir. Ji ber vê yekê ev peymana petrolê bi zirara Kurdan bû. Peymana petrolê ya 50 salî ya Tirkiyê bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re, bi salan e di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Federal a Kurdistanê de pirsgirêkan derdixist. Peymaneke nû bi hikûmeta federal a Iraqê re hat îmzekirin û ji bo Herêma Kurdistanê dîsa dest bi hinartina petrola Kurdistanê ya rawestandin bi rêya Tirkiyê bike. Li gorî wê rêkeftinê hinartina petrolê dikeve bin kontrola Iraqê de, lê dahata wê dê li ser hesabê Herêma Kurdistanê were razandin. Bi vê rêkeftina demkî, ew gaveke girîng e ji bo bidawîkirina kêşeya petrolê ya demdirêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Lê belê ev peyman demkî ye, nîşana wê yekê ye ku dê di pêşerojê de li ser petrolê pirsgirêk derkevin.

Eşkere ye ku peymana nû ya petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser zirara Tirkiyê ye. Lê belê ev helwesta Tirkiyê ya ku zêde bertek nîşanî peymanê neda, mirov dikare bi wê yekê ve girêbide ku kurd zêdetir bi Bexdayê ve girêdayî bûn û serxwebûna xwe bi dest nexistin. Tirkiye winda bike jî, her peymaneke ku li ser zirara kurdan be, qebûl dike. Dewleta Îranê ji biryara dadgeha navneteweyî ya Parîsê razî ye. Lihevkirina bi dewleta federal a Iraqê re hem kurdan bi Iraqê ve girêdide û hem jî zêdetir fêdeya aborî nade Tirkiyê, ev jî dilê Îranê xweş dike.

Di rastiyê de, Bexda ku ji destpêkê ve li dijî serxwebûna aborî ya Kurdistanê bû, di sala 2014an de serî li Dadgeha Navdewletî ya Hakemaniyê li Parîsê dabû û daxwaza qerebûkirina binpêkirina vê rêkeftinê kiribû. Li ser vê mijarê di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de, di nav parlementer, kesayet û rewşenbîran de niqaşeke tund heye. Hinek jî dibêjin ku rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî ji destpêkê ve ev yek kirine; hinek dibêjin ku ev rêkeftin destkefteke stratejîk a Kurdistanê ye.

Yên ku li dijî vê yekê derdik evin, peymana kevin diparêzin û dibêjin, "Divê Herêma Kurdistanê li ser hesabê birçîbûn û feqîriyê tawîzan nede hikûmeta Bexdayê." Di rastiyê de koma ku serxwebûna aborî ya Kurdistanê diparêze, sedema têkçûna vê siyaseta aborî xistiye stûyê Amerîka û welatên Avrupa û dibêje ku ew “piştgiriya wan nakin û wan tenê hilane”.

Dewletên Amerîka û Ewropa ji destpêkê ve li dijî peymana petrolê ya di navbera hikûmeta federal a Kurdistanê û Tirkiyê de bûn. Ji ber ku ev peyman zerarê dide wan jî. Bê guman dadgeha navneteweyî ya Parîsê bi berçavgirtina berjewendiyên dewletên Amerîka û Ewropayê biryar girt. Lê belê ev biryar nayê wê wateyê ku ev biryar di zerara Kurdan de ye.

Welatên Amerîka û Ewropayê ku petrol û enerjiyê cîhanê birêve dibin, neft û kelûpelên din li gorî daxwaz û daxwaziya bazarê dişopînin. Amerîka û Yekîtiya Ewropayê piştî şerê Ukrayna-Rûsyayê toleyên aborî li ser sektora enerjiyê ya Rûsyayê sepandin. Ji ber vê yekê ew dixwazin welatên OPECê zêdetir petrolê hilberînin û bazarê bikin. Sedema wê jî ew e ku rê li ber bilindbûna buhayê petrolê bigire. Di bazara cîhanê de hinardekirina petrola Başûrê Kurdistanê beşeke hindik e. Lê eger em kirîza aborî ya ku di encama şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de li cîhanê derketiye berçav bigrin, hinartina petrola Herêma Kurdistanê ku rojane 500.000 hezar bermîl e, bandoreke mezin li ser bihayên bazarên cîhanê dike. Ji ber wê jî Amerîka û Yekîtiya Ewropa hewl didin ku petrola Kurdistanê bo boriya nû ya Ceyhanê were hinardekirin.

Bi temamî qutkirina petrola Kurdistanê dê bibe sedema bilindbûna nirxê petrolê. Ji ber ku eger nirxê petrolê li cîhanê bilind bibe, ev yek dê bi kêrî Rûsyayê ku hinardekareke girîng a petrolê ye. Rûsya dê pereyê ku ji petrolê bi dest dixe di şerê li dijî Ukraynayê de bikar bîne. Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ji bo ku dest ji siyaseta aborî ya cîhanê bernedin, dixwazin petrola Kurdistanê bixin bazarên cîhanê. Ji bo ku Tirkiye di vê mijarê de qanih bikin, divê hinek tawîzan bidin hikûmeta Erdogan.

21.Nîsan 2023

 

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar