Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Çima dijminatiya kurdan di nav tirkan de bûye nexweşiyek?

Çima dijminatiya kurdan di nav tirkan de bûye nexweşiyek?

Gelo ev pîşat e ku gelê Kurd ê ku li çar aliyê cîhanê koçber bûye yan jî hatiye sirgûnkirin, ku îro li cîhanê nifûsa xwe ji 50 milyonî derbas kiriye, di sedsala 21an de hîna jî li ser axa xwe xwedî dewlet nebûye?

Ne tenê ne xwedî dewlet in, îro li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk zêdetirî sed sal e ku li pêşiya mafên gelê Kurd ên xwezayî û demokratîk ên ziman û çandê disekine û mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî nayê dayîn.

Ji bo ku em vê rewşa gelê kurd lêbikolin, divê em carek din, bi kêmanî piçekî li rûpelên dîrokê binêrin.

Piştî ku di nîveka salên 1800î de serhildanên kurdan hatin tepisandin, Mîrên kurd û gelê Kurd hatin qetilkirin û sirgûnkirin. Di salên 1900’î de Kurd di bin zexta Sultanê Osmanî Abdulhamît de gelek bindest bûn. Hin ronakbîrên kurd ên Stembolê, tevgera ciwanên tirk ên ku pêşketiye, ango Komîteya Îttîhad û Terakkî, weke rêya rizgarîyê dîtin û bi wan re kar kirin. Lê paşê wan fêm kir ku ew xelet in û ji wan veqetiyan. 1900 heta 1920 an de bi vî awayî gelek komele, rêxistin û weşanên kurdan derketin holê.

Di salên 1920an de hinek kurdan bawerî bi Kemalîstan anîn û bi wan re li ser navê ol û bawerîya bi slogana “Biratîya Dînî ya Kurd û Tirkan” tevdigerin. Di makezagona yekemîn a Komara Tirkiyeyê ya sala 1921ê de mafên kurdan nehatin înkarkirin. Di “Peymana Lozanê” ya sala 1923’an de Kurdan dît ku careke din bi destê Tirkan hatine xapandin. Di sala 1925an de dest bi Şerê Rizgariya Kurdistanê kirin û heta sala 1938an şer kirin. Ji ber ku di makezagona 1924an de hemû mafên kurdan hatin înkarkirin.

Desthilatdariya faşîst a Tirk, ku di nava sazûmaniya dewleta unîter a yek ziman, yek dewlet û yek netewe de cih digire, ti carî dayîna mafên neteweyî û demokratîk ji bo Kurdan nexistiye nava bernameya xwe. Tenê fikra wî ew bû ku bi zext û komkujiyan re kurdan bi demê re asîmîle bike. Di serdemên ku dewlet li pêşberî têkoşîna Kurdan di nava şert û mercên dijwar de ye, armanca propagandaya derewîn a weke "însiyatîfa Kurd, înîsiyatîfa demokratîk, Komara demokratîk, projeya yekîtiya neteweyî" bidestxistina demê û temamkirina asîmîlasyona Kurdan e. Dema ku asîmîlekirina kurdan û tinekirina zimanê kurdî mijareke ku divê demokrat û ronakbîrên tirk li dijî wê derkevin, xwe li pişt dirûşmeyên derewîn ên wekî "Welat Nabe parçekirin" vedişêrin. Kîjan mirovê xwedî wijdan û aqil wê bi navê demokratbûn an jî sosyalîst vê yekê bipejirîne?

Di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê serhildan û bertekên mezin ên gelê Kurd bi şerê dewleta Tirk û PKK’ê yê li dijî Kurdan û şerê Xendekê bi temamî bêbandor kirin. Ji ber vê yekê dewletê li Kurdistanê însiyatîfa xwe, bi awayekî demkî jî, girt. Ji ber ku hêzên tarî çek dan bi hezaran ciwanên Kurd ên leheng û ji wan xwestin ku li dijî tankên artêşa Tirk şer bikin. Ev şerekî xwekujî bû. Di vî şerî de bi hezaran ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Paşê, dewleta kolonyalîst a Tirkiyê, faşîstên tirk êrîşî kurdên ku li metropolên Tirkiyê dijiyan, yan jî ji bo karkirinê çûne deverên din ên Tirkiyê, kirin.

Nefreta kurdan li Tirkiyeyê nexweşiyeke kronîk e. Ne tenê rayedarên dewletê, yên ku ji xwe re dibêjin sosyaldemokrat, rewşenbîr, zanyar û sosyalîst jî dijminatiya Kurdan dikin. Niha jî bi edebiyata cudaxwaziyê siyaseta dijminatiya Kurdan dimeşînin. Kurdên ku ev sed sal in doza mafên xwe yên netewî û demokratîk dikin, bi “Cudaxwazîyê” tawanbar dikin. Di encama van derew û teoriyên komployê û dijminatiya li hemberî Kurdan di televîzyon, radyo, dibistan, rojname, di her aliyê civakê de, dewletê heta civaka xwe ya Tirk jî kiriye mirovên êrîşkar û nexweşên derûnî. Îro roj bi roj zextên li ser kêmîneya kurd a li Tirkiyeyê dijîn zêde dibe. Ewqasî ku niha jî hewl didin kesên li kolanan bi kurdî diaxivin an jî kurdên ku stranên gelêrî yên kurdî dibêjin, lînç bikin. Çawa bixwazin dikarin vê civaka nexweş û şovenîst birêve bibin.

Dema di rewşeke zehmet de bin, yekser Îsraîl, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê sûcdar dikin û ji bo mîtîngê bang li gel dikin ku dakevin kolanan. Di vê rewşê de bi kevirekî du çûkan dikujin. Dewlet bi vê polîtîkayê mirovan birçîbûn û belengaziya xwe ji bîr dike û dijminatiya wan a li hemberî Kurdan zêdetir dike. Her çiqas sûcê esil dewleta Tirk e ku gelên din qetil dike jî, ji bo vê sûcê xwe veşêre û Kurdan weke sûcdar û terorîst nîşan bide serî li her cure hîleyan dide.

Herî zêde Yewnan, Ermenî, Laz, Gurcî, Çerkez û Ereb, kêmnetewên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn û ji qetlîaman rizgar bûne hatin Tirkkirin. Bi sed hezaran gelê kurd hatin tirkkirin. Hin kesên ku mane jî ziman û çanda xwe ji bîr kirine û bi tirkî diaxivin. Hin rewşenbîr û welatparêzên Kurd ên mayî di nava hawîrdora tarî ya ku PKK’ê afirandiye de hatine girtin an jî şaş mane ku çi bikin. Yên alîgirê serxwebûnê ne nikarin rêxistineke cidî ava bikin. Hin ji wan bi tirkî polîtîkayên kurdan dikin. Li Bakurê Kurdistanê dawî li rewşa xirab a pirsgirêka Kurdistanê bi rêxistinbûneke cidî dikare ji nû ve were avakirin.

Pirsgirêka Kurdistanê ji ber şer û kaosa li cîhanê û Rojhilata Navîn hema bêje hatiye jibîrkirin. Dewletên kolonyalîst Tirkiye, Îran û Iraq û rêxistinên wan ên taşeron her roj Kurdistanê bombe dikin û kurdan qetil dikin.

Tevî hemû neyînîyan jî Kurd wê ji bo mafên xwe yên netewî, çandî û demokratîk têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin.

02.Kanun 2023

 

 

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar