Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Bûdceya Iraqê û hinartina petrola Kurdistanê

Bûdceya Iraqê û hinartina petrola Kurdistanê

Li Parlamentoya Iraqê, yasaya bûdceya 3 salan ya sala 2023, 2024 û 2025ê, bi dengên parlamenteran piştî gotûbêjên dûr û dirêj, bi budceya nêzîkî 153 milyar dolarî hat pesendkirin.

Ev gotûbêj di navbera her du parlamenterên Iraqê û partiyên Kurdistanî de hatin kirin. Gotûbêja hin xalan, bi taybetî jî li ser herêma Kurdistanê, di rewşekê de bû ku zirarê bide dewleta federe ya Kurdistanê û bikeve xeterê li ser statuya federal.

Wek mînak dema ku maddeya 12emîn dihat gotûbêjkirin, pişka Herêma Kurdistanê di bûdceyê de ji sedî 12.67 hat diyarkirin. Parlamentoya Iraqê xwest pişka bûdceya Herêma Kurdistanê kêm bike.

Di dema ku bûdceya Iraqê ya sala 2023ê 197 trîlyon dînar (153 milyar dolar) hatibû diyarkirin, pişka Herêma Kurdistanê zêdetirî 24 trilyon dînar ango 19 milyar dolar bû.

Li gorî xala 14. a ku li Meclîsê hate qebûlkirin di dawiya nîqaşên tund de; Hikûmeta Hewlêrê dê her meh dahata petrolê radestî hikûmeta navendî ya Iraqê bike. Herwaha li egera kêşeya bûdceyê di navbera parêzgehên Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê de, serokwezîrê Iraqê dê rasterast destpêşxeriyê bike û parêzgeh jî dê rasterast peywendî bi Bexdayê re bo dabeşkirina bûdceyê bikin. Li vir armanc lawazkirina însiyatîfa Hikûmeta Kurdistanê ye. Bi vî awayî ji bo ku Bexda destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Kurdistanê de bike. Ji ber ku armanca Bexdayê ji holê rakirina dewleta federe ya Kurdistanê ye. Vê armancê gav bi gav pêk tîne.

Di demekê de ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û partiyên din ên Kurdistanê li dijî pesendkirina maddeya 14ê bi vî rengî bûn, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî bi vî awayî li dijî derbaskirina madeya 14ê derneket û piştgirî da. Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di gotûbêjên bûdceya parlamentoyê de siyasetek berovajî hemû aliyên Kurdistanî kir, da ku Silêmaniyê û parêzgehên din rasterast bi Bexdayê re bên girêdan. Ji ber ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştî xiyaneta Kerkûkê bi hikûmeta Bexdayê re di nava peywendiyên baş de ye û ji bo lawazkirina dewleta federe ya Kurdistanê xebatên xwe didomîne. Bi dijayetiya hemû aliyên Kurdistanî, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê negihîşt armanca xwe.

Di daxuyaniyekê de di bin navê danûstandinên bûdceya PDKê de, hewleke mezin da ji bo pûçkirina pîlanan û têkdana planên “destwerdana li serweriya Herêma Kurdistanê”, “kêmkirina pêgeha xwe” û “kêmkirina desthilatên destûrî” hate gotin. Hin biryarên ku li Parlamentoya Bexdayê hatin girtin, niyeta xirab a partiyên şovenîst ên Ereb ên li hemberî kurdan û doza kurdî derxist holê. Bi xistina Kurdan di çarçoveyekê de dixwazin têkiliyên xwe yên bi derve re qut bikin. Ew ê çiqasî bi ser bikevin ku nehêlin kurd bi dîplomasiyê re mijûl bibin, serxwebûna xwe ya aborî bi dawî bikin û dewletbûna wan asteng bikin, girêdayî helwest û berteka kurdan e. Piştî dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên bi nakok, hikûmeta Bexdayê di armancên xwe yên xerab ên li dijî kurdan de hinek serketî bû.

Hêjayî gotinê ye ku di van salên dawî de Dadgeha Iraqa Federal, Parlamentoya Iraqê, artêşa Iraqê, Yekîneyên Heşdî Şeibî yên Şîe ne dadgeheke federal û dezgeheke federal in, lê pêkhateyên di xizmeta Erebên şovenîst ên Iraqê. Bexda dixwaze gav bi gav dawî li pêkhateya federal bîne. Dewleta şovenîst a Iraqê vê siyasetê bi alîkarî û teşwîqkirina dewletên kolonyalîst Îran, Tirkiye û Sûriyê dimeşîne. Li gorî vê yekê, sedema bingehîn a rawestandina şandina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê û ne destpêkirina bi mehan e, felckirina aboriya Herêma Kurdistanê ye. Hevdîtinên di navbera hikûmetên Tirkiye û Iraqê de bi mehan e tu encam derneketiye. Guman heye ku hinartina petrola Kurdistanê piştî civîna wan a 19ê Hezîranê li Bexdayê destpê bike. Bi rêya kanalên dîplomatîk ji bo paşxistina vê yekê, ji cîhanê re dibêjin ku "derengiya hinartina petrolê ji ber tamîrkirin û kontrolkirina boriyê ye." Dema ku dewletên kolonyalîst di nav xwe de danûstandinan dikin, ti carî peymanên ku berjewendiyên Kurdan diparêzin çênakin.

Lewma siberoja dewleta Federe ya Kurdistanê di xeterê de ye. Divê Kurd bibin yek û mekanîzmayên xwe yên parastinê xurt bikin.

16 Hezîran 2023

 

 

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar