Mülkiye Tekin

Mülkiye Tekin

Mail: m.tekin@vanmed.net

XARAPÊTÊ XAÇO

XARAPÊTÊ XAÇO

XARAPÊTÊ XAÇO:

XARAPÊTÊ XAÇO 1908 li Gundê Bilêdir a navça Bişêrîyê Êlihê Dayîkbuye.

Sala 1915 çeteyên Alayî yên Hemîdî dibin Ala îtahat û tereķî ya da li diji Pêkhateyên Ermin dest bi komkujî yê kirin.

Jîyê Nemir XARAPÊTÊ XAÇO 7 salî bû Dema çeteyên Hemîdîya li Gundê Bilêdir a navça Beşirî yê diçin Li Derîyê mala bavê XARAPÊT didin û XARAPÊT derî vedike û dipirsin dibêjin bavê te li male? 

XARAPÊT dibêje Belê bavê min li male,
Çete nasin gazî / banî Xaçopilîyan dike û dibêje keremke were ji derve!

Xaçopilîyan derdikeve  û tevî malbata xwe diçe ji derve.

Bavê XARAPÊT Xaçopilîyan û dayîka li ber çavê XARAPÊT di kujîn.

Pir dil êşe:
Nişte cihên Gundê Bilêdir ji 50 malbatan pikdihat, ji va 50 Malbata 46 mabat Kurdên Qoreyîşî û 4 malbat Ermînîne.

(Weke çewa pêşewa SEYÎD RIZA li meydana Xarpitê dibêje: Eybe/ Zulme û Cinayete)

Birastî Gundê Bilêdir Eybe / Zulme û  cinayete we nekari 4 malbatên Ermin û mirovên xwe biparêzin.

Piştî Çeteyên Gundê Bilêdir 4 çar malbatê Erminî Qetilkirin, XARAPÊTÊ XAÇO êtîm û sêwî ma.

XARAPÊTÊ XAÇO bi deng û Awazên Kurdi êş û janên xwe di anin ziman.

Rojekê Felîtê Qotê tê navça Beşirîyê û rastîyê XARAPÊTÊ XAÇO tê û guhdari dengê XARAPÊT dike û pir bala Felîtê Qotû dikişîne.

Felît dipirse u dibê xwarza tû Kurê kêyê?
XARAPÊT dibêje ez Kurê Xaçopilîyan û xelkê Gunê Bilêdirim, cîranên me bav dayîkamin,  hemû malbatê Ermin kuştin û ez tinê xelesbûm

Ez bê xwedî me.
Dema XARAPÊT dibêje ez bê xwedî me pir zora Felîtê Qotû diçe û Felît Axa dibêj ez xwedî yê teme.

Felît Axa XARAPÊTÊ XAÇO li hespê xwe siwar dike û dibe diwana xwe .

Felît Axa Pir Qîmet dide XARAPÊTÊ XAÇO.
17 Tîrmeh 1925 Felîtê Qotû bi fermana Mistefa Kamal û çeteyên wî tê Şehîd kirin.
 
 XARAPÊTÊ XAÇO stiranekê bi Felîtê Qotû dibêj û bandora vê stiranê li hemû dengbêjê Kurd dike û hemû deng bêjin Kurd seknû mêranîya Felîtê Qotû li gurî xwe di xemîlinin.

XARAPÊTÊ XAÇO sala 1926 Derbasi bin xetê dibe.
XARAPÊTÊ XAÇO di jîyê xweyê 18 salî da 
Derbasi Rojavayê Kurdistan ê dibe û pir zor û zehmetê dibîne.

XARAPÊTÊ XAÇO piştra diçe leşkerîya Fransa 15 sal leşkerî dike.
XARAPÊT bi keçek Erminîra hevsergerî pêkdiîne û xwidê 3 keç û kurek di de hevjîna XARAPÊT.

Piştî Fransa sala 1946 ji suryê derdikevin û XARAPÊT berxwe dide Erministanê.
Dema XARAPÊT diçe Êrîvanê ewil pirsa kurda dike û dibêj ma kurd li vir hene û karmendek Dewletê dibêje belê.

XARAPÊT bilez û bez xwe digehîne çem celîlê celil û diçin radyo ya Rewanê.

Dema XARAPÊT diçe Redyo ya Êrîvanê û xwe bi rêveberîya radyo yê dide naskirin û dibêje ez deng bêjê Kurdim.

Rêveberê Radyoyê dibêje nabe tu strana li ser Axa/ Bega û Xwidê bêjê ev di yasa Dewletê da Qedexeye!

XARAPÊT dibê ka vêca ezê çibêjim? Ez dengbêjê Şer û çengê rojên giranim heker ez li ser Axa / bega û xwidê nebêjim çû wata deng bêjîya min na mine.

XARAPÊT bi zembilfiroş despê dike û bi  Felîtê Qotû dawi dike.

XARAPÊTÊ XAÇO hemû yasayên dewletê binpê dike jibo xatira hest û dengê Kurda. 

Nemir XARAPÊTÊ XAÇO 15 çile 2005 çu serdilovanîya xwe.

Em bi rêzdari te li bir tîn ey Dengbêjê Şer û cengên rojên giran Mamoste yê nemir XARAPÊTÊ XAÇO.

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar