
Kolberên jinê Kurd
Ne tenê mêr, jinên kurd jî wek Kolber dixebitin. Kolberên jin ku di van salên dawî de hejmara wan li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye, ji bo pariyek nan di bin berf, baran û sermayê de bar li ser sînoran dibin û dixwazin alîkariya malbatên xwe bikin. Ji ber ku perê merê wan qazanc dikin, têrê nake. Weke mînak Rojnameya Îtîmad a Îranê di hejmara xwe ya 21ê Sibata (Reşemîya) 2021ê de çîroka jinên kurd ên li bajarên sînorî yên Rojhilatê wek kolber dixebitin, di rûpela yekem de bi sernavê “Êşên Kolberên Jin” nivîsand.
Ev Kolberên jin wek mêran ji bo rêyeke 10 saetan bar li ser pişta xwe hildigirin. Ev jinên ku mehê 8 caran ji sînoran derbas dibin û Kolberiyê dikin, dibêjin ku “ji ber westiyan hêza wan a hilgirtina bar nemaye, pişt û lingê wan diêşe.”
Dîsa yek ji van jinan diyar dike ku bi Kolberiya şevekê 200 hezar tûmenê (Dînar) Îranî qezenc kiriye û 60 hezar tûmen jî ji bo kirêya wesayitên ku malzemeyên wan hildigirin heta sînorê hatiye dayîn (buyera 2021). Perê qezenc kirine bi tenê 2 rojan ji bo xwarnê dikarin bikirin. Ji bo mala xwe hêjayî nan, hêk û hinek fêkî." Heger em li vir jinek Kurd carekê de çi qezenç dikin hesab bikin, îro Dolarek bûye 45 hezar Dînarê Îranê. Ango 200 hezar Dînar di sala 2021ê de 8 Dolar bû. Ji vî pereyî 2 dolar didin erebeyên heta sinorê barhilgir. Tiştê ku wan maye 6 dolar e. Tevî van zehmetiyên giran jî ji bo xwarina du şevan ji çiyayan derbas dibin. Wekî ku li vir tê dîtin, mêr 10 an 12 Dolar, lê jin 5 an 6 Dolar qezenc dikin. Mêr jî kêm qezenc dikin. Lê wek li her derê cîhanê, ne wekheviya li hemberî jinan li vir jî diyar dibe.
Li bajarên Sine, Kirmaşan û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj hejmara Kolberên jin zêde dibe. Tê gotin ku yên kolberiyê dikin ne tenê jinên li gundan dijîn, keçên xwendekar ên li bajaran jî dijîn.
Rêjeya bêkariyê jixwe li Îranê pir zêde ye; Bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê ev rêje du qat ji rêjeya Îranê ye.
Saziya îstatîstîk a Îranê 20 Nîsan heya 20 Gulana 2024an Endeksa Bihayê Serfkaran (an jî xerckirinê) eşkere kir. Di meha duyemîn a îsal de li welêt endeksa bihaya serfkaran derket 243yan.
Dema ku li gor dolaran were lêkolînkirin, mûçeya kêmtirîn (minimum) ji 103 dolarî bûye 158 dolar, ku nêzîkî rêjeya mûçeya herî kêm a 10 salên dawî ku bûye 156 dolar. Dema ku hêmanên serfkirinê (xerckirin) yên malbatan têne lêkolîn kirin, dahata mehane; %33 ji bo xwarinê û %28 ji bo xanî tê xerckirin. Ger em vê yekê bi navgîniya mûçeya herî kêm a cîhanê re hesab bikin, ew yek ji mûçeyên herî kêm e. Ev rêje li Rojhilatê Kurdistanê kêmtir e.
Sedema derketina Kolberiyê çi ye?
Hemî dewletên kolonyalîst yê Kurdistanê bazirganiya ser sînor an barhilgiriya Kolberan wekî pirsgirêkek ewlehiyê didîtin. Sedema bingehîn a polîtîkayên wan ên ku li ser esasê ne bazirganiyê û ne jî xebatên siyasî dimeşînin, dijminatiya wan a li hemberî Kurdan e. Lê kêşeya sereke ya kolberiyê yan jî yên ku li ser sînorên Kurdistanê eşya û bazirganiyê, peydakirina debara jiyana xwe dikin. Bajarên ku Kolberî lê tê kirin, ji ber kêmbûna aborî ya herêmê û xizaniya (feqêrî) zêde ya gel e. Ji ber vê yekê pirsgirêk hinek aborî ye.
Çapemeniya Îranê jî weke Tirkiyeyê diyar dike ku ji ber êş û azarên Kolberê Kurd dibêjin, “ji bo ji holê rakirina kêmasiyên civakî, çandî, siyasî û aborî ti gavên bi bandor û girîng nehatine avêtin”. Lê belê pirsgirêk ne tenê civakî, çandî, siyasî û aborî ye, berevajî vê yekê netewî ye. Yanî kurd ne xwedî dewleteke netewî ne.Bi rastî pirsgirêka herî mezin perçebûna Kurdistanê û bê dewletbûna wê ye.
Îro, bi sedan lingên Kolber ji ber mayinan jê bûne, ji ber sarbûnê qut bûne. Piraniya wan ên ku kolberan bîranînên xirab hene. An jî ew ji hêla guleyên leşkeran ve birîndar bûne, an jî hevalên wan bi guleya leşkerên Iranî birîndar bûne an jî mirine. Li çiyayan, çîrokên kesên ku di sarbûnê de dimînin an jî di bin aşîtê de mane bi hezaranin. Çîroka jiyanê ya tevahiya her Kolberekê romanek e.
Dermankirina birîndaran ji aliyê xwe yan jî ji aliyê malbatên wan ve tê dayîn. Garantiya wan a jiyanê tuneye. Li herêmê ji bilî kolberiyê tu derfeta debara jiyana wan nemaye. Loma jî ji bo 10 an 12 dolaran qezenç bikin, neçar in 10-12 saetan bi peyatî mal hilgirin. Saetekê peya çûn 1 Dolare. Kolberên ku ji bo hilgirtina eşyayan ji mal derdikevin tenê ji %40 heta 50 şansê wan heye ku vegerin mala xwe. Ji ber ku mayîn, cerdevanên sînor û şert û mercên zehmet ên eraziyê li ser rêyan li benda wan e.
Ji ber nebûna derfeta kar li bajarên nemaye, ew berê xwe didin navçeyên sînorî û kolberiyê dikin. Kolber li beramberî hinek pereyan kelûpelên bazirganan vediguhêzin.
Digel ku dahata backirî (vergî) li Îranê pîroz tê hesibandin, ev yek ne bi dil, lê ji ber hêviyên patronên bacgiran tê destnîşankirin. Ji ber ku kolber ji bo patronan, ne ji bo xwe eşyayan hildigirin. Dema ku kaosa aborî li Îranê jî weke her welatekî çêdibe, tê nîşandan ku berpirsyar hewl didin pergala xwe ya îstîsmarê veşêrin. Li Îranê her ku diçe bayê krîza aborî, ev rewş li ser Kolberên wê jî giran dibe. Ji ber ku dewleta Îranê dibêje ku “Kolberên Kurd bi girtina kelûpelên qaçax bac nadin û welat me zirareke aborî dibîne”. Rastiya vê yekê tune. Dewleta Îranê ku dewlemendiyên welat bi taybetî dewlemendiyên Kurdistanê talan kir û gelê Kurd mehkûmî xizaniyê kir, sûcê xwe dixe stûyê Kolberên feqîr.
Salên borî, tenê xelkê navçeyên sînorî kolberî dikirin lê di van çend salên dawî de ku rewşa aborî xirabtir bûye ji bajarên dûrî sînor jî xelk bi armanca peydakirina debara jiyanê, berê xwe didin navçeyên sînorî.
Dema ku em bi perspektîfa civakî û çînayetî li vê mijarê dinêrin, îstismarkirina çînên bindest jî di nava têkoşîna netewî de xwe bi awayekî zelal nîşan dide. Têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê têkoşîna hemû gelê Kurd e, lê diyar e yên ku herî zêde di vê têkoşînê de zirarê dibînin feqîr in. Di nav Kolberan de jî kesên xwedî hişmendiya netewî û berê pêşmergeyên partiyên rojhilatê Kurdistanê jî hene. Lê belê, zehmetiyên aborî û birçî ew xistin vê rêyê.
Komkujiya Kolberan car caran dibe sedem ku gel li kolanan xwep êşandanan bike. Lêbelê, em nikarin bêjin ku ew pir bandor e. Zehmet e ku meriv hêvî bike ku ev yek bibe sedema teqînek civakî. Lê teqez e ku hin Kolber dê di pêşerojê de piştgirî bidin teqîneke mezin a civakî li Îranê. Ev piştgirî girêdayî hişmendiya civakî û neteweyî ya Kolberan e.
Xwepêşandanên ku li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo 2 kolberên Kurd ên di sala 2017’an de ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin qetilkirin dest pê kirin, li bajarên din jî belav bûn.
Helbestvanê Kurd Ehmed Arif di helbestên xwe de behsa mijarê dike û dibêje, "Em bi pasaportê germ nabin. Ev sûcê me ye ku bûye sedema komkujiya me." Çîroka dawî ya vê yekê li Qelqeli ya (Özalpê) 33 gûlle, Qilaban (Uludere) û Roboskî pêk hat.
Dema ku Kolber li benda rakirina erkê vê xebata dijwar a ku bi dehan salan e berdewam dike, li bendê ne, ya sereke ew e ku ew rewşa xirab a ku sînorên Kurdistanê li dijî îrade û têkoşîna wan hatine xêzkirin, fêm dikin û van sînorên sûnî ji holê rakin. Ji xeynî avakirina serxwebûna welatên xwe, tu bijardeyên rizgariyê yên ku dê pirsgirêkê bi awayekî radîkal çareser bikin, tune.
Dewleta federe ya Kurdistanê dikare ji bo kolberan çi bike?
Roj nîne ku leşkerên Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kolberan îşkence nekin, birîndar nekin û nekujin. Em nikarin navên van Kolberên birîndar û komkujî yek bi yek rêz bikin.
Kolber bi 10-12 dolarên ku distînin ne pêkan e ku dewlemend bibin. Lêbelê, ew dikarin bi pereyên ku bi vî rengî qezenc dikin debara xwe bikin. Zehmet e ku meriv ji bazirganiya sînor a Kolberan çîna bûrjûwaziya Kolber derkeve holê. Lê bandora aborî ya kolberiyê li ser siyasetê qels e. Lê di encama girtina hin biryaran ji bo başkirina rewşa hejarên Kurd û danûstandinên dîplomatîk bi dewleta Îranê re, êrîşên li ser Kolberan dikarin bên rawestandin.
Lê belê em têkoşîna wan a nan bi rêzdarî bi bîr tînim, ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re jî sersaxiyê dixwazin.
Em nivîs a xwe bi helbesteke Çîya Akşak a li ser kolberan bi dawî bikin.
Dema ku mirin mirov digere
Li welatê xwe, di nav mirinê de,
Lê hatine kişandin têlên ku zevî û bexçe,
Li aliyekî birazî,
Li aliyê din kurê mamê,
Li wan dikeve guleyên dagirkeran,
Li ser sînorê dijminên wan,
yek ji wan bi tirkî,
yek ji wan bi erebî,
yek ji wan bi farisî diaxive.
Li çiyayên Kurdan kalekol,
Li zeviyên wan qereqol,
Dirêj dibin her ku zeviyên mayinkirî,
Qedexwe ye bi hesret û hezkirin ji her du aliyan re,
Tevlihev dibe bi bêhna cenazeyan
ku hatine gulebarankirin,
ev Kurdê kuştî ne.
Ew in ku li dora miriyan digerin,
Barê mirinê li ser sînor li pişt wan.
Her roj bilind dibe dûmana gundên şewitî,
Ji zilma koçberiyê bi darê zorê,
Meqsedên dawiyê ne xaniyên bajarî,
Ketiye destên xeraban ji belengazî,
Di bin zilma nijadperestiyê de,
Dûr ji welatê xwe,
Bin destên biyaniyan,
Yên ku balîfê wan kevir e,
Dema ku li binê pirê radize,
Hewcedarê nanekî bûne,
Ew xwişk, bira û heval in,
Mirina ku her kêlî li te digere,
Navê wan Kolber e,
Mirin li pişt wan e,
Ji kîn û nefretê gul vedibin li ser sînorên wan,
Rewa bûye komkujiya Kurdan li erdnîgariya wan!
(Çîya Akşak - 17.07.2023)























Yorum Yazın