--°Van
DOLAR49,74
EURO55,75
GRAM6.434
ÇEYREK10.533

Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (7)

Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (7)
Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (7) haberine ait detaylar

Qaso, pişta xwe daye dara karçînê. Kopalek zirav û qut di destan de ye. Bi binê kopalê xwe, bi pêlava xwe ya hin cihê wê qetiyayî dilîze.

Kirasek bêbistû lê ye. Şalek motkane li xwe kiriye. pora wî heta binê gûhê wî hatiye.

Bi deng û leza min serxweve hat û xwedahev.Got :

-Ev çi qêrîn û beza te ye? Min got:

-Em ê sibê biçin Adgonê. Bavê min dê ji min re şal û kiras bide dirûn. Qaso kêfxweş bû û got bavê min jî dê ji min re pêlavek bikire.. Niha kêf kêfa me ye. Qaso ji cihê lê rabû û got:

-Were em kêl bilîzin.Min got baş e. Kevir avêtin karê koçeran e. Çekê wan yê herî mezin ev e.

Li wê rastê me kêlên xwe rêz kirin û danîn û dest bi pêşbirka xwe kirin.

Hevalê min çend sal ji min mezintir e. Ewî kîjan kevir diavêt kêla min dianî xwarê. Lê ez wekî wî ne jêhatî bûm. Me qasî dilê xwe leyîst. Hindik maye tarî bikeve erdê. Bi kelecana sibê me dev ji lîstikê berdan û berê xwe da navenda karwan li lê.

Dîsa bavê min û Cezoyê Perxendî, hevir stirane û li ser sêlê nên dipêjin. Me dîsa kenê xwe negirt! Êdî di vê rewşê de hevîr kirin û nan pehtin bûye karê mêran. Min got:

-Bavo! ji me re kilorên penîr çêkin. Bavê min serê xwe hejand û got baş e. Paşê jî, ji iyêr hinek penîr derxist. Gilorê hevîrê bi destê xwe pehn kir. Têra dilê me penîr danî ser. Goşeyên hevîr di ser de anî û avêt li ser sêla sor. Em jî lê temaşe dikin. Hêdî hêdî kilorên me dipijin û tîkên penîr sor dibin û ji nanî diqetin. Hema nexwe lê temaşe bike, ewqas kilor delal xûya dikin li ser sêlê...

Şîva min û Qaso bû kilorên penîr. Me têra dilê xwe xwar.

Piştî şîvê herkesê xwe da ber ronahiya agirê xwe û ketin sohbetan.

Ji bo min jî şevek dirêj dest pê kir. Niha tava heyvê li cihê em lê dide. Stêrkan asîman xemilandine. Dîsa li ser têran amade me ji bo xewa havînê ya li vê deşta Bilanixê...

(Wêne: Î.Beşîkçî)


  • 0
    SEVDİM
  • 0
    ALKIŞ
  • 0
    KOMİK
  • 0
    İNANILMAZ
  • 0
    ÜZGÜN
  • 0
    KIZGIN
Kar ve soğuk Van'da yaşamı olumsuz etkiliyorÖnceki Haber

Kar ve soğuk Van'da yaşamı olumsuz etkil...

Prof. Dr. Ahmet ÖZER yazdı: BİLİNÇ VE BİLİNÇ DIŞININ İNSANA ETTİKLERİ VE FREUD’UN BAKIŞISonraki Haber

Prof. Dr. Ahmet ÖZER yazdı: BİLİNÇ VE Bİ...

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar