
Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (6) haberine ait detaylar
Em ji riya qamyonê ya Mûş û Tetwanê derbas bûn. Me xwe gihand tixûbê Bilanixê. Êdî divê cihê xwêya karê û porangê nêzîk be.
Dewarên me bêhna xwe vedane û me jî zikê xwe têr kiriye. Lê ez dibêm rewşa min xirab e. Min kiras û şalê xwe qirêj kiriye û kincên min hemû bûne zeweş û temetêz. Jixwe ew kelecana berê jî nemaye. Çiqas diçe zêdetir bêriya mal û zozan û hevalên xwe dikim. Carînan jî dibêjim:
-Xwezî ew pêlava diya min bi ser konî re avêtî xwar biketiya û em nehatana li van çol û çiyayan.
Niha tu tişt ji destê min nayê. Ez dibêm ew ba û bahoza di dilê min de kes pê nahise! Em çiqas gavek ji konan dûr diavêjin ewqas jî bêhna min teng dibe.
Cezoyê Perxendî,bi dengek bilind got:
-Ocaxa xwêya karê xûya kir. Ez bi vî dengî pîçek şa bûm. Min di dilê xwe de got, heke em xwêyê barkin û bibin gundan bifiroşin, çûyîna konan jî dê ewqas nêzîk bibe.
Nêzîkê êvarê ye. Em gihan cihê xwê lê. Karwanê me, li ser rasta dar û heşînahî heyî cih û war bûn. Me dewar berdan wê deşta fireh. Bavê min dîsa bi wî dengê xwe yê henûn got:
-Em îşev li vir in. Sibê zû, em ê têrên xwe tijî xwê û porang bikin û bibin van gundan bi genim re seranser tirimpe bikin.
Bavê min mezinê karwên bû. Ewî çi bigota kesî nedigot ne! Herkesê ya wî dikir.
Bernameya Karwanê Bilanixê kifş bû.
Bavo! hay ji rewşa kincê min hebû.Milê min girt û got:
-Sibê gava em çûn gundê Adgonê, ez ê ji te re kirasek û şalek nûh bidim dirûn. Ez pir kêfxweş bûm. Morala min hat cih û wekî berxên bihara deşta Xerzan min xwe hilavet û beziyam bal Qasoyê hevalê xwe..
(Wêne Îsmaîl Beşîkçî)














































Yorum Yazın