
Hasan Çakmak nivîsî: KARWAN (11) haberine ait detaylar
Piştî çend rojan em gihan zozanê xwe. Niha li malê me. Li ser kulêv li nik diya xwe rûniştîme. Birayê min û xwişka min a ji min piçûktir li derdora min re diçin û tên. Helawa mayî min da wan.Şad û kêfxweşim.Ez dibêm ez ê îşev bikevim xeweke pir şîrîn.
Di vê rêwitiya xwe de her tişt wekî xewnan hat bîra min. carinan kêfxweş bûm, carinan xem û keserê xwe berdan dilê min!..
Li zozên sibehekî nû dest pê kir û min ji nû ve dest bi zaroktiya xwe kir. To ya li ser mastê satilê ya min e vê sibê.
Ez ê kaf û xarên xwe bixim kûrikên xwe. Gilçên xwe hildim û li Mîrzo, Salih û Celo bigerim. Rojek din herim bêriyê. Pişt re beniştê kerengê berhev bikim. Carna jî ez ê berkaniyê xwe ji hewana di têra sor de derxînim û keviran bavêjim teht û zinaran. Bila ji berkaniyê min, ji mavîzera Dîdo zêdetir deng derkeve!..
Bir û berdeq jî dê roja wan bê.
Piştî deh-pazdeh rojan karwan vê carê jî dê biçin porangê barbikin û bifiroşin. Lê min aqil girt êdî ez ê neçim karwên. Ez ê nekevim pey helaw û cihên dûr. Divê mirov,karê ji bejna xwe dirêjtir neke!...














































Yorum Yazın