
Hasan ÇAKMAK nivîsî: Cemîlê Ozmên haberine ait detaylar
Dema êl li zozên cih û war dibin pir şad dibin.Rojên wan yên bi coş û xweş jî zêde ne.Stranan dibêjin,govendê digerînin û dibe lîlîliya keç û bûkan.Ev deng û şahiyên wan xemlek delal û xweş dide Zozanê Sîpanê Xelatê.
Cemîlê Ozmanê Simeyla,pêşiya kon rakir û kete hûndirê mala bavê.Kulav û kopalê xwe avêt ser diyarê û xwe li ser kulavê li erdê re dirêj kir.Ev peyamek bû ji dê û bavê re:
Yanê zewacê dixwazim.Herin hezkiriya min ji bavê bixwazin nexwe ez êdî ji we re şivantiyê nakim..

Riyek din êdî li ber dê û bavê namîne.Dê hîn bibin kîjan keç e û keça kê ye!..
Dê û bavê lêkolîn kirin.Hîn bûn ka Cemîl ji kê hez dike.Navê bûka xwe bi pirsan derxistin holê.Paşê soz dan Cemîl.Cemîl piştî çend rojan dîsa rahişt kulav û kopalê xwe û çû ber pezê bavê xwe.
Roja keç xwestinê hat.Ozmên, Emer Axa û çend giregirê êlê da pêşiya xwe û li mala bavê keçê bûn mêvan.
Piştî silav û kêfxweşî û tiştên hirde wêde dîwan germ bû.Gava mijûlayên beredayî qediyan Emer Axa dest bi gotinê kir:
-Birayê Îsa sebebê hatina me jixwe tu dizanî.Em hatine keça te Delalê ji kurê Ozmên Cemîl re bixwazin.Heke destûra te hebe em dikarin dest bi gotinên xwe bikin.
Îsa qasekê bê deng ma û dû re serê xwe bilind kir û li civatê nihêrî û bi dengek bilind:
-Hûn li ser seran ser çavan hatine.Destûr ya we ye mamo.
Bi vê gotinê mêvan kêfxweş bûn.Siwarê Xêlo dîsa dest bi gotina xwe kir:
-Birayê Îsa! Bi emrê xwedê û qewlê pêximber em keça te Delalê ji Cemîlê kurê Ozmên re dixwazin.Îsa:
-Hûn dîsa li ser ser û çavên min hatine.Heke xwedê qedera wan bi hevre nivîsî be ez jî dibêm erê.Min keça xwe Delal da Cemîlê kurê Ozmên.Xwedê mirazê wan bike.
Hemûyan bi hevre dua xwendin û kêfxweş bûn.
Reîs got:
-Îsa de behsa qalanê Delalê bike da ku em dawiya vî karê pîroz bînin.
Îsê di serî de reqemek pir mezin got.Ev edet bû.Paşê evqas ji bo xatirê axayê êlê,evqas ji bo xatirê filankesê û evqas jî ji bo xatirê bêvankesê.Vêca hat li ser reqema piyasayê sekînî.
Mêvanan şekir û şerbet vexwarin û heta derengiya şevê sohbet û şahiya xwe domandin.
Êdî ji îro pê ve Delal ya Cemîl e.Dilê wê hebe jî tune be jî nikare ji gotina bavê xwe derkeve!.
Bû sibe.Rojê li Kêlêkafir li konan da.Keç û kur û jin û mêran herkesî seh kir ku Delal êdî ya Cemîl e.Ev xebera xweş dê bigihîje Cemîl jî.Cemîl,dê ji îro pê ve şivantiya xwe bi kêfek xweş bike.Dê çixareya xwe bi dilek germtir bipêçe.Gava Delal were bêriyê dê dinyaya wî têra xwe gul û geş bibe.
Delal jî kefiya keçan li serî ye.Xeftanê herî xweşik û qedîfe lê ye.Goreya biermûşim û gol bi gol di lingan de ye.Fîstanê li sûka Bedlîsê hatî kirîn li ser de ye.Piştên li piştê ye.Çavên bêkil û hinarekên bê pûdra û melhem tu dibêjî ka karxezalek li binê berûyê ye.Vêcar delaliya Delalê nayê gotin.Wekî navê wê ye.
Êdî mala bavê kûr û keçê haziriya dawetê dikin..
Zozan bitav e.Li qûntara çiyê hinek belekiyên berfê mane.Havîna dereng e.Pez hatine birîn û berx hatine şûştin.Livaya berxan hatiye kurkirin.Bavê Cemîl hirî û berxên xwe yên nêr firotine.Xelîtogê wî tijî pere ne.Qalanê Delalê jî di piştêna Xezêmê ye û hêviya roja daweta Cemîlê Ozmên e.














































Yorum Yazın