--°Van
DOLAR47,38
EURO53,95
GRAM6.168
ÇEYREK10.108

Çîya Artos nivîsî: Jîyan û berhem û çalakîyên Osman Sebrî

Çîya Artos nivîsî: Jîyan û berhem û çalakîyên Osman Sebrî
"Di 1957'an de "Partiya Demokrat a Kurd" li Sûriyeyê bi pêşengiya Osman Sebrî hat damezirandin. Bi damezirandina partiyê re, di nav Kurdên Sûriyê de, şiyarbûn û zanînê serê xwe rakir. Lê ev xweşa desthilatdariya Suriyê neçû. Hemî endam û alîgirê partiyê re zehmetî derdi-xistin. Apo Osman 6 car hat hepiskirin û bi salan ceza û sirgûn xwar.Lê Apo Osman nikarîbû ji xebata şoreşgerî û siyasî bi dûr bikeve, û ji ber xebata wî ya siyasî, mêraniya wî û helwestên wî yên wêrek bi dehên caran ji alî desthlatdaran ve hate girtin û sirgûnkirin. "

Osman Sebrî yek ji şervanên rêxistina Azadî û serhildana Sex Seîd bû. Her çend ew pir ciwan bû jî, wî ji nişka ve xwe di nav şer de dît. Bi perwerdehiya xwe ya ji pêkhateya eşîrê, aliyê şervan û rewşenbîrê wî yekser derket holê. Ji ber ku ew di kevneşopiyên eşîrê de mezin bûbû û hatibû perwerde kirin. 

Osman Sebrî di 5'ê Çila sala 1905'an de li gundê Narincê yê navçeya Kolîka bajarê Semsûrê (Adiyaman) hatiye dinyayê. Ew ji êla Mêrdêsiyan e (Mirdêsan). Gundê wan di navbera Meletî, Ruha û Semsûrê de ye. Gundê Narincê û Xêştûrê ji aliyê Mêrdêsiyan ve wek paytexteke dihate naskirin. Herêmekê giring bû ji bo eşîrê.
Bavê wî serokê êlê bû. Navê bavê wî Sebrî Axa bû. Loma jî navê wî Osman Sebrî bû. Berê mirov paşnavê xwe, navê bavê xwe distand. Osman Sebrî hêj di 10 saliya xwe de bavê xwe wenda kir (1915). Şûna bavê wî, apê wî yê mezin, Şûkrî Axa girt. Kar û barên hoza Mêrdêsiyan jî ket ser pişta Şûkrî Axa.
Dema Osman Sebrî çavên xwe li vê dinyayê vekir, hinek bûyerên germ di Kurdistanê û di bin desthilatdariya Osmaniyan de de pêk dihatin.

Zordestiya devleta Osmanî, ji aliyên civakî û netewî nav gelan da gelekî dijwar bibû. Heta bûbû sedema serhildan û xebatên rizgarîxwaziyê. Ji aliyê hemî gel û neteweyên Împaretoriya nexweş, (Kurd, Ermenî, Balqan, Ereb û hwd.) gellek xebatên rêzanî û çekdarî diyar bûn. Herweha di nav Tirkan de jî tevgerên berbiçav û hêzdar peyda bûn. Partiya Jonturkan (Îttîhat û Terakî), xwe bi wan ramanan hêzdar kir û hewl da ku Împeretoriya pîr û nesax ji mirinê û herifandinê rizgar bike, mozayîka wê ya netewî biparêze û hemî hêzan li dijî sultanê dewletê bixe hundirê refekî. 

Îttîhat û Terakî di sala 1908 -an de hate ser kar û zextek mezin li gelên din kir. Di serî de, rewşenbîrên ji Ermeniyên Kurd û gelên din li İttîhat û Terakî dixebitîn. Ji ber ku piştê şoreşê wî soza azadiyê dabû wan. Li mixabin İttihat û Terakî, heman soz da kurdan û gelên dî, wî sozên xwe bicîh neanîn, û di dawiyê de kurd Ermenî û gelê dîn kuştin. 
Osman Sebrî xwendina xwe ya seretayî li dibistanên tirkî qedand. Di berêkî da ji pirtûkên dîrokî û helbestan hez dikir. 

Di 16 saliya wî de apê wî jinek jê re anî, zevicand. Bi vî awayê ji xwendinê dûr ket. Di 18 saliya xwe de, ji Apê xwe Şûkrî bêtir kar û barên êlê fam kiribû. Osman xwest ku dûrî êlê (eşîrê) bibe, here bajarekî din bicîh bibe û xwendina xwe berdewam bike. Lê Apê wî rêya derketina derve li ber wî girt û ew li kêleka xwe hişt da ku jê re bibe pişt.
Heta serhildana Şêx Seîd li ber apê xwe ma. Malbata Osman Sebrî malbatek niştimanperwer bû. Xwestin ku herin alîkariya Şêx Seîd bikin û sozê ku dabûnê bînin cîh. 
Ji ber ku Mistefa Kemal, endamê İttihat û Terakî, soz dabû kurdan, lê wî sozên xwe bicîh neanîn, û di dawiyê de çand û zimanê kurdan qedexe kirin. 
Osman Sebrî di civînek malbatî de bahs dike ku; „Apê min ji me re weha got: Heke şoreşa Şêx Seîd neçe serî, Mistefa Kemal wê riça kurdan raweşîne. Divê dema ku Şêx Seîd bigihêje Siwêrekê emê jî dest deynin ser bajarên Meletiye, Meraş, Eyîntab (Dîlok) û Semsûrê. Bi vî aweyî emê bikaribin Rojavayê Kurdistanê azad bikin“(3)
Lê Mixabin, berxwedana 1925 -an bi ser neket ji ber ku pratîka berxwedanê gelek malbatên mezin ên wekî axa, beg û û şêx, yên Mêrdsîyan jî, cihê xwe nav şoreşê de negirtin. Ango alika rîya berxwedanê nekirin.

Serhildan zû têk çû. Dû re devleta Tirk berê xwe da Şêx, Axa, Beg û Rewşenbîrên Kurdan. Bi taybetî yên ku bêhna niştimanperweriyê ji wan dihat, digirtin û dişiyandin dadgeha Îstiqlalê li Xarpêtê an jî Amedê. Hin eşîrên Kurdan ên ku piştgirî nedan berxwedanê û ne welatparêz bûn, ew jî hatin darizandin û sirgûn kirin. 
Êla Mêrdesîyan jî ji vana yek bûn. Şûkrî Axa jî birin Amedê. Li wir 15 salan ceza danê; di wê navberê de Osman Sebrî ji xalê xwe Hecî Derwêş seh kir ku wê Apê wî Şûkrî Axa di filan rojê de bibin zindana Antalyayê. Osman Sebrî tevlî çend peyayan (hevalan) ketin pêşiya karwanê û li bajarê Ruhayê, Apê xwe Şûkrî ji nav destê wan azad kirin. Ew û apê xwe derketin ser Çiyayê Nemrûdê, him ji bo nekevin destê neyar him jî ji bo serhildaneke çêkin. Mixabin kesên ji êlên herêmê pişta wan negirtin, ji be wê yekê ew ser neketin. Ew digel her du Apên xwe Şûkrî û Nûrî û 16 hevalên wan di sala 1926'an de hatin girtin. 
Di roja 24'ê Hezîrana 1926'an de dadgeha Tirk her du Apên wî li Amedê bi dar ve kirin. Lê ew heta Gulana 1928'an ku di zindana Amed ma. Piştî wê, devleta Tirk «qanûna çaksaziya rojhilatî» derxist û zimanê kurdî qedexe kir. Wan bi hezaran Kurd îdam kirin û kuştin. Wan Kurd bi saxî şewitandin. Wan ew bi balafiran bombe kirin. Wan çekên kîmyewî bikar anîn. Wan îşkenceyên bêhempa kirin.

Rewşenbîr, têkoşer, nivîskar, siyasetmedarên kurd, ên ku ji qetlîama faşîstên Kemalîst xelas bûn, çûn Binxetê.
Osman Sebrî bajarê Denizliyê de bû, piştî efûyeke giştî hat berdan. Di sala 1929'an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên Kurdan, hatin girtin. Piştî ji zindanê hat berdan mêze kir ku mayîna wî ya li Kurdistana Bakûrê zor e, ji neçarî di 1929'an de ji Bakûra Kurdistanê (serxetê) daket û berê xwe da Rojavaya Kurdistanê (binxetê), xwe li êla Berazan girt. Li bajarê Kobanê, serokê vê êlê Mistefa Şahîn Beg û Bozan Şahîn Beg bûn. Ew bixwe jî endamê Xoybûnê bûn. Osman Sebrî û Hesen Hişyar Serdî jî bi saya Mîr Celadet Bedirxan dibin endamê Xoybûnê. Xoybûn di sala 1927'an de li Beyrûdê hatibû damezrandin. Ewê tevgera Xoybûna damezrandibûn piraniyê wan endamê rêxistina Azadî bûn. 

Di sala 1930'an de endamên Xoybûnê xwe amade kirin ku alîkariya serhildana Agirî bikin. Wê êriş bibirana ser leşgerên Tirk. Du sedemên vî êrişê hebûn. Ya yekemîn barê eniya Serhildana Agirî sivikkirin, ya duyemîn jî bajarên nêzê sînor ji dest devleta Tirk rizgarkirin bû. Li gor pîlanê wê pênc eniyên şer bihatana amadekirin. Osman Sebrî wê biçûyana serxetê û gel ji vî serhildanê amade bikirana. 

Osman Sebrî di buhara 1930'an de derbasê Kurdistana Bakûr bû. Du mehan li Bakûr ma. Li vir belavokên Xoybûnê belav kir. Dû vegera wî ya li Suriyê, Sazûmana kemalîst ji desthilatdariya Frensiyan xwest ku wî radestê wan bikin. 

Desthilatdariya (güç) Frensiyan jî Osman Sebrî ji Kobanê mişextiyê (sirgûn) bajarê Suriyê Reqayê kirin ku ji sînor dûr be. Ne tenê Osman Serbrî, giştî endamin Xoybûnê.zor rûniştina Şamê kirbûn. Ew mehekê li sirgûnê ma. Bi biryara Xoybûnê zivirî û dîsa ket nav hewldana.hevalên xwe. 

Di yekê Tîrmeha sala 1930'an de Osman Sebrî di gel 20 neferên hoza  Berazan, sînor derbas bûn û du qereqolên Tirkan li navçeya Sîwêrekê kirin bin destê xwe. Divê berdewam bikirana. Lê dema pê hesiyan ku her du serokên êla Berazan, Mistefa û Bozan ji alî desthilatdariya Frensî hatine girtin, peyayên, şerwanê êla Berazan dev ji şer berdan û çûn hewara serokên xwe. Celadet Bedirxan vê reftara eşîra Berazan rexne dike.ku dev şerê berdabûn. Tevî ku ev merîyên eşîran endamên Xoybûnê bûn jî, lê mixabin dîsa jî berjewendiyên eşîran, pêşengî ji têkoşîna neteweyî re dida. 

Devleta Tirkiyeyê herdem Frensîya dixwestin ku, Frensî zextê bide ser Kurdan. Ew bi her awayî hewl didin ku têkoşîna netewî ya Kurd bifetisînin. Heger frensiyan bi Kemalîstan ra li dijî kurdan nexebitiyana. Kurdistan di sala 1930 de ava dibû. 

Piştî ku şervanên êla Berazan vegeriyan Rojavayê , Osman Sebrî tenê ma. Di heman demê de hin kesên din jî hatibûn girtin. Lê tenê Osman Sebrî peywira xwe bi cî anî. Ew jî paşê zîvirî xwe gehand li bajarê Şamê lê ji bo ku Frensî pênegrin. Çû ba Şêx Michem serokê êla Erebên Înîz. Dora du meh mêvaniya wî ma. 

Dû re çû Başûra Kurdistanê cem Şêx Ehmed Barzanî. Li vir jî Îngilîz wî rehet nehîştin. Li vir tê girtin û bi rewşeke xerab û perîşan, xwe ji nav lepên Îngilîzan rizgar dike û bi rev vedigere Suriyê û careke din xwe li Erebên Înîz digre û li bajarê Tilebyedê rûdinê. Piştî demekê ji wir radibe û xwe li welatparêz û Rewşenbîrên Kurdan digre û dikeve nav refên wan. Piraniya van Kurdan di Şamê bin rûniştina zorê de bûn. 

Di sala 1931'ê de serê buharê, Xoybûn wî dişîne Başûra Kurdistanê ku here navbera Şêx Ehmed Barzanî û Şêx Mehmûdê Hefîd xweş bike. 6 mehan li wir dimîne. Hewlêr ku dikeve destê Îngilîzan. Di zindanên Mûsil û Hewlêrê dimîne, û başê İngilîz wî radestê Frensiyan dikin.

Li Şamê gellek caran ew û hevalên xwe li ser babet û piroblemên netewî û şoreşê diketin gengeşeyê germ. Ji bin serê qerebalix û germbûna wan gengeşeyan, ew û hevalên xwe dûrî hev diketin. Lê çiqas ji wan dûr diket jî careke din li wan vedigeriya.

Osman Sebrî an jî Apo Osman (navlêka Apo jina Mîr Celadet, Rewşen Xanim lê kiriye û herkes bi vî navê gazî wî dikir) jiyaneke pir bi derd û zehmetî derbas kiriye. Li ku Kurd hebe, Kurdîtî hebe, Apo Osman li wir bû. Herdem warê şoreşgeriyê difikirî. 

Heta Mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawarê di 15'ê Gulana 1932'an de li Şamê çap kir û di nav Kurdan de belav kir. Di hejmara pêşîn de Qedrî Can ji Hawarê nivîsek di bin navê (Hawar hebe, gazî li dû ye) nivîsand û di bin wê de wiha go: "Ji bo birayê min Osman Sebrî." Bi vî awayê Osman Sebrî dest bi nivisînê kir. 

Ji vî demê şûn de di jiyana Osman Sebrî de qonaxek din vedibe. Ew herçend hest û ramanên şoreşgeriyê herdem di xwe de hîştibe jî ji vir û pê ve giraniya xwe dide ser xebatên nivisîn, perwerde û pêşketina kurdî. Ew bizanebûn nêzîkê vî mijarê jî dibe. Lewra herî tiştên ku kêmasiya wî tê dîtin arşîveke berfireh a Kurdolojiyê ye. Em bawer dikim ku Osman Sebrî jî viya dizanîbûn ku dest bi xebatên wiha kiriye. Bi taybetî jî ziman. Bi giştî mirov dikare ji van çend gotinê wî, hest û ramanên wî fahm bike. Wiha dibêje:
«Mirovê gelparêz gereke van sê tiştan bi duristî biparêze: Canê gelê xwe, malê gelê xwe û namûsa gelê xwe. Her kesê destê xwe dirêjî yekê ji vana bike, ew dibe rûreşê gelê xwe û xortên Kurd gereke dostaniya wan neke. Tu caran miletek hemî weka hev nafikirin û her hindeka bawerî bi ramanekê heye, vêca gerek e her kes azad be di bîr û baweriyên xwe da. Ji ber ku kes bi zorê weka mirovî nafikirêt, ez bi ramana xwe û tu bi ramana xwe lê em birayê hev in, nabe em şerê hev bikin. Ji ber ku em hemî ji bo rizgariya miletekî û welatekî dixebitin. Divê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe binivîsîne. Lê nizanin, hemû ji min re helbestan çêdikin. Em miletekî bê ziman in anha pir xortên me hene xwenda ne, bi Erebî jî xweş dizanin, dibêjin: Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin, lê naxwazin hînî zimanê xwe bibin û ez dê çawa ji wan bawer bikim?»

Apo Osman di kovarên curbecur de (Hawar, Ronahî, Pêseng, Hêvî, Çiya, Dengê Cotkar hwd.) Gotar nivîsand û wek karker xebitî. Ew wek rêvebir û xebatkarek di çalakiyên siyasî yên kurdî de xebitî.

Di sala 1954'an de Apo Osman alfabeya Kurdî ya latînî weşand û hin pirtûkên mîna Bahoz, Derdên Min û Çar Leheng nivîsand. Dîsa pir helbestên wî yên neçapkirî jî hene. Ew jî pêşengên wêjeya Kurdî ya nûjen e. Zimanê wî gellek zelal e. Jêhatî û wêrek e.

Berhemên wî yên çapbûyî ev in: 
-Elfebeya kurdî…sala 1954an
-Bahoz…sala 1956an
-Derdên me…sala 1956an
-Elfebeya tekûz…sala 1982an
-Çar leheng…sala 1984an
-Şerê Sasonê
-Bîranînên Osman Sebrî
Helbestên wî têkçûn, raperîn, berxwedan û destkeftiyên Kurdan tîne ziman. Helbestan Bahozê wusa dibêje:
Bahoz! 
Bahoz! 
Rûyê erdê tev, 
Bû dûman û toz. 
Stûn bi stûn 
Gihan ber ezman 
Ricifîn û lerizîn. 
Gihaşte cîhan 
Boblat, 
Boblat... 
Ev çi bela bû 
Bi ser me de hat? 

Di sala 1932'an de Apo Osman, «Civata alîkariyê ji bona belengazên Kurd li binxetê gel hevalên xwe ava kir.» Ev komele ew dem Kurdên ku ji Tirkiyê reviyabûn re alîkarî dikirin. Minakî damezranê komelê yek jî Hemze Begê Miksî mamoste bû, dersên zimanê Kurdî didan zarokên Kurdan.
Di 1937'an de tevlî hevalên xwe "Civata Azadî û Yekitiya Kurd" damezrandin. 

Di sala 1938'an de xwe dûrê Xoybûnê kir û Yekîtiya Xortan ava kir. Kurdên di nav Partîya Kominîst ya Sûrîyê jê re neyarî dikirin. Ji ber ku ewan Kurdan welatparêzî berdabûn û ji welatparêzê Kurd re neyarî dikirin. Karê Kurdan di nav Partîyê komunîst yê devletên dagirker çîye ? 
Ji Bakûra Kurdistanê naha jî hezaran Kurd di nav partiye Komunist û Sosyalist ê Tirkan da dixebitin û divin şoreşekê ji Tirkiyê çikên. Ax, namus, ziman hemû tiştên wan min destên dagirkeran dane. Divê ev beşî welatên xwe xilas bikin. Şoreşa Tirkiye yê ne karê wan e, karê gelê Tirk e. Çım gurtên kurdan ji bû şereşa Tirkan, Ereban û Farisan bimirin.

Di 1954'an de li Qamişloyê "Civata Yekitiya Xortên Demokrat ên Kurd," dîsa di sala 1954'an de "Civata Aşitîxwazên Sûriyeyê" di sala 1955'an de jî "Komela Vejîna Çanda Kurdî" damezrandin.

Di 1957'an de "Partiya Demokrat a Kurd" li Sûriyeyê bi pêşengiya Osman Sebrî hat damezirandin. Bi damezirandina partiyê re, di nav Kurdên Sûriyê de, şiyarbûn û zanînê serê xwe rakir. Lê ev xweşa desthilatdariya Suriyê neçû. Hemî endam û alîgirê partiyê re zehmetî derdi-xistin. Apo Osman 6 car hat hepiskirin û bi salan ceza û sirgûn xwar.
Lê Apo Osman nikarîbû ji xebata şoreşgerî û siyasî bi dûr bikeve, û ji ber xebata wî ya siyasî, mêraniya wî û helwestên wî yên wêrek bi dehên caran ji alî desthlatdaran ve hate girtin û sirgûnkirin. 

Helbestan xwe Feleka bêbext da weha dibêje:
Feleka bêbext şikand darê min
Nema kes rûniştî li ber arê min

Ji du hezar sal hey bi îro
Azadî nema di nav warê min

Zorkerên bêbav bi fend û xapan
Di berhev xistin dost û yarê min.
Apo Osman 18 car hatiye girtin. Deh sal ceza, 2 car bi salan, 7-8 car bi mehan mişextîbûn (sîrgûn) xwariye. Jixwe jiyana wî hemî sirgûn bû. Ciyê sirgûnê wek Şerq El-Urdun, Filîstîn, Arîtêriya, Tudmir/Palmêra, Rêka bendera Cide, Libnan û Madagaskara Efrîqayê bi mişextî (sirgûn) geriyaye. Xeynî vana bi sala jî ji bo nekeve zindanê bi revokî digeriya. Tevlî ku rêya Ewrûpa li ber vekirîbû jî lê destê wî ji welat û welatiyên wî nedibûn û her dem digot: "Ez ji nav welatiyên xwe nalivim. Ya Kurdistan û ya goristan."
Bi derketina kovara Hawarê re (15-5-1932an) mûma xebata rewşenbîriyê hate pêxistin, vêca apê Osman û bi saya Mîr Celadet ji eniya şerê çekdarî xwe berda eniya şerê wêjeyî û rewşenbîrî, û weke nivîskar, helbestvan û wergêr cihekî berz di meydana wêjegeriya kurdî de digire.
Piştî ku Frensî ji Sûriyê derketin û hikûmet bû erebî, ew karê rewşenbîrî li ber Kurdan qedexe bû û hat girtin. Kovarên Hawar û Ronahî ji ber rewşa aborîyê û zordariya dewletê hatin girtin. 
Di 1951'an de ku Mîr Celadet Bedirxan wefat kir, Osman Sebrî bi giranî dest avêt ziman. Lewra di Ji bo ku nebûna xwe ji Celadet Bedirxan dagire, wî hîn bêtir xwe li zimanê kurdî girt. Di 1971'an de desthilatdariya Suriyê mafê hemwelatiyê jê girt. Mîna bi hezaran Kurdan, dewleta dagirker ya Sûriyê jî nasnameya Osman Sebrî jî girt.  
Di demên dawî de mala wî bûbû mala hemî Kurda. Ji rewşenbîran heta karkeran, ji xwendekaran heta gundiyan giş dihatin ba wî û li wî guhdarî dikirin.
Apo Osman Sebrî di sala 1944'an de careke din zewicî û xanima wî çerkesî bû. Sê (3) kur û du (2) keçê wî henê. Navê kuran Hoşeng, Hoşîn û Heval, navê keçan Hingîr û Hêvî nin.
Apo Osman Sebrî herdem dilnizm, rast got, mêvanperwer û çalak bû. Tu car pîsî û xirabî ji dijminê xwe re jî nedikir. Osman Sebrî tu carî neyartiya di navbera Kurdan de nexwestiye. 
Em dikarin bibêjin ku Apo Osman Sebrî tevahiya jiyana xwe di nava xebat û tekoşînê de derbas kir û li her du qadên siyaset û wêjeyê de kesayeteke berz û xwedan bandor bû.
Osman Sebrî kesekî ku ji awayê ku dizanî û dev jê berneda bû. ew li ser wê dibêje; 
„ez bizanibim ku wê min bikujin jî, hege gotinek rast hebe, ezê nikarim veşêrim û ezê her tim wê rastîyê bêjim.“
Apo Osman Sebrî, di 11'ê Cotmeha 1993'an de, li Şamê çû ser dilovaniya Xwe. Di goristana gundê Berkevirê de wî veşartin. Ev gund girêdayî navça Dirbêsiyê ye. Ji sînorê Tirkiyê 15 km. dûr e.
Ji bîranînên Mamoste Osman Sebrî yê ku di 1993 de di 85 saliya xwe de li Sûriyê wefat kir û li pey xwe alfabe, gotar, helbest û bîranînên kurdî hişt, gelek tişt hene ku em hîn bibin.
Osman Sebrî, di 21ê Tîrmehê.1940an de ji bona Xortên Kurd helbestek nivîsîye:
Kurd in em şêrên çîyan in, dê bijîn serdest û gûr.
Doza me tola welat e, bistînin bi qeftdê şûr.
Heya dih me xwe nasî, lê îro bûne şiyar.
Dêhrifîne sihna kurdan, çi çîyan lat û zinar.
Da cihan qenc zanibit ko, Kurd êdî nabin zelîl,
Nema datînin serê xwe, namînin bindest û dîl.(4)
Apê Osman Sebrî dîrokek e. Dîrok bi vegotinê naqede, pêwîste bi vegotina Osman Sebrî, bi dehan pirtûkên dîrokê binivîsin. 
Du celeb rewşenbîr hene. Ya yekem tenê nivîskar e. Ya paşîn hem şervan e hem jî nivîskar e. Osman Sebrî celeba dûyem bû, rewşenbîrekê hem  şervan û hem jî nivîskar bû.
Em dibêjin bila rûhê şad be, 
Xebata wî ya hêja bila rewşa me ronahî bike, 
Helbestên wî yê zelal û xweş bila agirê welatparêzîya me zêde bike.
04ê Tebaxê 2022


  • 0
    SEVDİM
  • 0
    ALKIŞ
  • 0
    KOMİK
  • 0
    İNANILMAZ
  • 0
    ÜZGÜN
  • 0
    KIZGIN
Van T Tipi Cezaevi'nde ertelenen kapalı görüş yarın yapılacakÖnceki Haber

Van T Tipi Cezaevi'nde ertelenen kapalı...

"KPSS Türkçe sorularında şifreleme var" iddiası!Sonraki Haber

"KPSS Türkçe sorularında şifreleme var"...

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar