
"(...)Di dema şer û aloziyan de derfet ji dewletan re derdikevin. Ev derfet çi ne? Dagirkerî, komkujî, çewisandin, tepisandin an jî tunekirina muxalefeta xwe ye."
Divê niyeta dawî ya Tirkiyeyê baş bê fêmkirin
Ji bo ku pirsgirêkên Tirkiyeyê yên vê dawiyê yên di nava NATOyê de baş bên fêhmkirin, mirov li polîtîkayên wê yên berê binêre. Mebesta Tirkiyeyê ya rastî siyaseta wê ya muxalefeta Kurdan e.
Di dema şer û aloziyan de derfet ji dewletan re derdikevin. Ev derfet çi ne? Dagirkerî, komkujî, çewisandin, tepisandin an jî tunekirina muxalefeta xwe ye. Dewleta Tirk ji ber ku şerê Ûkrayna-Rûsyayê weke firsend dît, zêdetir dest bi êrîşan kir. Ji bo berfirehkirina vê êrîşê, dixwaze endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandiyayê veto bike da ku ji dewletên Ewropayê piştgirî werbigire an jî wan bêbandor bike. Di vî warî de ne mimkûn e ku bi temamî serkeftî be. Lêbelê, hin tawîzên piçûk dikarin werin kirin. Ew ê van tawîzên biçûk wek firsend bi kar bîne û bike bahane û êrîşî kurdan bike.
Rojekê di televizyoneke Swîsrî de siyasetmedarekî şîrove kir. "Rewşa asayî ya Tirkiye yê tevliheviyê çêdike û piştî hin tawîzên ku dayî, dev jê berdide." Lê ev ne derdê Erdogan e, siyaseta dewleta tirk e. Tevahiya siyaseta dewleta Tirk, ji derziyê heta bi benik, li ser Kurdan hatiye meşandin. Li ber çavê hemû cîhanê hemû mafên kurdan yên netewî û demokratîk çopandin dike û firsendê bi kar tîne û nahêle kes alîkariya kurdan bike. Dema me di şerê Ûkraynayê de piştgiriya Amerîka û Yekîtiya Ewropayê dît, me fêm kir ku tu qîmeta kurdan ji bo wan tune. Ji bo wan Kurd tenê hêzeke li dijî DAIŞ’ê şerbike û tu mafên wan ên netewî tune. Kuştina dewleta Tirk a 100 sal bi çekên dewletên NATO’yê mînaka vê ya zelal e.
Her çendî dizanin Tirkiye rêzikên NATOyê bi cih nayîne û wek ku bixwaze NATOyê bi kar tîne jî, Tirkiye ji NATOyê dernaxin. Vê carê jî bi dayîna hin tawîzan di derbarê kurdan de ji Tirkiyeyê re, li ser Swêd û Fînlandiyayê jî bi piçek sîyaseta makyajê bipejirînin. Herwiha Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî got: "Ew di wê baweriyê de ye ku bi Tirkiyê re ku li dijî endambûna her du welatan di Hevpeymaniyê de ye, lihevkirinek çêbibe." Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken jî peyamên bi vî rengî dan. Dîsa hikûmeta Swêdê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de diyar kir ku “Alîkariya leşkerî nadin Rêveberiya Xweser a Rojava û HSP’ê. Ev gotin rast be jî ev tê wateya tawîzeke ku berê ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn.
Her çiqasî xwînsarîya dewleta Swêdê ya li hemberî PKK'ê tê zanîn. Ji ber kiryarên xerab ên PKK'ê yên berê, li Ewropa û Swêdê gelek welatan tedbîrên tund girtin. Dewleta Tirk jî vê yekê dizane. Lê tê zanîn ku Swêd û Fînlandiya du welatên dostên kurdan in. Derdê Tirkiyê ne PKK û HSD ye, pirsgirêka kurdan bi giştî ye. Kî bi Kurdan re bibe dost, Tirkiye wan weke dijmin dibîne. Swêd û Fînlandiya bi her nirxî dê bibin endamê NATOyê. Bi rastî van welatan dixwestin bêalî bimînin. Lê dema ku Rûsyayê li herêmê pozîsyona dagirkeriyê girt rewş guherî. Ji ber ku bi şerê Rûs û Ûkraynayê re, tirsa wan ji dagirkirina Rûsyayê destpê kir. Ji ber vê çendê jî ew ê hinek tawîzan bidin Tirkiyê.
Bi şerê Rûsya û Ûkraynayê re wê hevkêşeyên heyî li herêmê rengekî nû bidin. Nakokîyên di navbera Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê yên di nava NATOyê de hatin xwarê û NATO hîn zêdetir dest pê kir. Tirkiye di nava NATOyê de pirsgirêkan derdixe û dualî dilîze. Ger îro nebe jî divê li hemberî Tirkiyeyê hin tedbîran bigrin. Girîngiya Tirkiyê ji bo NATOyê ew e ku Tirkiyê wek pirekê li hember Rûsan dibînin. Ji ber vê yekê ji bo wan Tirkiye li herêmê xwedî girîngiyeke jeopolîtîk e. Fikra derketina Tirkiyê ji NATOyê tiştekî ku Tirkiye qet nafikire. Ji ber ku yek ji sedemên herî mezin ê pozîsyona Tirkiyê endamtiya wê ya NATOyê ye. Dizane ku ger derkeve wê çi were serê wî.
Daxwaza Tirkiyeyê ya ku bi sûdwergirtina ji şerê Rûsya û Ûkraynayê êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê bike, ji aliyê dewletên NATO'yê ve jî tê zanîn. Em nizanin heta kengê ew ê destûrê bidin vê yekê. Lê belê teqez e ku ew ê li gorî pêvajoya şer biryarê bidin. Lê destûr nadin êrîşeke mezin. Her wiha bi saya hevkarî û xebata Rûsyayê ya bi Tirkiyeyê re li herêmê û bi xêra wê rehetiya wê Tirkiye dê êrîşî hin herêman bike. Nakokiya di navbera Kurdan de ji bo dewletên kolonyalîst xêr e.
Çîya Artos
28ê Gulana 2022








































Yorum Yazın