--°Van
DOLAR50,16
EURO55,94
GRAM6.556
ÇEYREK10.696
Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Rewşa Rojhilatê Kurdistanê

Rewşa Rojhilatê Kurdistanê

Em nikarin li vir li ser dîroka Rojhilatê Kurdistanê nîqaş bikin.Lêbelê, em bi kurtasî binivîsin ku Rojhilatê Kurdistanê di sala 1639an de Peymana Qesrî Şîrînê ku Peymanek di navbera Împeratoriya Osmanî û Dewleta Sefewî de hat îmzekirin, wekî beşek ji Kurdistana Mezin, ket bin desthilatdariya Împeratoriya Farisî.Dîroka têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê ji bo serxwebûn û dewletbûnê dirêj e.

Têkoşîna neteweyî, ku di sala 1880an de ji aliyê Şêx Ubeydullah Nehrî ve hate birêvebirin; ji sala 1905an heta 1930an di bin serokatiya Simko, serokê eşîra Şikaka de, berdewam kir; piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di sala 1946an de, di bin serokatiya Qazî Mihemed a Komara Kurdistanê ya Muhabbet de; û piştî hilweşîna rejîma Şah di sala 1979an de, Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê PDK ya Îranê, Komele û Dîwana Şêx Îzedîn Huseynî ve hate birêvebirin. Îro, têkoşîn bênavber berdewam dike û careke din Kurd rastî wan zehmetiyan tên. Divê em kesên ku di vê dozê de wek şehîd ketin bi bîr bînin, mîrateya wan biparêzin û erkê xwe yê li hember wan bicîh bînin. Divê em herdem Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Şerefkendî bi bîr bînin, yên ku ji aliyê rejîma hov a Îranê ve hatibûn şehîdkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Norwêcê ye ragihand, sala 2025an Îranê herî kêm hezar û 500 kes îdam kirine ku ev di 35 salên borî de asta herî bild a Cezayê bidarvekirin bû.Ji bilî darvekirinan, tê gotin ku di xwepêşandanan de (2025 û 2026 an da) zêdetirî 30 hezar kes hatine qetilkirin. Li gel vê yekê, rejîm hîn jî li ser piyan e ji ber ku ew tenê bi tundî û terorê dikare bijî.

Aborîya Îranê, Rêjeyên enflasyonê yên salane ji rêjeya %80-90î derbas bûye. Bêkarî gihîştiye %50î. Pereyê Îranê li hember dolarê ber bi hilweşînê ve diçe, hefteya borî 1 dolar li bazara azad bi qasî 2.7 milyon rîyal hat firotin. Ew kesên ku têkiliyên aborî bi Îranê re diparêzin, metirsiya dûrketina ji sîstema dolarê Amerîkî heye. Bi kurtasî, bi enflasyona %90, enflasyona xwarinê %128, kêmbûna aboriyekê û kêmbûna dahata petrolê, rejîma Îranê çiqas dikare berdewam bike?Ew ê paşê eşkere bibe.  

Siyaseta dewleta kolonyalîst a Tirkiyeyê ye li hember Kurdên li her çar beşên Kurdistanê dijminatîye.Ango, ew Kurdan ne wek dost, lê wek dijmin dibîne.Her wiha her destkeftiyek li Rojhilatê Kurdistanê wek windahiyek ji bo xwe dibîne.

Dijberiya Tirkiyeyê li hember destwerdan û serhildaneke muhtemel a Kurdan li Îranê bû sedema ku Amerîka û Îsraîl plan û projeyek zelal û diyar ji bo hêzên Kurdî pêşkêş nekirin.Komên Kurdî diyar kirin ku ew "bi zelalî fêm nakin ka çi rol ji wan re hatiye destnîşankirin û ew ê çi celeb piştgirî werbigirin."

Ji nû ve şekildana dînamîkên hêzê li herêmê Tirkiyeyê neçar dike ku têkiliya xwe bi Kurdan re ji nû ve binirxîne.Lêbelê, ev ji nû ve nirxandin naskirina mafên neteweyî û demokratîk ên Kurdan nagire nav xwe, lê belê, bi rêya astek nermbûnê, ew hewl dide ku bi rêya siyaseta "Entegrasyona Demokratîk" Kurdan asîmîle bike û bike Tirk.

Li gorî pisporan, hilweşîna ji nişka ve ya sîstema Îranê ji ber zextên derve ne mimkûn xuya dike.Rêberên Amerîkî û Îsraîlî fêm kirin ku ew di vê derbarê de xelet in û wan neçar man ku stratejiya xwe ya şer biguherînin.Wan fêm kir ku rejîma Îranê dê di nav çend salan de bi rêya darbeyan hêdî hêdî hilweşe, ji ber ku torên dewleta Îranê ji dewletê bi xwe kevintir in û di civakê de kûr in.Lêbelê, rejîma Îranê bawer dike ku xetera rastîn ji hundir tê.Lawazbûna îbadetên olî, berfirehbûna valahiya di navbera civak û dewletê de ji ber zorê, darvekirin, îşkence, girtin, gendelî, xizanî û neheqî û nakokiya zêde di navbera retorîka fermî û jiyana rojane de wekî faktorên ku di demek dirêj de pergalê xera dikin û wêran dikin têne destnîşan kirin.

Hilweşîna rejîm û guhertina ji nişka ve li Îranê îhtîmalek mezintir heye ku bi veguherînek hêdî û kûr çêbibe ne bi hilweşînek ji nişka ve. Ji ber vê yekê Amerîka û Îsraîl xwe ji bo şerekî demdirêj li dijî Îranê amade dikin. Mîna Sûriyeyê, piştî çend salan ji derbeyên leşkerî, rejîma Esed hat hilweşandin.

Di destpêka şer de, Şahê Îranê Riza Pehlewî di daxuyaniyekê de helwesteke dijminane li hember Kurdan nîşan da.Di encamê de, opozîsyona Îranê hêza xwe zêdetir winda kir. Li gorî Kurdan, "nêzîkatiya Pehlewî ji ya rejîma heyî jî xirabtir e." Kurê Şahê berê yê Îranê, ku li Amerîkayê mezin bûye, qet derseke demokrasiyê negirtiye û mîna bavê xwe, çandeke faşîzm û dijminatiyê li dijî Kurdan diparêze.Dema ku ew were ser desthilatê, ew ê mîna rejîma Şîe Kurdan bikuje.Ji ber vê yekê, divê gelê Kurd alîkariya Şah neke da ku li Îranê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, desthilatdariya xwe ji nû ve bi dest bixe.

Pêla xwepêşandanên ku di 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li Bazara Mezin a Tehranê dest pê kir, bi lez li seranserê Îranê belav bû.Piştî dehsalan ji tepeserkirina dijwar a dewletê û hilweşîna aborî, gelek Îraniyan diyar kirin ku ew gihîştine sînorê tehamulê xwe.

Naha, Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê (SŞA) li ketin û derketinên bajarên Kurdistanê xalên kontrolê diparêze û binesaziya xwe ya çavdêriyê li herêmê berfireh dike.Di hefteyên dawî de, wan şandineke leşkerî ya mezin ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve pêk aniye.

Rêxistinên siyasî yên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê kar dikin, damezrandina hevpeymaniyek nû ragihandin û di daxuyaniyek hevbeş de modelek siyasî ya pêşerojê destnîşan kirin.Pênc partiyên ku li Kurdistana Îranê kar dikin, yekîtiya xwe di bin navê "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" de ragihandin û biryara xwe ya ji bo têkoşîna bi hev re ragihandin.Hevpeymaniya ku ji aliyê partiyên Kurdî ve di 22ê Sibata 2026an de di daxuyaniyek hevbeş de hatiye ragihandin, wekî "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" tê binavkirin.

Daxuyaniya hevbeş a ku ji hêla hevpeymaniyê (itiffak) ve hat weşandin, diyar kir ku armanca wan avakirina "Herêmek Kurdistana Îranê" ye ku li ser bingeha avahiyek federal di nav Îranê de ye.Daxuyaniyê her wiha destnîşan kir ku armancên bingehîn ên hevpeymaniyê têkoşîna ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê, misogerkirina (garanti) mafê çarenûsî ji bo gelê Kurd û avakirina avahiyek neteweyî û demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha îradeya siyasî ya neteweya Kurd e.Ev yekîtî li Rojhilatê Kurdistanê yekem car bû ku demek dirêj li bendê bû, her çend hin pirsgirêkên navxweyî derketibûn holê.

Partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê tifaqê ava dikin: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Komela Karkerên Kurdistanê (Komele) Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê ango Sazman-ı Xebat.

Berî şer, komên Kurd li Rojhilat Kurdistanê (Îranê) ji bo serhildanek potansiyel a ku ji ber nerazîbûna civakî ya li dijî rejîma Îranê zêde dibû, amadekariyan dikirin.Lêbelê, şert û mercên li ser erdê û nebûna planeke piştgiriya derve ya zelal rê li ber pêkanîna van planan girt. Fermandarên Kurd diyar kirin ku operasyonek li ser sînor bêyî serhildanek gelêrî ya berfireh di nav Îranê de xetereyên mezin dihewîne.Kapasîteya Îranê ji bo bersivek bilez û tund van fikaran xurttir kir.

Ew Partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê tifaq avakirin yek jî PJAK bû. Rêwar Avdanan, yek ji berpisyarekên PJAKê, got, "PJAK partiyek siyasî ya serbixwe ya Kurd e ku li Rojhilat û Îranê dixebite. Hilweşandina PKK/KCKê têkiliyek rasterast bi PJAKê re tune." Lêbelê, Rêwar Avdanan, dîsa dibêje: "Ji aliyê nêrîna cîhanê û felsefeya têkoşînê ve, PJAK baweriya xwe bi raman û nexşerêya Rêber Apo [Abdullah Öcalan] tîne." Her çiqas PJAK ji aliyekî ve dibêje ku hilweşandina PKKê wan girêdayî nake jî, ji aliyê din ve, bi gotina ku ew piştgiriyê didin nêrîna cîhanê ya Öcalan, ew înkar nakin ku ew ê daxwazên Öcalan li Rojhilatê Kurdistanê bicîh bînin.

Bi rastî PJAK girêdayî PKKê ye, wekî amûrek dewleta Îranê tevdigere, "Projeya Xiyanetê ya 27ê Sibata 2025an" a Öcalan pêk tîne da ku pêşî li federalbûna Îranê û avakirina federasyonekê li Kurdistanê bigire. Ev rexne bi mafdarî Kurdan aciz dikin.

Bafil Talabanî, serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), hefteya borî li Foruma MERI diyar kir ku pêvajoyek aştiyê ya mîna ya li Tirkiyeyê li Îranê dest pê kiriye, û ew hîn jî di qonaxên xwe yên destpêkê de ye.Bi girtina vê nûçeyê wekî xalek destpêkê, rola PJAK li Îranê dê ew be ku helwestek li gorî Faris, Tirk û Azeriyan bigire.

PKKê çeper û baregehên xwe radestî artêşa Iraqê û Tirkiyeyê kirin. Li Şingalê û li ser sînorê Başûrê Kurdistanê jî heman tişt kirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî radestî hikûmeta Şara ya Şamê kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî wê heman tiştî bikin. Ev wek dijminên Kurdan û Kurdistanê dixebitin.

 

Wekî din, berteka aktorên herêmî jî bandor li ser pêvajoyê kir.Nexwestina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo tevlîbûna şer, qada manevrayê ya Kurdan teng kir.Nexwestina wan a dîplomatîk a ji bo tevlîbûna şer rast bû an na?Ev mijara nîqaşê ye.Lê rastîyek heye ku ew necarin mîna dewletekê bi dîplomatîk tevbigerin.

Eslê Kurd ê Rojhilat hîn xurttir e.Partiyên Kurd di vê hevpeymaniyê de "piraniya" pêk tînin. Ji ber vê yekê, her çend PJAK xwedî hewesa xiyanetê be jî, şansê wê yê serkeftinê bi raya min kêm e.

Partî û komên Rojhilatê Kurdistanê, ku tê payîn ku di pevçûna berdewam a di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de li ser erdê roleke girîng bilîzin, di dema şer de neketin eniyên şer.Siyasetmedar ji bo vê yekê gelek sedeman destnîşan dikin.Mînakî, zexta leşkerî ya tund a Îranê û peyamên nakok ên Washington û Tel Avivê têne behs kirin. Di rojên destpêkê yên şer de, Serokê Amerîka Donald Trump êrîşeke bejayî ya potansiyel a Kurdên Rojhilat (Rojhilatê Kurdistanê) li dijî Îranê wekî "ecêb" bi nav kir.Lêbelê, çend roj şûnda, wî ev daxuyanî vekişand û ragihand ku ew naxwazin Kurd di şer de beşdar bibin.Vê guhertina ji nişka ve di nav komên Kurd ên li ser erdê de nezelaliyek girîng çêkir.Ne Hikûmeta Federal û ne jî partiyên Rojhilatê Kurdistanê baweriya xwe bi rêveberiya Trump neanîn. Trump herû tiştekê dibêje. Rêxistinên Rojhilata Kurdistanê komkujiyek mezin a li Kurdistanê ji hêla dewleta Îranê ve ditirsin.

Rastiya li meydana şer îspat kiriye ku ji bo Kurdan zehmet e ku bi tena serê xwe eniyek vekin.Ji ber ku heya ku piştgiriya derve, serhildanên navxweyî û hevsengiyên herêmî di heman demê de çênebin, beşdariya rasterast a Kurdan di şer de êdî ne mimkûn tê hesibandin.

Di dema şerê li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê de, Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) hem li Îranê û hem jî li Herêma Kurdistanê li dijî Kurdan kampanyayek tund a tepeserkirinê pêk anî.Peyamên ku ji welatiyên Kurd ên li Îranê re hatin şandin, wan ji encamên giran hişyar kirin ger ew bi Amerîka û Îsraîlê re hevkariyê bikin. Di heman demê de, hêzên ewlehiyê gihîştina înternetê li deverên Kurdan sînordar kirin, ji bo tespîtkirina girêdanên satelîtê skan kirin û serdegirtinên malan pêk anîn.Armanca wan çalakiyan pêşîgirtina li serhildanek muhtemel bû.

Li aliyê Iraqê, dewleta Îranê, bi rêya wekîl û peymankarên xwe, rasterast gef li rêveberiya Kurd xwar. Hişyarî hatin dayîn ku ger hêzên Kurd ên li ser sînor venekişin, dê êrîş werin destpêkirin. Tevî vekişîna hêzên Kurd, milîs û dronên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirî kirin berdewam kirin ku li herêmê hedefan bixin.

Daxuyaniyek berê ku di medyaya Îranî de hatibû weşandin û ji balyozê Îranê yê li Bexdayê, Mihemed Kazim El-Sadiq, re hatibû gotin, îdia dikir ku Bexda û Tehran li ser derxistina komên muxalefeta Kurd a Îranê ji Herêma Kurdistanê an jî radestkirina endamên wan ji Îranê re li hev kirine.

Trump wê demê ji komên Kurdî yên li Rojhilatê Kurdistanê re gotibû, "Me hinek çek û cebilxane ji wan re şandin. Divabû ew radest bikin, lê wan ew parastin."Lê belê, malbata Talabanî, YNK û partiyên din ên Kurdî gotin ku ev ne rast e.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Huseyîn Yazdanpena di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya Jerusalem Post got, "Tiştê ku em li Îranê dibînin ne tenê krîzeke aborî ye. Ev di serî de nîşanên krîzeke kûr a siyasî ne," û got, "Dewlet, pergala siyasî û hikûmet di krîzê de ne." Dîsa Yazdanpena diyar kir ku nelihevhatina bingehîn a di navbera nasnameya dewletê û nifûsê de li Îranê krîzeke dişibihe pêvajoyên ku bûn sedema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û krîza şer û qirkirinê li Yugoslavyayê diafirîne.

Partiya Azadiya Kurdistanê ya Îranê (PAK) diyar kir ku ew ê di tu şert û mercan de çekên xwe radest nekin, lê heke hebûna wan li wir zext an pirsgirêkan ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê çêbike, dibe ku ew herêmê biterikînin.

Hêzên Pêşmerge yên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî yên ku li dijî terorîzma DAIŞê şer kirin, şerekî qehremanî danîn.Peymana wiha ya hikûmeta federal a Başûrê Kurdistanê bi Îranê re qet ne di berjewendiya Kurdan an Başûrê Kurdistanê de ye.

Di şerê ragihandî yê di navbera Amerîka û Îsraîl û Îranê de, Îran û hevalbendên wê ji destpêka şer ve bi sedan êrîşên bi mûşekû bêmirov li ser Herêma Kurdistanê kirine.Beşek girîng ji van êrîşan rasterast komên siyasî û hêzên çekdar ên Kurd hedef girtine.Hat ragihandin ku dema ku baregehên komên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hatin lêdan, herî kêm çend şervan hatine kuştin û binesaziya wan bi giranî zirar dîtiye.Fermandarên Kurd diyar kirin ku hedefgirtina rast a mewziyan ji aliyê Îranê ve nîşan dide ku toreke îstîxbaratê ya berfireh li herêmê heye.Bi gotineke din, rêxistinên wekîlên Îranî yên li Iraqê (û dibe ku di nav civaka Kurd de jî hebe) îstîxbarat dane Îranê.

Gelobûyerên 15ê Gulana 1968an, dema ku Suleyman Muînî û hevalên wî di encama "brakujiyê" (birakujiyê) de hatin kuştin û cenazeyên wan radestî rejîma Şah hatin kirin, dikarin dubare bibin? Bi heman awayî, bûyera çend sal berê, ku siyasetmedarekî Kurd ê Rojhilat (Mustafa...) ji girtîgeheke Îranê reviya, li Başûrê Kurdistanê hate girtin, radestî Îranê hate kirin û yekser hate îdamkirin, hîn jî di hişê me de teze ye. Wekî din, îsal, dermankirina şervaneke jin a Pêşmerge ya Rojhilat a ku di êrîşa bêmirov a rejîma Îranê de li nexweşxaneyên Silêmaniyê birîndar bû, nehat dermankirin û şehîdbûna wê ya paşê, bûyerek ne layiqê welatparêziya Kurd bû. Siyaseta hikûmeta federal a Kurdistanê li hember komên li Rojhilatê Kurdistanê ne di berjewendiya wê de ye û ne jî di berjewendiya wan de ye.

Li gorî pisporan, hevsengiya hêzê ya li Rojhilata Navîn ku bi lez diguhere, rê li ber pêvajoyekê vedike ku Kurdan di navenda siyaseta herêmî û cîhanî de datîne.Her çend rêveberiya Trump siyasetek dijî-kurd hebû jî, pispor tekez dikin ku "faktora Kurd" di siyaseta herêmî ya Washingtonê de her ku diçe diyarker dibe.Amerîka siyaseta xwe ya cîhanî ne li gorî Trump, lê li gorî berjewendiyên xwe diafirîne.

Ji ber ku Kurd ji rêziknameya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hatin dûrxistin, bi salan di pergala navneteweyî de bi rastî jî nehatin dîtin û paşguhkirin.Ev ji ber ku petrol, av û çavkaniyên wan ên din di destê hêzên kolonyal ên Tirk, Faris û Ereb de bûn û dewletên navneteweyî van çavkaniyan îstismar kirin.Lêbelê, ev rewş îro li Rojhilata Navîn bi girîngî guheriye.Rewşa ewlehiyê ya tevlihev ku bi taybetî di serdema piştî Şerê Sar de û şerên petrolê yên li Rojhilata Navîn çêbûye, Kurdan kiriye aktorek berbiçav û bibandortir.Tevî hemî neyînîtiyê, nemaze xiyaneta li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji hêla Öcalan û dewleta Tirkiyeyê ve, Kurd hîn jî demokrasiyek guncaw, mafên mirovan û hevalbendek pêbawer li herêmê temsîl dikin.

Hem li Îranê û hem jî li Rojhilatê Kurdistanê, Kurd roleke girîng di zêdekirina tevgera civakî de dilîzin û xwedî hêz û dînamîzmek in ku dikarin wan bikin aktorên bibandor di pêşeroja welêt de. Di rewşa veguherîn û guhertineke siyasî ya muhtemel de li Îranê, Kurd dikarin bi saya cihê xwe yê erdnîgarî û avahiyên xwe yên rêxistinkirî roleke krîtîk bilîzin. Ev yek, di destpêkê de, bi rêya federasyon an otonomiyek mîna ya li Iraqê mimkun e. Ev îhtîmal Kurdan di planên stratejîk ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li herêmê de hîn girîngtir dike. Ji ber ku rewşek ku Kurd di rêveberiya Îranê de xwedî gotin nebin, di demek dirêj de xizmeta berjewendiyên Amerîkayê nake. Îdia hene ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikare bi hêzên Kurdî yên li Rojhilatê Kurdistanê re di operasyoneke bejayî ya muhtemel a li dijî Îranê de hevkariyê bike. Ev gaveke rast e. Her çend Tirkiye bi tundî li dijî alîkariya Kurdan be jî, Amerîka û Îsraîl wê ji bo berjewendiyên xwe wê yekê bikin.Wekî din, şansê serkeftinê ji bo kêm e.Çawa ku bêyî Kurdan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî rejîma Sedam li Iraqê şansê serkeftinê tunebû.Lêbelê, Kurd dê ji bo beşdarbûna xwe di pêvajoyek wusa de mafên siyasî yên bihêz û garantiyên ewlehiyê bixwazin.

Em ê bibînin ka têkçûna rêveberiya Trump di hilbijartinên navîn ên Amerîkayê de dê çawa bandorê li şerê bi Îranê re bike.Lêbelê, tiştek diyar e: şerê bi Îranê re li Amerîkayê krîzek mezin a aborî çêkiriye.Bilindbûna bihayan û enflasyonê ji bo mirovan zehmet kiriye ku debara xwe bikin.Ji ber vê yekê, Trump neçar e ku şerê bi Îranê re bidomîne û rejîmê hilweşîne.Wekî din, dê ji bo wî pir dijwar be ku ji nû ve were hilbijartin.

Ev rastiyek e.Îran di krîzeke mezin a siyasî û aborî de ye.Ew ê mîna Yekîtiya Sovyet û Yugoslavyayê hilweşe. Îran, mîna Tirkiyeyê, xwedî sîstemeke yekgirtî ye ku mafên gelên din înkar dike, û sîstemeke siyasî ya nedemokratîk û totalîter e ku nasnameya Farisî bi zorê li ser Kurd, Azerî, Belûç û Erebên Sunnî li Ehwazê ferz dike.Sîstemeke wisa bingeheke hiqûqî tune ye û di dawiyê de dê têk biçe.Çarenûsa Komara Tirkiyeyê jî dê heman çêbibe.

Entegrasyona li Bakur, Rojavayê Kurdistanê û tevlîbûna YBŞyê (komen Şengalê) ya nav artêşa Îraqê li gorî daxwazên Tirkiyeyê bi pêş ketine.

Hêzên kolonyal, bi karanîna PKKê wekî partiya xwe ya wekîl, hewl didin ku planeke valakirina doza azadiya Kurd û daxwazên wê li hemû beşên Kurdistanê bicîh bînin. Ev planeke ji bo "wêrankirin û gendelkirina" dîroka neteweyî ya Kurd e!Me karesata plana Apoyîstan li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê dît!Niha dora Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye.Divê Kurd di vê derbarê de hişyar bin.Wekî din, dibe ku em karesata têkoşînê ya ku 100 salên din paşve diçe bibînin.

Eger gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê amade bibin, rejîma Îranê di dawiyê de wê hilweşe. Divê em baweriya xwe vê yekê bînin.

 

Çiya Artos

7ê Mijdarê, 2026

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar