--°Van
DOLAR47,38
EURO53,95
GRAM6.168
ÇEYREK10.108

Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (10)

Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (10)
Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (10) haberine ait detaylar

Êdî berê me li zozanê Şêxemerê ye. Karwan çi difikirin nizanim lê min bixwe gelek bêriya mal, kon û zozanê xwe kiriye.

Çawa ez bigihîjim malê, toga wê sibehê bara min e. Ez ê têra dilê xwe mastê mihan jî bixwim. Ez û Mîrzo em ê di wê mêrga li ber malan de gilç bilîzin. De ka em ê bibînin di gulaşa berdeqê de kî yê biserbikeve!

Ez ê bi kêra destî hestî binê kerengzerê bikolim. Arvan bixim vê çaligê û paşê jî kerengê bibirim şîrê wê berdim ser arvên. Gava şîrê kerengê zuwabû, ez ê wî qajigê çikspî bicûm.

Kaf û xarên xwe yên di binê têrê de ez ê derxînim. Li ser wê rasta li ber derê konan bi hevalên xwe re bilîzim..

Wextê nîvro, gava diya min û bêrîvanên êlê, biçin bêriyê, ez ê bikevim pey wan, heta ber bêriyê. Gava bêrî qediya û pez hemû hatin dotin ez ê piyanek şîrê miha riser, germ û xav vexwim.

Bi qorneya qamyonekê serxwe ve hatim. Heylo! dîsa ketime xewn û xeyalan.

Qamyona ser sor û erebe heşîn li aliyê Tetwanê ve çû. Em jî, ji rê derbas bûn û me berê xwe da çiyayên li pişta Norşêna Mala Seyda.

Êdî merxeb e. Bi şev em nikarin bi wan çiyayan re derbas bibin. Karwan li binê çiyê sekinî. Bavê min got:

-Em îşev hire ne!

Herkesê barê xwe li cihekî danî. Dewarên xwe yên westiyayî berdan wê palê. Karwanê me ji xwe re warek nû çêkir..

Di binê tava havînê de, li ser pişta hêstirê têra xwe westiyame. Çûm li ser kaniya nêzîkê warê me. Min dest û rûyê xwe şûşt.Çend çeng, ji ava cemidî ya kaniyê vexwar. Paşê hatim min xwe li ser têra me ya genim re dirêj kir û ketim xewê..

Sibê gava tîrojên rojê li pala em lê da, karwanê me hişyar bûn. Xort û mêran mil dan hev û têrên tijî genim li hêstiran barkirin. Cezoyê Perxendî hevsarê hêstira xwe kişand û karwan kete pê.

Sibê hêj zû ye. Hewayek hênik li wan kaş û newalan dide. Bêhna giya û kûlîlkan tê. Dewarên me bûne yek rêz û di wê riya teng de, berwar berwar diçin..


  • 0
    SEVDİM
  • 0
    ALKIŞ
  • 0
    KOMİK
  • 0
    İNANILMAZ
  • 0
    ÜZGÜN
  • 0
    KIZGIN
Van'da vektöre karşı ilaçlama çalışması başlatıldıÖnceki Haber

Van'da vektöre karşı ilaçlama çalışması...

Biden Putin için 'Katil' dedi, Kremlin Washington Büyükelçisini geri çağırdıSonraki Haber

Biden Putin için 'Katil' dedi, Kremlin W...

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar