
Çiya Artos
Operasyona ku Îsraîlê di 13ê Hezîranê de li dijî Îranê dest pê kir, bi serkeftî berdewam dike. Berî operasyonê, bi taybetî jî wekî encama xebata ku ji axa Îranê ji aliyê îstîxbarata Îsraîlê Mossad ve hatiye kirin, berî operasyona dawî ya bi navê kod " Bilindbûna Şêr", bi serkeftî cihên fermandarên payebilind ên leşkerî yên Îranê tespît kiribû û bi vî awayî operasyon pêk hatibû. Ji ber vê yekê, wê rêzek êrîşên hûrgelî da destpêkirin ku Fermandarê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, General Huseyîn Selamî û Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê, General Mihemed Baqirî hedef girtin. Şeş zanyarên navokî, di nav wan de du kesayetên navdar, Ferîdûn Abbasî-Davanî û Muhammed Mehdî Tehrançî, di êrîşên ku ji ber destnîşankirin û hedefgirtina cihê wan pêk hatin de hatin kuştin.
Ji ber ku, rapora dawî ya Rêxistina Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (UAEA) diyar kir ku Îran di hundirê tenê 2-3 rojan de dikare 25 kîlogram uranyum bi qasî ji sedî 90 dewlemend bike û bigihêje kapasîteya çêkirina çekên atomî. Eger ev rapor rast be, îhtîmalek heye ku Îran di demek kurt de bombeya atomî çêbike. Hebûna bombeya atomî ji aliyê Îranê ve hem ji bo Rojhilata Navîn û hem jî ji bo cîhanê karesatek mezin e. Ji ber vê yekê, divê tesîsên atomî yên Îranê werin tunekirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di daxuyaniyekê de got ku "Îran Dewletên Yekbûyî û cîhanê asteng dike, pir nêzîkî hebûna çeka nukleerî ye, û em ji bo pêşîgirtina li vê yekê li dijî Îranê tedbîran digirin."
Îsraîl hewil dide ku aboriya welêt têk bibe û ne tenê tesîsên nukleerî, lê tesîsên neft û gaza xwezayî, binesazî û benderên wekî Bandar Abbas ku ji bo keştiyan têne bikar anîn jî armanc dike. Ev bûyer bi rastî berê ji hêla gelek pisporên siyasî ve hatine behs kirin. Yanî ev bûyer di çarçoveya xebatên Amerîka, hevalbendên wê û Îsraîlê yên ji nû ve teşekirina Rojhilata Navîn de pêk tên.
Eger em li vê pêvajoyê binêrin: Îsraîl û Amerîkayê Îran li Iraqê lawaz kirin, rejîma Esed li Sûriyeyê hilweşandin û ew ji holê rakirin, li Lubnanê derbeyên mezin li Hizbullahê dan û dû re bandora Îranê şikandin, bi vî awayî xeta piştgiriya lojîstîkî ya ji Sûriye û Iraqê heta Lubnanê qut kirin. Piştre wan berpirsên "Cehbaya ku ji hêla Îranê ve hatiye organîzekirin" ên wekî Qasim Silêmanî, El-Muhendisî, Îsmaîl Heniye, Hesen Nesrullah û yên din ji holê rakirin û beşek girîng ji kadroyên wan bêbandor kirin. Niha dora wan e ku li welatê xwe Îranê bixin quncikê û lêxin.
Ji dema ku Amerîka bi Îranê re li ser maseya danûstandinan rûniştiye, di navbera Trump û Netanyahu de sarbûnek çêbûye. Ji ber ku Îsraîl bawer dikir ku peymana bi Îranê re ne çareserî ye û Îran ji bo çêkirina bombeya atomî cîhanê dixe tengasiyê û dixapîne. Ne ecêb e ku Îsraîl di demek wisa de operasyoneke ewqas berfireh li dijî Îranê, tevî hedefgirtina tesîsên wê yên nukleerî, bide destpêkirin. Lêbelê tê zanîn ku, Trump her gav bi israr gotiye ku divê Îran çekên navokî neyne û her gav gotiye ku divê Îsraîl şiyanên navokî yên Îranê ji holê rake.
Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump destûr da êrîşên Îsraîlê û alîkariya hevalbendê xwe kir ku rêze mûşekên ku ji aliyê Îranê ve di bersiva êrîşê de hatin avêtin, paşve bixe, lê di derbarê guhertina rejîmê li Tehranê de ku Netanyahu anîbe ziman, ti daxuyaniyek zelal nedaye. Lê tevî vê yekê çapemeniya Îsraîlê ragihand ku birêvebiriya Tel Evîvê di wê baweriyê de ye ku Amerîka dê di demeke nêzîk de tevlî êrişên li ser Îranê bibe.
Her çend êrîşa ji nişka ve ya Îsraîlê ya li ser Îranê, ku demek dirêj e hatiye plankirin, armanceke eşkere ya têkbirina bernameya nukleerî ya Tehranê û tunekirina bernameyên çekên wê yên nukleerî hebe jî, mezinahiya êrîşan, hedefên ku Îsraîlê hilbijartine û rastiya li pişt kuştina siyasetmedar û zanyarên nukleerî ev e: "Ji bo hilweşandina rejîmê."
Her ku şerê di navbera her du welatan de dijwartir dibe, du partiyên Kurdî li Îranê piştgirî dan banga Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji gelê Îranê re gotibû, "Serî hilden!". Dema ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (KDP-I) daxuyaniyek da û got, "Werin em rejîmê ji holê rakin, werin em dawî lê bînin", Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) diyar kir ku êrîşan bingehên rêveberiya Îranê hejandine û bal kişand ser vê rastiyê ku hilweşîna rejîmê bi serhildaneke gel mimkun e.
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK, PKKa Îranê) Peyman Viyanê got, “Rûxana rejima Îranê dê hem li herêmê hem li cîhanê bibe sedema kaoseke mezin. Kurd li Îranê mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Wek ku rejîm îdia dike ew ne cudaxwaz in.” Yani naxwazin rejîma îranê hilweşe.
Disa yek ji pêşengên PKKê Duran Kalkan behsa şerê Îran û Îsraîlê dike: “Piştî şerê li Îranê, dora Tirkiyeyê ye ku hatiye dorpêçkirin.” Mebesta vê daxuyaniyê hişyarkirina Tirkiyeyê ye. Lêbelê, di berjewendiya Kurdan de ye ku Îsraîl êrîşî Tirkiyeyê bike. Lêbelê, Kalkan hewl dide bêje ku ew li dijî vê yekê ne û naxwazin dewleta Tirkiyê hilweşe.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî hevxemiya welatê xwe ji bo Îranê dubare kir û got, "Îsraîl dixwaze nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike." Dewleta Tirkiyê, PKK û serokê wê Öcalan û partiya DEM van tiştên bê bingeh dibêjin. Bi gotineke din, nexşeya nû damezrandina dewleta Kurdistanê ye. Lêbelê, ew naxwazin sînorên dewletên kolonyal biguherin. Hemû xema wan ew e ku Kurd nebin xwedî maf.
Rejîma faşîst a Melayan, ku nêzîkî 46 salan e li ser desthilatê ye, her roj zilmê li gelê Îranê dike û gefa wêrankirina dewleta Îsraîlê dixwe. Îsraîl ji bo ewlehiya xwe ya şexsî diviyabû êrîşî Îranê bike. Di heman demê de, hilweşîna dewleta Îranê ji bo berjewendiyên gelê Kurd û neteweyên din pêwîstiyek e. Ji bilî hin hevkarên kolonyalîstan, divê Kurd ji ji nû ve rêzkirina Rojhilata Navîn netirsin. Em ê mafên xwe yên neteweyî yên ku me di Peymana Lozanê de winda kirine piştî 100 salan dîsa bi dest bixin.
46 sal in rejîma faşîst a Melayan li Îranê gel zilm û îdam dike. Îran, mîna Rûsyaya Tsarîst a berê, girtîgeheke gelan e. Kurdistan, Belûcistan, Luristan û Azerbaycan bi salan e di bin cezayê darvekirinê yê rejîma Îranê de êş dikişînin. Pêdivî ye ku Îran were hilweşandin û parçekirin. Divê ev hemû maf dewletên xwe yên neteweyî ava bikin. Amerîka, Îngilîstan û Yekîtiya Ewropayê êdî wekî sala 1946an piştgiriyê nadin rejîma Îranê. Ji ber wan dewleta Kurdistana Muhabat hilweşiya. Ji aliyê din ve, Rûsya ji ber şerê li dijî Ukraynayê zêde alîkariya Îranê nake. Heta Rûsya jî neçar e ji Îranê mûşekan bikire.
Îhtîmala guhertina rejîmê li Îranê ya ku tê çaverêkirin çi ye? Pêşî, li Îranê muxalefet tune ye û ew an ji aliyê rejîmê ve hatine îdamkirin an jî li derveyî welêt dijîn. Ji ber vê yekê, ev tenê bi serhildaneke gelêrî ya xweber mimkun e. Di dema şer de zehmet e ku serhildanek wiha derkeve holê. Zehmet e ku meriv ji mirovên ku ji bo rizgarkirina jiyana xwe ji bajaran derketine, li bendê be ku serhildanek çêbibe. Bi qelsbûna rejîmê li van herêman, serhildaneke Kurd û gelên din ên li Îranê mimkun e. Eger Amerîka û Îsraîl çek û cebilxane bidin wan, ev pêvajo dikare bileztir bibe. Pêwîst e PJAK û hevkarên din ên ku li Rojhilatê Kurdistanê bi dewleta Îranê re dixebitin, ji şoreşê dûr werin girtin. Lêbelê, wekî li Sûriyeyê, xeterek heye ku dewleta Îranê çekan bide wan û herêmê demkî radest bike. Rewşeke wiha ji bo Kurdan felaketek e.
Hewldanên ji bo vegerandina Prensê Tacî yê Îranî yê sirgûnkirî Riza Pehlewî bo desthilatdariyê li Îranê, ku li Amerîkayê dijî, dibe ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê ve werin pesendkirin. Lêbelê, zehmetî, îşkence û komkujiyên Şahê Îranê berî rejîma Mela baş têne zanîn. Şahê Îranê ku dîsa were ser desthilatê, ne ji bo Kurdan û ne jî ji bo gelê Îranê ti sûdek nade. Ji ber vê yekê li Rojhilatê Kurdistanê guhertinek zêde çênabe. Çareseriya herî baş ew e ku dewleta Îranê hilweşe û gelek netewe dewletên xwe ava bikin an jî dewletek federal derkeve holê.
19ê Hezîrana 2025an























Yorum Yazın