
Sedema sereke ya dînamîzma Enqereyê guhertinên li Rojhilata Navîn in. Enqere, piştê hilveşana rejîma Esat, Enqere xwe wekî "xwediyê nû yê Sûriyeyê" nîşana cîhanê dide. Tirkiye dixwaze bi her awayî hewl bide destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê hilweşîne.
Çend sal berê Tirkiyê dixwest 30 km axa Rojava dagir bike û herêmeke tampon ava bike, Sere Kanî, Grê Spî û Efrîn axa Rojavaya Kurdistanê bi çeteyên girêdayî xwe re dagir kirin. Lê niha armanca Tirkiyê têkbirina tevgera kurd û dagirkirina tevahiya Rojava ye. Dixwaze bi dayîna van deran bi artêşeke diz û tecawizkaran kurdan derbixe. Ger ku ev yek pêk neyê wê Tirkiye bixwaze statûya Rojava kêm bike û wê bike axa welatê Sûriyê.
Tirkiye hewl dide valahiya ku ji ber vekişîna Îran û Rûsyayê ji Sûriyeyê derketiye dagire û hewl dide îdia bike ku ew xwediyê Şamê ye. Di rastiyê de wê rasttir be ku mirov bibêje Sûriye dirêjkirina siyaseta Erdogan a neo-Osmanî ye.
Ji aliyê din ve Ehmed El-Şara (Colanî) hewl dide Sûriyê bi qasî ku dikare ji siyaseta eksen dûr bixe û piştrast bike ku Sûriye girêdayî jîngeha erebî ye, erebî wek têgeheke nûjen e, ne neteweperestî ye û herwiha ji derdora îslamî ya nerm. Lêbelê, ji bo ku ev polîtîka rast were îsbat kirin dê demek dirêj bigire. Divê Ehmed El Şara heta demeke diyar têkiliyên baş bi Tirkiyê re deyne, lê der û navenda Sûriyê ya rastî navenda ereban e. Armanca Colanî ew e ku di dawiyê de dewleteke îslamî ya sunnî ava bike û hukmê şerîetê bide ser civakê. Rêvebiriyeke bi vî rengî Kurdan bi Sûriyê re di nava federasyonekê de zehmet dike.
KomîteyaAmadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ku ji 7 kesan pêk tê hat avakirin lê ti endamên Kurd di nav komîteyê de nînin. Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê Hasan Dugaym di hevpeyvîneke televîzyonê de daxuyanî da û got, "Hêzên Surîya Demokratîk (HSD) dê nikaribe beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê bibe, heta ku çekên xwe nehêlin. Armanca sereke ya kongreyê parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û gelê Sûriyê ye." Desthilatdariya Şara qet xîtabî kurdan nake. Dixwazin Kurd çekên xwe deynin û bêparastin bimînin. Ev polîtîka ji bo Kurdan komkujî û xwekuştin e.
Ev bangên ku meha Şibatê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt ve hatin kirin û duh ji aliyê Şêwirmendê Dîplomasî yê Serokê Îmarat Enwer Gargaş ve hatin piştgirîkirin, ew e ku Hamas ji bo redkirina hebûna Îsraîlê di hikûmetê de û dûrxistina planên Amerîkayê yên ku "ji bo cîbicîkirina wan bi cih bîne" bi Rêveberiya Filistînê re li hev bike û xwe ji hol ê rake. Yanî dixwazin Hamas xwe fesih bike û dest ji serdestiya xwe ya li Xezzeyê berde. Ev geşedanên li Xezzeyê û aloziyên li Rojhilata Navîn helbet wê bandorê li Rojavayê Kurdistanê jî bike. Derbeya Îsraîl li rêxistinên wekaletê Îranê yên li herêmê dê bibe sedema serxwebûna Kurdistanê bi giştî.
Dîsa, Îsraîl niha bi berfirehkirina xaka xwe û Sûriyê li naverastê û têkbirina hemû hebûna leşkerî ya Sûriyê, cîranekî herî lawaz dike armanc. Ji bo ku Sûriye vegere û artêş û cebilxaneya xwe ji nû ve ava bike, wê demek dirêj bigire. Ji ber ku Îsraîl wê êrîşî Sûriyeya Nû jî bike. Trump dixwaze Xeyez bikire û fîlîstînîyan Xezeyê derxîne.
Di nivîske kovara Time ya Amerîkayê ya bi nav û deng de hat destnîşankirin ku “bêyî pêkanîna daxwazên çandî, zimanî û siyasî yên Kurdan aştî û aramiya mayînde li Rojhilata Navîn çênabe. Nakokiya Ukrayna û Rojhilata Navîn di rojeva Amerîkayê de ye.”
Piştî civîna Riadê, Amerîka dê hinekî din wextê xwe bide siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn. Wê piştre biryarên ku çarenûsa Rojava û Sûriyeyê diyar bike bidin. Trump bi zelalî qala planên xwe dike û hewl dide ku sozên xwe yên hilbijartinê bi cih bîne. Rêveberiya Trump di encama dîplomasiya piralî ya li hemberî hemû cîhanê de, weke şerê aborî, valakirina herêma Xezzeyê, bidawîkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê, lê heta niha der barê pêşeroja Rojava û Sûriyeyê de ti daxuyanî nedaye. Ji xeynî hin gotinên spekulatîf bersivek zelal tune.
Heta niha ne diyar e ku Trump dê leşkerên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne yan na. Li ser vê mijarê hin spekulasyon hene. Lê em nizanin ka çiqas rast e. Di rewşeke wiha de wê Kurd çi bikin?
Ger Amerîka biryara valakirina Xezeyê bide, leşkerên xwe ji Rojava venakişîne. Li ser Kurdan nefikire jî, divê li vir ji bo ewlekariya Îsraîl li hemberî metirsiyên Tirkiye û çeteyên îslamîst ên bi pêşengiya wê, herêmeke tampon ava bike. Bi hezaran girtiyên DAIŞ'ê di bin kontrola dewleta Tirk û Sûriyeyê de be, ev jî tê wê wateyê ku dê hemû bên berdan. Tirkiye dê vana radestî çeteyên girêdayî xwe bike. Amerîkî û Ewropî vê yekê dizanin.
Xelkê herêma Siweydayê li dijî desthilata nû ya Sûriyeyê derket û daxwaza sîstema federalîzmê kir. Durziyên li ser sînorê Sûriye û Urdinê dijîn nerazîbûn nîşanî însiyatîfa Heyeta Tehrîr El Şamê ya bi pêşengiya Ehmed El Şara (Ebû Mihemed El Colanî) da û daxwaza sîstema federalîzmê kir.
Hevdîtina Serok Barzanî û Mazlûm Kobanî çêbû. Hevdîtina Kurdî-Kurdî tiştek pir başe. Lê diwe dawîyê de, ji bo berjawandiya Kurdan xizmetê bike.
Abdullah Ocalan dixwest ji şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê xwestiye ku biçe Herêma Kurdistanê. Heyeta Îmraliyê peyama Ocalan gihand birêz Barzanî.Serok Mesûd Barzanî hefteya borî li Baregeha Barzanî ya li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Heyeta Îmraliyê pêşwazî kir. Ji ber ku ev garantoriya Kek Mesûd Barzanî dixwazin. Tê gotin ku Erdogan jî vê qebûl dike û dibêje garantoriya Kek Mesûd li ser Rojavayê jî hebe û hukmê wî hebe.
Em dizanin ku Şanda Îmraliyê bi erka pêkanîna siyaseteke sexte çûye Başûrê Kurdistanê. Armancên wan çi ne? Hilweşîna rejîma Esed li Sûriyê, derbeya Îranê li Rojhilata Navîn û vekişîna wê û ji ber tirsa Tirkiyê ya ji doza Kurdistanê li Qendîlê hatiye dorpêçkirin, ne di berjewendiya dewleta Tirkiyê û Ocalan de ye. Dixwazin pêvajoya aştiyê ya sexte ya li ser Başûrê Kurdistanê û Barzanî bidomînin, ji bo ku mîsyona dîrokî ya PKK’ê ya ku bi dawî bûye jiyanek nû bidin û nehêlin ku bi dawî bibe. Min berê jî behs kiribû. Tirkiye teqez naxwaze PKK çekan berde. Ji ber ku ger wisa bûya, şerê organîze yê di navbera wan de ji holê radibe û siyaseta wan a helandina kurdan winda dibe.
Ev di demekê de ye ku Colanî tenê dora 25,000 şervanên wan hene ku dixwazin erdnîgariya pir zêde ye û pir hindik mirovên pêbawer ve kontrol bikin. Lewma hêza Colanî nîne ku êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike. Ji ber vê sedemê Colanî jî li bendê ye ku ji aliyê Îmraliyê. Ew difikirin ku peyama Öcalan bandorê li ser rewşa HSD û hebûna PKKê li Sûriyê bike û HSD çekên xwe deyne dê karê Colanî hêsantir bike. Ev jixwe projeya Tirkiyê ye.Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, "Li Sûriyeyê ji bo qonaxeke giştgir û veguhestinê gavên watedar tên avêtin.”Daxwaza Tirkiyê jî ev bû.
Jı bo Rojava’ya Kurdistane tenê sîstema federasyonê pêşniyar kirin têrê nake. Em nizanin şansên vê yekê çi ye. Ji ber ku Tirkiye asteng e. PKK û Öcalan naxwazin. Hikûmeta Sûriyê naxwaze. Pirsgirêkên weke yekbûna kurdan hene. ENKS û PYD bi şandên cuda çûn Şamê. Hîn jî di nav xwe de yekitiyeke berçav komîteyekê hevbeş pêk neanine. Îbrahîm Biro ji bo Şamê dibêje, “Şandeya me ne bedîla wê şandeya Kurd a hevbeş e.” Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) biryar da ku bi artêşa Sûriyeyê re bibin yek Colanî (El Şara) ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hat vexwendin. Rêvebiriya Xweser a Rojava bi rêveberiya Şamê re çawa danûstandinan dike, em nizanin. Lê eger tiştekî ku xizmeta berjewendiya kurd û Kurdistanê bike nekin, kurd dê derfeteke dîrokî ji dest bidin.
Di dema ku HSDê biryara xwe ya tevlîbûna artêşa Sûriyê û entegrebûna nav Sûriyê radigihîne, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio daxuyaniyek da: "Em ê stratejiya xwe li Sûriyê pêş bixin. Digel ku derxistina Esed ji desthilatê sozdar û girîng e, lê eger Sûriye tenê hêzek bêîstiqrar bi hêzek din bêîstiqra ve veguhezîne, ev ne pêşveçûnek erênî ye. Em ê bi baldarî vê yekê bişopînin dema ku em hewl didin stratejiya xwe pêş bixin ji bo ku em çawa nêzikî bûyerên li Sûriyê dibin."
Amerîkaû dewletên Ewropayê bi salan e bi tonan çek û cebilxane didin Rojava. Ew bîrên petrolê dixebitin. Ew bi hêsanî dev ji van veberhênanan bernadin. Di heman demê de Amerîka bi erênî li projeya Tirkiye û Ocalan a ji bo ewlehiya Îsraîlê nanêre. Ji bo vê jî naxwazin Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekser bi artêşa Sûriyeyê re bibin yek. Desthilatdariya Colanî demkî ye. Kurd bi yekitiya xwe nikarin tu mafan bi dest bixin. Berovajî vê yekê dê bibe sedema aloziyeke mezin ji bo kurdan.
RêveberiyaXweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje, ew sîstema Federal a Swîsreyê ji xwe re mînak digirin. Lê tu eleqeya vê bi Swîsreyê re nîne. Meha Şibatê me Xelat Tv da ser wê ye ke bernameyek çêkir. Em di vê bernameyê de bi zelalî rave dikin. Eger Rojavayê Kurdistanê Federasyonê qebûl bike, rêveberiya Şamê jî qebûl nake. Ji bo Rojavayê Kurdistanê sîstemeke çawa pêşniyar dikin ev biryara Kurdên Rojavayê ye.Lê her sîstemek ku were hilbijartin divê xizmeta Kurdan bike. Nexwe wê ne baş be ku ew bi helandina nav civaka Erebên Sûriyê li çareseriyê bigerin.
Eger Rojava Kurdistanê bixwaze, dikare weke rêveberiyeke xweser bimîne. Lê belê divê li şûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojavaya Kurdistanê bibêje, dewletê biparêze û Ala Kurdistanê qebûl bike tê ev baştir be.
Navêkantonên Rojava “Cezîre, Dêrezor, Reqa, Tebqa, Firat, Minbic, Efrîn-Şehba” bûn. Pêwîst e li vir tiştekî bête kirin, hinek ji van Kantonan axa Ereban in. Li ser daxwaza hêzên Amerîkî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk van cihan digire. Wê çarenûsa wan çawa be? Yanî di berdêla herêmên kurdî yên wek Efrîn û Serê Kaniyê de, dê axa Ereban bibe mijara bazariyê bi hikûmeta navendî ya Sûriyê re? Yanî lê di maseya danûstendinê de dikarin ji hikûmeta Şamê bi herêmên Kurdistanê yên dagirkirî re biguherînin.
ENKSêeşkere ragihand ku ew federasyonê dixwazin. PYD di vê mijarê de hîn zelal nebûye. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku Ocalan wê di Sibatê de nameyekê bişîne. Salih Muslim der barê banga Ocalan de got, "Gelê Kurd çi bê gotin wê guh bide." wî got.
Heger gorî nameya Öcalan tevbigerin, xeletiyeke mezin bikin. Ev tê wê maneyê ku hê jî ji Ocalan re ji bo berjewendiya kurdan hêviyê dikin. Lê fikrên Öcalan û nameya ku ew ê bişîne, di berjewendiya Kurdan de nîne, berevajî vê, di berjewendiya dewleta Tirk de ye. Armanca Tirkiye û Ocalan ew e ku Amerîka û Ewropayê ji çareseriya pirsgirêka Rojava dûr bixe û wê dagir bike. Lîstikên ku di salên 1920-1925an de li ser kurdan hatine lîstin, dubare dibin.
BelkîÎran jî meraq dike ku Öcalan çi gotiye û bi dewleta Tirk re çi peymanek çêkiriye. Îhtîmala bidawîbûna şerê ku PKK ev 40 sal in dimeşîne, tê wê wateyê ku hevrikê Îranê, Tirkiye hîn bihêztir bibe. Têhran ji rola Tirkiyê li Başûrê Kafkasya û Asyaya Navîn nîgeran e û di wê baweriyê de ye ku ger projeya Rêya Zengezûrê ya ku Azerbeycan û Nexçewanê bi hev ve girêdide bi ser bikeve, dê korîdora Tirkiye-Turaniyê were avakirin û bi mebesta girtina deriyên Îranê ji Ermenistanê re û ji wir jî ber bi Ewropayê ve were girtin.
Di dema ku Ehmed El Şara ku piraniya wî ji aliyê Qeter û Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, hewl dide valahiya desthilatê ya piştî Esed li Sûriyê derketiye holê dagire, li aliyê din Tirkiye vekişîna Îranê weke firsendekê dibîne û dixwaze vê valahiya Îranê tije bike. Lê ji ber ku Tirkiye di kaosa aborî de ye, divê Ehmet El Şara bi giranî ji welatên Ereb ên Kendavê alîkariyê bixwaze.
Di dema ku Ehmed El-Şara armanc dike ku binesaziya ku ji ber şer wêran bûye bi avakirina têkiliyên aborî ji nû ve ava bike, ew li peywendiyên dîplomatîk bi Rojava re digere da ku dorpêçên navdewletî bi ser girêde û cil û bergên xwe vebike da ku navê xwe ji lîsteya terorê paqij bike. Û bi alîkariya Tirkiyeyê jî hewl dide vê bike.
Li Rojhilata Navîn guhertinên mezin çêdibin û her sal di sînoran de guhertinên demkî çêdibin û desthilatdarên kevin têne rûxandin. Lê ev rastiyek e ku hîn polîtîkayên nû û civakên saxlem nehatine avakirin. Bi dîtina min, beriya ku Serxwebûn bê ragihandin, nikare behsa bingeheke saxlem bike.
Ya ku îro dewlet û Öcalan jê re dibêjin paradîgmaya nû, ji danûstandinên di berjewendiya dewletê û zerara kurdan de wêdetir ne tiştekî din e. Ji van hevdîtinan ne çareserî û ne jî aştî wê çêbibe.
Ev rastiyek e ku dewlet 40 sal in ji bo ku hemû Kurd qala Ocalan bikin mijarên sûnî çêdike. Dewlet bi doza PKK’ê hemû kurdên girtî di dadgehê de mehkeme dike. Hemû televizyon, rojname û weşanên kurdî bi mehan e bi van mijarên bêaqil re mijûl dikin, da ku em ji meseleya rastî ya Kurdistanê dûr bikevin. Ev polîtîkayeke bi zanebûn a dewletê ye.
Yên xwedî laşê kurdewarî û zihniyeta kolonyalîst ku li ser navê kurdan diaxivin, teorîze dikin ku çawa kurdên ku li perçeyên din ên kurdistanê dijîn bişibin xwe.
Li ser navê ruhê Melezgîrtê, Ruhê Çanakale, ruhê Sakarya û ruhê Eşme, mirovan dikin ku pesnê dîroka kolonyalîzmê ya sedsalan bidin. Dewleta Tirk çi maf daye Kurdan ku behsa aştiyê dike? Ev siyaseta Tirkiyê manevrayek e ji bo ku kurdan ji ser dika dîrokê derxîne.
Li Bakurê Kurdistanê nûnerê kurdan û nûnerê dewletê bûye dewleta tirk. Çawa? Dewlet hem li ser navê xwe û hem jî li ser navê kurdan diaxive. Yanî dewleta Tirk a kolonyalîst îradeya Kurdan girtiye û li ser navê wan biryaran dide. Çend hevkarên tirk, ereb û kurd dîtine û wek van hespên troya di nav me da digerin. Kurd di pêvajoyeke pir bi hûrgilî re derbas dibin. Mustafa Kemal jî heman tişt anî serê Kurdan.
Bakura Kurdistanê ti alternatîfa Kurdan tuneye. Rêxistineke alternatîf a ku li ser navê kurdan tevbigere û mafên wan ên demokratîk û netewî biparêze tune ye. Mixabin qada Kurdistanê ji dewleta Tirk û Kurdên ku doza Kurdistanê firotan re maye.
27 Şibat 2025























Yorum Yazın