
Hasan ÇAKMAK, darbe günleri anısını yazdı haberine ait detaylar
Êdî havîn e.Serê meha Hezîranê ye.Eve 62 roj in ez li vir im.Heta 90 rojan jî dikarin me li vê Deşta Rehwayê bigirin.Wekî îro tê bîra min.9ê meha Hezîrana sala 1981ê bû.Jîpek hat li ber deriyê girtîgehê sekinî.2 polês jê peya bûn.Hatin li ber deriyê me,navên me 4 kesan xwendin û gotin:
-Eşyayên xwe yên taybet amade bikin û derkevin ber derî.Me her tiştên xwe amade kirin û em derketin li bal jîpa wan sekinîn.Me li jipê siwar kirin.Tu nebêjî Kolorduya 8mîn ya Xarpêtê biryara girtina me daye.Dê me bibin Elezîzê.Em ê derkevin pêşberê dozger û dadger ew ê jî biryara girtina me li ber çavên me rûbirû ji me re bixwînin.
Em bi vê jîpê ketin li ser riya Xarpêtê.Havînek xweş dest pê kiriye.Rehwa û çiyayên li der û dorê di nava heşînahiyê û kûlîlkan de mane.Radyoya jîpê stranan dibêje.hûnermendek bi Tirkî strana "zeytîn gözlümê(çavreşa min)distire.Çavreşa min kete bîra min.Niha çi dike!çawa ye!çiqasî mezin bûye nizanim.
Riya me dûr e.Tetwan û Xarpêt bi siwareyê gelek wext dikişîne.
Çawa Ahmet Arîfî gotî:"Bihar hatiye çiyayên welatê min".Lê em çi bikin!Em ne azad in.Di nêv hesret û keseran de nin.Kes nizane heta kengê ev rewşa me dê bidome.
Tetwan li paş me ma.Çiyayê Nemrûdê li ser milê rastê ye.Em ji Norşên a Mala Seyda derbas bûn û ketin Deşta Mûşê.Her der zevî û bax û bexçe ne.Dar û berên li devê rê bi şax û belçimên xwe xemilîne.Li derveyî jîpê jiyanek azad û xweşik heye lê em jê bêpar in.Kê nedixwest hema li binê vê darê li ber wê sih û baya hênik bijî!.
Me ji Mûşê re dest hejand em gihan pir a çemê Muradê.Çemê Muradê çemê welatê min.Av û bereketa axa min a pîroz.Di deşta Mûşê de wisa zelal û nazenîn diherike.Em ji pirê derbas bûn û berê me ket çiyayê Solxanê.Her gelî,newal û çiya û deştên welatê min delal û şîrîn in.
Di van riyan de ,di van rewşan de hest û dilê mirov pir tenik û nazîk e.An jî mirov di dilê xwe de hesret û keserê zêde zêde berhev dike..














































Yorum Yazın