Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Rewşa Kurdistanê û lîstikên nû yên li ser kurdan li Bakurê Kurdistanê tên lîstin çi ne?

Rewşa Kurdistanê û lîstikên nû yên li ser kurdan li Bakurê Kurdistanê tên lîstin çi ne?

Beriya hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an li Tirkiyeyê bên kirin, wê li gelek deveran êrîş û provokasyon li dijî Kurdan bên kirin. Sinyalên ku wê êrîşeke mezin a bejahî û hewayî pêk bînin, bi taybetî li ser Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê tên dayîn.

Berjewendiyên Tirkiye û Îranê yên li Rojhilata Navîn carna li nakokîne, carna jî wek hev in. Mînak Îran û Tirkiye ku di şerê Gazze-Îsraîl de piştgirî dan Hamasê, di geşedanên Sûriye û Iraqê de xwedî berjewendî û hêzên cuda ne.

Serokê MÎT'ê yê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin beriya Serokkomarê Îranê were Tirkiyeyê, li Bexdayê bi Serokkomar û Serokwezîr re hevdîtin kir. Li vir diyar e ku dewletên Tirkiye, Îran û Iraqê bi hev re li dijî dewleta Kurd a Federal tevdigerin û bi şêwirîna bi hev re biryaran didin.

Tevî ku wan îşaret bi wê yekê kir ku Tirkiye hewl dide bi Îran-Iraq-Tirkiye re li dijî PKK û YPG û operasyoneke nû ya li Bakurê Iraq û Sûriyê beriya hilbijartinan hevkariyê bikin jî, di van hevdîtinên krîtîk de armanca wan a sereke tunekirina Dewleta Federe ya Kurdistanê û dagirkirina tevahiya xaka Rojava ye. Ji ber ku di rastiyê de Tirkiye û Îran bi PKK û PYDê re zêde ne pirsgirêkin.

Meha Çilê de 21emîn gera danûstandinan derbarê Sûriyê bi çavdêriya Rûsya, Tirkiye û Îranê û bi beşdariya hikûmet û opozîsyona Sûriyê, Neteweyên Yekbûyî û şandên welatên cîranên Sûriyê li Astana paytexta Kazaxistanê bi dawî hat. Armanca wan ew e ku pirsgirêka Kurdistanê bi dawî bikin û dîktatoriya Esed zindî bihêlin. Bi taybetî jî xebata hevpar a Îran û Tirkiyê û hevkariya dewletên Sûriye û Iraqê ya ji bo jinavbirina destkeftiyên kurdan û hewldanên dewleta Kurdistana Federal ne nû ye.

 

Kedkarê Kurd û birûmet Pêşrew Dizeyî û malbata wî meha Çileyê de bûne armanca êrîşa terorîstî ya dewleta Îslamê ya barbar a Îranê. Di vê êrîşa hovane ya Îranê de Pêşrew Dizayî û zarokên wî hatin qetilkirin.Ev êrîşa Îranê ji aliyê gelek dewlet û kurdên cîhanê ve hat şermezarkirin û protestokirin.Êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya Hewlêrê, li Kurdistanê hat şermezarkirin. Kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûn ji bilî wêneyên qurbaniyan, pankartên xwe nivîsandin,

"Hûn dikarin me bikujin lê nikarin teslîm bigirin" û "Kuştina jin û zarokan tiştekî ku mirov pê îftihar bike nîne" vekirin.Lê mixabin Silêmaniyê zêde deng li hember destdirêjiya Îranê dernexist.Ew jî tiştekên nebaşbû!

 

Li çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Tirkiye bi salan e Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike. Armanca kolonyalîstan tenê ew e ku pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigirin, an tiştek dine, divê mirov wê bizane?

Hêzên Amerîkî bi fermana Serokê Amerîkayê li Îraqê baregehê teröristan bombebaran dirin. Em dizanin ev ên Lîwayên Hizbulahê û grûpên çekdar ên din ên ser bi Îranê ve ne. Lê ev stratejiya şer a Amerîkayê şaş e. Ji ber ku dewletên Îran û Tirkiye piştgiriya komên terorîst ên li Iraq, Sûriye, Yemen û Lubnanê dikin. Pêdivî ye ku ew li hember wan hin gavan bavêje. Ji ber ku li pişt van hêzên terorîst Tirkiye û Îran hene. Armanca van hêzên ku şerê wekaletê li dijî Amerîkayê dikin, derxistina Amerîkayê ji Kurdistanê û dagirkirina axa kurdan e. Ji ber ku hin partiyên kurd bi dewletên kolonyalîst ên başûrê Kurdistanê re hevkariyê dikin û li hev nakin, ev rewşek e ku zirarê dide kurdan. Amerîka û Ewropa heta kengî Kurdan biparêzin ne diyar e. Lê belê gotinên endama Kongreya Amerîkayê Anna Paulina ya li jêr îspat dike ku Amerîka heta niha jî soza xwe ya ji bo Kurdan bi cih neaniye. Endama Kongreya Amerîkayê Anna Paulinayê ji Rûdawê re ragihand ku divê Amerîka serxwebûna Kurdistanê nas bike. Endama Kongreya Amerîkayê Anna Paulinayê ji nûçegihanê Rûdawê “Diyar Kurde” re got:

“Ji ber ku Kurdan piştgirî da me, divê em tiştekî bibêjin. Bêdengiya me pirsgirêk e. Ez piştevaniya vegera hêzên me dikim lê me soz daye Kurdan û divê em vî karî bi awayekî rast bikin.” 

Dewleta kolonyalîst a Tirkiyê bi taybetî bi şerê Ukrayna-Rûsya û şerê Îsraîl-Hemasê ku derfet bi dest xist, hewl dide lîstik, dagirkerî û qetlîamên nû li ser kurdan pêk bîne. Ji bo vê jî di sala 2024’an de li Bakurê Kurdistanê lîstikên nû li dijî Kurdan dest pê kirin. Di rastiyê de li çar parçeyan êrîşeke Tirk, Ereb û Farisan li dijî Kurdan heye.

Di van demên dawî de ne tenê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), hemû partiyên tirk, heta “Partiya Komunîst a Tirkiyê” êrîşî kurdan dikin. Êrîşa Nîjadperest û faşistên Tirkan li dijî Şêx Seîd, êrîşên li hemberî komkujiya Roboskî, Navê dibistanekê bi navê qesabê girtîgeha Amedê “Esat Oktay Yildiran” ne tesaduf in.  

Li Tirkiyê bi alîkariya hinek kurdan hewl tê dayîn ku kurdayetiyê ji holê rakin. Mekanîzmaya asîmîlasyona siyasî di nav sînor û kontrola dewleta Tirk de, bi hin partiyên li ser navê kurdan tevdigerin û hinek Kurdên bêhurmet û bêşerm, pir bi lez tê meşandin. Dema ku gel bi darê zorê neyê tunekirin, bi qedexekirin û asîmîlekirinê ziman, çand û kevneşopiyên wî gelî tune dike. Rewşa ku îro Kurd tê de ne ev e. Gelê Kurd 100 sal in li Komara Tirkiyeyê dengên xwe didin hilbijartinan. Gelo ti guhertin çêbûne?

Di şanoya hilbijartinê ya dewletê de kurdan wek amûr bi kar tînin û kurd nikarin tu mafan bi dest bixin. Hilbijartinên herêmî girîng in. Lê belê, şaredarên kurd ên ku di hilbijartinên herêmî de bi ser bikevin, garantiya mayîn û xebata li wir nîne. Dewlet nahêle kar bikin.

Piraniya çalakiyên Tirkiye û Îranê yên li herêmê li ser têkbirina kurdan pêk tên. Di hilbijartinên li Tirkiyeyê de divê ev yek were nirxandin. Partiyên dewleta kolonyalîst a Tirkiyeyê, ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikevin, wek bi salan e bi her cure hîleyan li kurdan dikin. Lê mixabin dîsa jî dikarin bi heman fen û fûtan piraniya kurdan bixapînin.

30 Çilê 2024

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar