--°Van
DOLAR47,38
EURO53,95
GRAM6.168
ÇEYREK10.108
Mülkiye Tekin

Mülkiye Tekin

Mail: m.tekin@vanmed.net

MÎR CELADET ALÎ BEDİRXAN

MÎR CELADET ALÎ BEDİRXAN

Zimanzan û nivîskar û siyasetmedarê Kurd e. 

Sala 1893’an de li Stenbolê hat dine. malbata wî li Stenbolê sirgûnê bû.  
Celadet Alî Bedirxan Neviyê Bedirxan Beg e. 
Bavi wî Emîr Elî Bedirxan e. 
Çeladet Ali Bedirxan. Stenbolê Fakulteya Hiqûqê qedand. 

Ji aliyê Abdulhamît ve sirgûnî Yemenê tên kirin. Dema Ebdulhemîd di sala 1908an de ji text hat avêtin, dîsa vegeriyan Tirkiyeyê
Celadet di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî li Kafkasyayê şer kiriye. 

Dema ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, Celadet Alî Bedirxan ji bo yekitiya eşîrên Kurdan pêk bîne hewl da, lê bi ser neket.

Piştî Osmanî hilweşiya, rejîma nû hat serî, di sala 1922’an de ji bo Emîn Alî Bedirxan û sê kurên wî biryara mirinê hat derxistin. Li ser vê yekê, Celadet Alî Bedirxan diçe Ewropay ê.Celadet li Almanyayê doktoraya hiqûqê qedand. Dura çû Misir, Lubnan û paşê jî çû Şamê. 
Li vir Celadet Alî Bedirxan bi beşdarbûna Xoybûnê têkoşîna xwe ya siyasî didomant.  

Di salên 1930î de ji xebatên siyasî dûr dikeve û giranî dide xebatên xwe yên li ser kurdî. 

Di 15ê Gulana 1932an de kovara Hawarê derxist. Bi kovara Hawarê bi tîpên erebî, bi tîpên latînî dest pê kir. Hawar ku 23 hejmarên wê yên ewil hem bi herfên latînî û hem jî bi herfên erebî hatin weşandin. Hejmara 24’an de bi tevahî bi herfên latînî derket. Kovara Hawarê bi Kurmancî, Soranî û hindik jî Zazakî weşandin. 

“Celadet Elî Bedirxan hejmara 27an a Hawarê de wiha xîtabî kurdan kir: 
“Zarokê min, yan hînî zimanê xwe bizanin yan jî nebêjin em kurd in. 

Piştî ku Hawar bi giştî 57 hejmar çap kir, di sala 1943 de weşana xwe rawestand.

Di sala 1942’an de kovara Ronahî li Şamê derdist. Ronahî tenê bi zaravayê Kurmancî weşan kir. Ronahî bi tîpên latînî derdiket. Ronahî 28 hejmar derket, di sala 1945'an de dawî li weşana xwe anî. 

Celadet Bedirxan di 15ê Tîrmeha 1951ê de li Şamê jiyana xwe ji dest da. Gora wî li Şamê ye
Cejna Zimanê Kurdî ku ji 15 gulanê sala 2006’an heya îro tê pîrozkirin, 
15ê Gulanê cejna zimanê kurdî pîroz be.

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar