Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Li Bakurê Kurdistanê rewşa bêkariyê

Li Bakurê Kurdistanê rewşa bêkariyê

Li gor îstatîstîkên TUÎKê hejmara bêkaran di meha Hezîranê de li gor meha Gulanê tenê 2 hezar kes zêde bû û derket 3 milyon û 337 hezar kesî. Lêbelê, rastbûna van daneyan guman e. Ji ber ku eger em daneyên enflasyon û daketina nirxê li Tirkiyeyê bidin ber çavan, ev îstatîstîk 2 an 3 qat zêdetir in.

Dîsa li gorî îstatîstîkên fermî yên Tirkiyeyê "rêjeya bêkariyê di meha Hezîranê de ji sedî 0,1 zêde bû û derket ji sedî 9,6." tê gotin. Wek tê zanîn li Tirkiyeyê ji aboriyê bigire heta siyasetê di her qadê de daneyên rastîn ên bi jimareyan têne lîstin qet rast nayên gotin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Hezîranê de 400 hezar kes derfetên kar ji dest dan. Rêjeya kesên ku li Tirkiyeyê bêkar bûne ji sedî 30 an jî 40 e, li Bakurê Kurdistanê jî ji sedî 60 û 70 ye.

Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê piraniya kesên ku pîşeyê dikin nikarin karekî peyda bikin. Gel di bin bihabûnê de bindest e. Mîna ku zilm û zordariya netewî têrê neke, bihabûna jiyanê gelê Kurd xistiye nava feqîriyeke mezin.

Lîreyê Tirk ku her hefte li hember pereyên biyanî nirxê xwe winda dike, jiyanê felc dike û dibe sedema buhabûnê. Îro li bazarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dolarek Amerîkî 27 lîreyê Tirkiyê û euroyek jî 29,65 lîre ye, di heman demê de nirxê gramek zêr 1682 lîre ye. Ev kêmbûna lîreyê tirk bandoreke mezin li jiyana rojane ya gelê kurd dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lîtreyek mazotê 1,80 lîre zêde bû. Digel ku bi berdewamî mûçe zêde dibe û jiyan bihatir dibe, mûçeyên karkeran yan raweste yan jî gel bi zêdekirina mûçeyên biçûk tên xapandin.

Ji ber ku ev weke lîstikeke dewletê ye ku bi pirsa debara gel re henekê xwe bike. Dema lîreyekê dide 5 lîreyan distîne. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî zêdebûna bacê û daketina nirxê lîreyê Tirkiyê, mazot û benzîn biha dibe, erzaq û bihayê kirê zêde dibe, hêza kirînê ya xelkê kêm dibe.

Polîtîkaya aborî ya Tirkiyeyê bi giştî li gorî hilbijartinan tê sererastkirin. Beriya hilbijartinê ji bo dengan bi dest bixin biha tên cemidandin. Piştî hilbijartinan ev rewşa cemidandinê ji holê tê rakirin û biha zêde dibin. Beriya ku biha bê kirin, di bin navê operasyoneke dersînor de, axa Başûr ango Rojavayê Kurdistanê tê bombekirin an jî wêrankirin, da ku bala raya giştî bikşîne ser aliyên din. Di vê navberê de, mirov ji berdêla wê jî nizane. Bi lîstina bi hestên netewperestiya gelê tirk, du çûkan bi kevirekî dixin. Mînak beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê lîtreya mazotê 18,58 lîre bû, piştî hilbijartinê yekser ji sedî 90'ê mazotê hat bilindkirin. Pirraniya xelkê ku haya wan ji vê siyasetê tune ye, nexwaze jî siyaseta dewletê dipejirîne. Dema ku gelê Kurd di bin zextên aborî, siyasî û neteweyî yên vê polîtîkayê de nalîn, xizanên gelên Tirkiyeyê neçar dimînin di nava xizaniyê de bijîn.

Di şerê qirêj ê Tirkiyeyê yê li hemberî kurdan de bi xerckirina bi milyaran pereyan wê aborî baş bibe, nefsanî ye. Bihabûn, xizanî û betalî wê hîn zêdetir bibe.

11. Tebax 2023

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar