Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Evîn Sînor Nas nake

Evîn Sînor Nas nake

Min Evîna Sînor Nas nake ya M. Kalman hinekî dereng lê bi kêf xwend. Nivîskarê me yê hêja M. Kalman di pirtûka xwe ya çîrokan de, di rastiyeke civakî de bi şêweyên jiyan, êş û hezkirina Kurd, Ermenî, Asûrî û bi giştî ya penaberan radiweste.

Weke mînak dema ku ew bi qetlîamên ermenî, suryanî û kurdan yên ji aliyê kolonyalîstên tirk ve mijûl dibe, ji çiyayên Kurdistanê heta quncên dûr ên Stenbolê, ji girtîgehên Tirkiyê heta kolanê Parîsê bi bîranînên tal û şîrîn gelek rastiyan ji me re vedibêje. 

Di qadeke din de dema ku behsa jiyana penaberên kurd dike, çîrokeke komedîk û dramatîk ya ku wan li Ewropayê derbas kiriye û penaberî ne jiyaneke wisa hêsan e, pêşkêşî me dike. Bi rastî, bi qasî ku em di vê çîrokê de hîn bûne, dema ku penaber li Ewropa an jî li welatên din hînî hin tiştan dibin, li aliyê din bi hesreta welatê xwe dûrî welatê xwe jiyana xwe didomînin.

Helbet evîn tevî dîroka tal jî sînoran nas nake. Ger em dixwazin hîn bibin ka faşîzma kolonyal ji berê heta niha çawa bû, pêwîst e ku hûn vê çîroka hevalê xwe M. Kalman baş bixwînin. Xebata ku nivîskarê me bi vê berhema xweş re anîye cem hev û wek pirtûk çap kiriye, xebateke bi fêde ye. 

Ez spasiya wî dikim û di karê wî de serkeftinê dixwazim. 

Her bijî!

Çîya Artos

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar