Çiya Artos

Çiya Artos

Mail: ciya.artos@gmail.com

Di hilbijartinên Tirkiyê de tiştekî ku xizmeta Kurdan bike heye?

Di hilbijartinên Tirkiyê de tiştekî ku xizmeta Kurdan bike heye?

Di hilbijartinên Tirkiyê de tiştekî ku xizmeta Kurdan bike heye?

Çîya Artos

Çi ferqa du  tifaqên mezin ên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê, Tifaqa Komarî (Cumhur İtifakı) û Tifaqa Netewî an jî Tifaqa Gel (Millet İtifakı) heye? Çima “Partiya Demokratîk a Gelan” ji bo Tifaqa Netewî (Millet İttifakı) û ji bo Kiliçdaroğlu dengên Kurdan dixwaze?

Egerdi hilbijartinên 14ê Gulanê de rêveberiya Erdogan (Partiya Komarî an jî Cumhur İttifakı) têk biçe û jî Tifaqa Netewî (Millet İttifakı) bi ser bikevin wê jî, gelê Kurd wê tiştekî bi dest nexe.Ji bo xapandina kurdan, dewlet û hin senarîstên siyasî yên kurd ku hevkarên wê ne, şanoyên wek "biratiya îslamî û biratiya gelan" li ser dikê û hin sloganên guncav ji bo wê serdemê pêşkêşî raya giştî dikin.

Wek mînak, berê hilbijartinên din “Partiya Demokratîk a Gelan” digot, “ne bes e, lê belê”. Di hilbijartina heyî de belkî bi bibêjin, “Ne bes e, lê bila alîkariya CHP’ê bikin” bi milyonan kurd biderxin ser sindoqan, daxwazên kurdan yên rast înkar birin û wan bi nîqaşên vala mijûl bikin.

Berê siyasetmedarên dewleta kûr ên wek Dogu Perînçek û Yalçin Kuçuk li ser kar bûn, lê îro siyasetmedarên dewleta kûr û ji beşên cuda nav Kurdan jî li ser kar in. Hevkarên dewleta kûr ne tenê tirk in, kurd jî hene. HDP ne partiyeke Kurdistanî ye, ji bo dengên Kurdan bigre xwe di bin îmaja Kurdan de dike. Divê gelê Kurd van lîstikên dewletê bibîne û li gorî wê biryarê bide ku di hilbijartinan de çawa tevbigere. Niha rojnamevan Hasan Cemal, Cengîz Çandar, Sezaî Temellî û tirkên kemalîst ên din bi êşandina kurdan hewl didin kurdan wek rizgariyê nîşan bidin. Dewlet ji bo ku tevgera serxwebûna Kurdistanê têk bibe, her carê lîstikên nû li dar dixe.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û namzedê Serokê Tifaqa Millet Kiliçdaroglu dibêje, dema ku were ser desthilatê ez ê sonda me vegerînim." Sonda wan çi ye:

"Ez tirk im, ez rast im, ez kedkar im..." Her roj zarokên kurd li dibistanê vê yekê dibêjin.

AK Partiyê ev sonda nîjadperest a ku guh nedaye kurdan û ji holê rakiriye û Kiliçdaroglu jî dixwaze vê sonda vegerîne. Em çawa dikarin ji kurdan bixwazin ku piştgiriya Kiliçdaroglu bikin? Hin siyasetmedarên kurd ku bi jibîrkirina qetlîamên kurdan yên berê û zilma dewleta tirk siyasetê dikin, her tim dixwazin bibin şirîkê derewên dewletê û kurdan bixapînin. Ev polîtîka bi qestî sextekarî û îstîsmar e. Hinek siyasetmedarên kurd hê jî bi heman mantiqê li dijî zîhniyeta sîyasetmedarên serdest ên di nava Tifaqa Komarî (Cumhur İttifakı) û Tifaqa Netewe (Millet İttifakı) de ku nîjadperest û faşîst di nav de cih digirin û siyaseta dewleta Tirk a bi sedan salan a rêveberiya dewletê, tevdigerin.

Di dema Komara Tirkiyeyê de destê “Partiya Komarî ya Gel” di hemû komkujiyan de hebû. Dema dewleta Tirk xera dibe, yan serokên partiyan diguherîne, yan jî partiyeke nû ava dike û hewl dide vê yekê xweş nîşanî gelê Kurd bide. Dewleta ku piştî darbeya 12 Adarê 1970 an de xera bûbû, di hilbijartinên 1973an de Bûlent Ecevit eşkere kir û şand Kurdistanê. Û Kurdan li ser çiya û keviran sloganên “Karaoğlan Ecevit” nivîsandin. Lê ev lîstik bû û Ecevî dijminê kurdan bû. Niha dewleta perîşan li şûna Erdogan hewl dide Kiliçdaroglû weke dostê Kurdan dide nîşanê me Kurdan. Dewleta Tirk di rewşekê de ye ku îro enflasyon digihêje %180, bi milyaran dolar deynê derve û buhabûna jiyanê mirovan dixe nava feqîriyeke mezin.

Li gel ku Partiya Karkerên Tirkiyeyê di hilbijartinên 1965’an de li Bakurê Kurdistanê herî zêde deng stendibû jî, di hilbijartinên Amedê de tenê Tarik Zîya Ekîncî bi ser ket. Ji ber ku li Kurdistanê li şûna kurdan tirk bûne namzet. Seroka TIPê Behîce Buran ku di hilbijartina Stenbolê de jî bi ser neket, li şûna Huseyîn Kiraz ê ji Siwêregê bû wekîl. Di hilbijartinan de îro jî heman lîstik tên lîstin. Sezaî Temmelî berê HDP’de de li Wanê û niha jî li Mûşê ji Partiya Çep a Keskan de bûye namzetê parlamenteriyê. Mînakên vê gelek in. Divê gelê kurd dersekê bide vê tîma parazît a ku li ser pişta kurdan bi çûna Enqereyê meaş distîne. Dem hatiye ku gelê Kurd xwedî helwesteke siyasî be. 

Ji bilî her du Îtifaqên Enqereyê, li Amedê jî Îtifaqek hat avakirin.

"Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd" ku li Amedê bi partiyên Kurdistanî re hat avakirin, di banga xwe ya ji bo hilbijartinan de banga dengdana ji bo Partiya Çep a Kesk kir.

Partî û rêxistinên beşdarî vê tifaqê dibin: Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komela Kurdên Şoreşger Demokrat, Partiya Mirov û Azadiyê (PIA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ye.

Ev partî dê çawa pirsgirêka Kurdistanê li parlamentoya Tirkiyê çareser bikin? Bersiva vê pirsê bêhêvîbûn e. Tişekê balkêş ew e ku Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) çû û bi wan re tifaq çêkir, tevî ku PKK û HDP bi salan sûcdar dikir û digot projeya dewletê ye. Çima partiyên Kurdistanî tifaqeke cuda pêk naynin û nabin parçeyek ji loma ku ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin? Yekitiya Kurdan bi qasî nan û avê girîng e. Lê yekîneyên ku gelê Kurd dikişînin nava çolê, xizmeta doza Kurd nakin. Helbet sûdwergirtina ji qada qanûnî ya li Tirkiyeyê baş e. Lê 80 sal in kurd bi hilbijartinên sexte yên Tirkiyê tên xapandin. Di van 80 salên hilbijartinan de Kurdan çend maf bi dest xistin? Ji bilî komkujî, zilm, xizanî.

Di erdheja ku 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest da Serokomarê Tirkiyeyê got, "Ev kirina Xwedê ye, Xwedê me diceribîne." Got û mesele girt. Çima gelê Kurd ê ku bê maf e, wê were ceribandin?

Yên ku alîkariya avakirina Komara Tirkiyeyê ya ku di sedsala 19an de li şûna dewleta Osmanî ya hilweşiyayî hat avakirin, Kurd bûn. Di berdêla wê de me çi bi dest xist? Komkujî, destavêtin, îdamkirin, sirgûnkirin, qedexekirina ziman û kevneşopiyên kurdan û asîmîlekirin û tirkkirina kurdan. Îro Tirkiye di heman serdemê de dijî û hinek kurd jî bi ders negirtina ji dîrokê hewl didin Komara Tirkiyê nav hilveşiyê dîsa xelas bikin. Nizanim em jê re bibêjin Lozana 2 an yan jî navekî din?

Em Kurd ne mecbûr in dewleta Tirk a li ber hilweşînê rizgar bikin. Ya rast ew e ku ji bo azadiya Kurdistanê tiştekî bikin.

 

13. Nîsan 2023

Facebook Yorum

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar