
Cejna Zimanê Kurdî, raman û çalakiyê Celadet Bedirxan
Ciya Artos
Roja destpêka weşana Hawarê ku xabata Celadet Bedirxan ya 15 Gulan’ê 1932 an, roja “Cejna Zimanê Kurdî ye”. Celadet Bedirxan dibêje: “Hawar denge zanînê ye. Zanî xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşîyê ye.”
Celadet Bedirxan 1893 li Stenbolê hatiye dinê û 15 ê Tîrmeha 1951 Hêcanê Şamê çûye ser dilovanîya xwe. Celadet Bedirxan kesayetek girîng bû ku heta nîveka sedsala 20 an mohra xwe li dîroka Kurdistanê daye. Divê em rewşenbîr û gelê Kurd vê baş nas bikin. Ji ber ku ev gelên dîroka xwe nasnekin, pêşeroja wan ne zelale. Fedakariya wan di rojên dijwar de ji me re wekî mîrat û baweriyek daniye.Erka hemû Kurdan e ku vê mîratê biparêzin.
Yekemîn hejmara Kovara “Hawar” di 15ê Gulan’a 1932 an de derket û het 15 ê gelawêja 1043 an 57 hejmar derketine.
Kovara Hawar di dema ku tê weşandin de tiştên balkêş hebûn. Mînakî, nivîsarên û xwendevanên Hawarê, hinek qet xwendin û nivîsandin bi zimanê Kurdî nekirbûn.
Gava Apê Osman Sebrî li ser vê yekê dipeyive: «Gava, rehma Xwedê lêbe, Celadet xwest Hawarê derxîne, min ji dest nivîsandinê kir, hevalekî bi navê Qedrî Can di hejmara peşî de ji min re tiştek nivîsandibû, di hejmara didwan de min jî jê re nivîsand, wilo me dest bi nivîsandinê kir."
Hinek hebûn ku qet neçûbûn dibistanê, bi tenê di rîya kovara Hawarê re, hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî latînî bûn. Di despêkê de, Celadet û Kamuran Bedîrxan bi nivîsarên xwe Hawar dixemilandin, paşê Osman Sebrî, Hemîd Ferec, Dr. Ehmed Nafîz Beg, Cegerxwîn, Mistefa Ehmed Botî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Qedrî Cemîl Paşa, Cemîl Axa Haco kovara Hawarê nivîsandin.
Dr. Nûreddîn Zaza di vê babetê de wiha dibêje : "... Gelek Kurdên din ji Sûrîyê Îraqê nîvîsarên xwe şandin bo Hawarê, di nav wan de, ne bi tenê şaîrên bi nav û deng, wek Cegerxwîn û Goran, lê axa, feqe, cotkar û şivan bi xwe hebûn...”
Nivîskarê Hawarê Cegerxwîn dibêje: "... Ez tu caran çakiya Mîr Celadet Bedîrxan ji bîr nakim, wî gelekî ji her alî de arîkariya min dikir, ji ber hindê, ez roj bi roj di vehandina hozan û toreya kurdî de pêşve diçûm. Bi taybetî ji bi xêra kovarên Hawar û Ronahîyê ku ez teşwîkî xweşnivîsandinê dikirim. Her weha dîwana min a yekê jî dîsa wî de di nav weşanên Kîtabxaneya Hawarê, hejmêr 19’an de hat çapkirin û belavkirin.” Tê dîtin ku Celadet Bedirxan çawa alîkariya nivîskaran kiriye.
Berî ku Mîr Celadet kovara Hawarê çap û belav bike, wî digel welatparêzin Kurdistanê li Bajarê Hesekê komeleyek bi navê “Civata Alîkarîyê ji bo Kurdên Belengaz” saz kiri bûn. Ev kes : Hemze Begê Miksî, Kurên Cemîl Paşa, Haco Axa, kurê wî Hasan Axa, Mele Şêxmûs (Cegerxîn) û emdamê civatê yên din bûn. Armanca van, em Kurdên ku ji ber Tirkan revyabûn û li bin xetê belengaz bûn, alîkarîya wan bikin.
Celadet Bedîrxan ji bo wê wiha dibêje:
"Civata Alîkarîyê ji bona Kurdên Belengaz. Divêt her Kurd arîkarîya civakê bikit da ko civat jî bikarît arîkarê Kurdên Belengaz bikit."
Mîr Celadet 1932 an de pirtûka xwe ya pêşin ‘Rêzimana Elfabêya Kurdî’ çap kir, û li ser qada wê wiha ninivîsandûwiha dibêje:
"Ev elfabêya hanê ko îro em zimanê xwe pê dinivîsin paşîya xebateke salînên dirêj e. Di 1919 an de, me dabû çiyayên Meletyê. Em ketibûn nav eşîra Reşîvan. Mêcer Nowel jî gel me bû. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Mêcer (Nowel) bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di cih demin qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî "
Lê di wan rojan de, rewşa aborî ya Celadet Bedixan qet ne baş bû. Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş da dijiya. Tiştek ji zevîyên wan yê mayî di Cezîra Botan de, nedihat destê wan. Nemazê piştî 1924 an, hingê Kemalîstan dest danîn ser hemî warîdata wan.
Di vê rewşa xirab a aborî de, Celadet Bedîrxan warê zimanê Kurdî de ji dû lêkolînên xwe vegeriya. Celadet Bedîrxan li Şamê, jîyana xwe berdewam kir. Guh nedida rûniştina xwe ya Şamê bi berdewamî li Şamê bimîne. Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima. Ev ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razanê jî bû. Celadet di vê pirsgirêk û zehmetiyê de hewl dida ku ji bo gelê kurd tiştek bike.
Çavên wî li bendê bûn ku careka din firsendekê bibînit ku bikarit biçit Kurdistanê. Serhildana Sasonê bi serhildana Şêx Seîd re di sala 1925-an de serî hilda û heya 1937-an dom kir. Piştî ku serhildana Sasonê bi serokatîya zarokên Elyê Yûnis hate tepisandin, Celadet Bedîrxan fêhm kir ku ew êdî nikare biçe Bakurê Kurdistanê, biryara xwe da, xwest bizewice.
Bi dotmama xwe Rewşen Bedîrxan Xanimê re zewicî. Mala xwe guhert û kovara xwe Hawar mala xwe da çap dikir. Rewşen Xanimê jî alîkarî wî dikir. Kebanîya wî Rewşen Xanimê jî di dibistana Şamê de her mamostetîya xwe dikir. 1935 an de, Celadet Bedîrxan ji neçarî razî bû bibe mamosteyê zimanê Fransî dibistana li Şamê.
Di sala 1938 an de keçek wan bû. Navê wê danîn Sînem Xan. 1939 an de kurek wan bû, navê wî kirin Cemşîd.
Dema şerê cîhanê yê duyemîn, ji ber zora devletên cîranên Sûrîyê (Tirkiye, Îran û Iraq) hikûmeta Fransî ya Sûrîyê, ji sala 1943 an heta 1946 an ew mecburî rûniştandina bi zorê kirin. Ji ber ku devletê dagirker yên wek Tirkiye, Îran û Iraq Celadet Bedîrxan pir ditirsiyan. Ev zorrûniştina li Şamê ji alîyê rejîma Sûrîyê ve jî heta 1946 an de hat domandin.
Piştî şerê cîhanê yê duyemîn, Celadet dest bi karên rojnamevanîyê kir û li sala 1942ê li Şamê Kovara Ronahî weşand.
1946 an de hikumeta Sûrî ew serbest kirin û di 1947 an de li ber vekirin ku li Cezîrê li ser nave Kurdan xwe hilbijêre bibe parlementer di parlamentoya Sûrîyê de.
Lê dema ku Celadet Bedîrxan berê xwe da Cezîrê da ku dengên Kurdan kombike, lê 24 saet derbas nebûn di Cezîrê de hikumetê dest danîn ser wî û ajotin Şamê û navê wî ji hilbijartinê deranîn. Ew ji nû li Şamê bin rûniştina mecbûrî kirin û her hefte here muhafeze bal walîyê Şamê, xwe şanî wî bide. Li vir rewşek balkêş heye ku dibe ku di vê biryara hikûmeta Sûriyê de zexta dewletên dagirker û bi taybetî ya devleta Tirk hebû. Di dîroka Kurdistanê de, çiqas Kurd zirar dîtine, destê dewletên dagirker di vê de heye.
1948 an de, hikûmeta Sûrî ji êrîşên cînare xwe (nemazê ji Tirkan) tirsîya. Hingê Celadet Bedîrxan ji hikûmeta Sûrî xwest ku hêzek leşkerê Kurdî amade bike. Li hikûmeta Sûrî guh li nekir. Teklifa Celadet Bedîrxan, Devleta Sûrî û dagirkerin din jî qebûl nedikirin. Li ber ku, haya dewletên kolonyalîst ji planên Celadet Bedirxan hebûn. Casûsên dagirkeran nah Xoybûnê de jî hebûn. Minakî, li Şamê Îbrahîm Nadirî casûsê Îranê bû. Lê Cezîrê Îbrahîm Beg casûsê hikmeta Tirkî yê bû û di nav Xoybûnê de dixebitî. Husên Sawîrlî jî casûsê Tirkan bû, li Şamê nav endamên Xoybûnê de dixebitî.Wan cacûsan herdem devletin dagirken agahdar dikirin.
Damezrandina hêzek leşkerî ya Kurdî, bi serokatîya Celadet Bedîrxan, ji bo devletên dagirker xeter bû. Pir dirsîyan. Nemaze weke Celadet Bedîrxan, wê Kurdên wan welatan xwe li dor dabana hev, hingê serêşandin ji wan devletên dagirker re çêbûba... Vêca devleta Sûrî jî nedixwast serkeftina Kurdan, ji ber ku Kurd li nav wan de jî hebûn.Parçeyek Kurdistanê di bin dagirkirina Sûriyê de bû.
1’ê Nîsana 1942’an de, Celadet Bedîrxan li Şamê kovara Ronahî ya mehane çap û belav kir.
Kamuran bedîrxan jî li Beyrûdê, di 3’ê Gulana 1943’an de bi zimanê Kurdî û Firansî rojnameyek heftane bi navê ‘Roja Nû’ çap û belav kir.
Pênc hijmarên Ronahîyê ên pêşîn li ser nûçeyên Şerê cîhanî bûn. Di demên paşîn da jî êdi Ronahî kovareka xwerû Kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda Kurdî hatibû xemilandin. Piştî ku li sala 1943ê Hawar hat sekinandin jî, Mîr Celadetî giranî da ser Ronahiyê.
Dr. Nuredîn Zaza jî di pêşgotina xwe ya çapa nû ya Hawarê weha dibêje:
“...Sebebên rawestandina wê (Hawarê) pir bûn, bi kurtî bêjim ku xwendevanên wê kêm bûn û pereyên ku ji wan dihat ne dihişt ku ê pê mijûl bûn têra xwe nan bixwin...”
Naveroka kovara Hawar û Ronahîyê: Bingehê Giramera Kurdî, Ferhenga Kurdî, Zargotina Gelêrî û kilasikên Kurdan, Dîroka Gelê Kurd, naverokek din Hindik û Rindik û Rewşa Dunyayê.. Mîr Celadet û Beşê Firansî di kovara Hawarê de, (wek: Roger Lescot “leskat”, Pierre Rondot, Thomas Bois “Bora” bûn),
Roger Lescot (leskat) zêdeyî 25 salan li Kurdistanê derbas bû da ku zimanê Kurdî fêr bibe û efsaneyên herêma "heyva bîber çêke" binivîse. Di 1930-an de wî çû serdana gelek stranbêjên dengbêj ên navdar li Sûriyê da ku efsaneya Memê Alan temam bike. Stranbêjên Dengbêj hunermendên Kurd in ku bûyer û efsaneyên dîrokî bi şêwaza axaftin-sitranê ya taybetî ji hunera Dengbêj re "distirên".
Yek ji wan hêjayiyên Roger Lescot, yên din ji bo zimanê Kurdî çapkirin e, digel Celadet Ali Bedirxan, alfabeyek Latînî û di 1951-an de pirtûkek li ser rêzimana Kurdî ji bo zaravayê (devkî) Kurmanci.
Roger Lescot Fransî bû, 25 salan li Kurdistanê ma, fêrî Kurdî bû û xebatên li ser çanda Kurdî weşand.Lê mixabin, hîn jî hin Kurd bi axaftina zimanê dijminên me pirtûkan dinivîsin.
Celadet Bedîrxan hejmara 27’an de (Kovara Ronahî) gelek gilî û gazîn ji Kurdan kirine, dema ku dibêje:
“Malxirabno! Ma we ew çend wext nîne ko hon ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bo na ku bikaribin finfoneke derewîn bi lêv bikin.
Kuro eyb e şerm e, fibêt e, an hînî zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê ziman kurdîtî ji me re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîkî giran e... Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zimanên din dizanin bixwînin, binivîsînin ê alfabeya zimanê xwe hêj nasnakin...” digot.
Ji ber ku gotarên sîyasî, helbest û çîrokên ku ji kovara Ronahi re hatine şandin bi Alfabeya Latînî nehatine nivîsandin, neçar bû ku Celadet Bedirxan hemîyan wergerîne Latînî. Şaşîyên wan yên gramerî rast dikir û dawî çap dikir. Jimara 25’an û pê ve, nema rewşa aborî bi xwediyê wî alîkar bû ku kovara Ronahî bimeşîne. Hingê ew gelek destteng bû û pir zor li dihat kirin. Jimarên Ronahîyê gihan 28’an di Adara 1945’an de pey re ew jî nema derket.
Wî demê de Osê Hecî Hirsan dibêje:
“Carekê Mîr Celadet kursî û berekê xwe firotin. Ji bo ku bikaribe hejmarek Hawarê çapbike.”
Celadet Bedîxan li ser zehmetiyên ku wê demê ji bo Hawar û Ronahi re dikêşa wiha dibêje:
"Hin kesan ji doza Kurdistanê bêtir ji dewlemendiya xwe hez dikirin." Mixabin vê gotina kurt û girîng rewşa ku Kurd tê de bûn eşkere dikir. Çawa ku Celadet Bedirxan got, hinek ji bo milkê dinyayê dixebitin, hinên din jî di seranserê jiyana xwe de ji bo welat û gelê xwe dixebitin.
Dîsa, wê demê, hin Kurd ne bûn aboneyê kovaran û ne jî dixwendin. Yên oldar, şerê nîvisandina zimanê Kurdî bi tîpên Latînî dikirin, ji ber ku ne bi tîpên Erebî yê Qur’anê ye û di hingê de misilmanetiyê rolek mezin di nav Kurdan de dilîst. Kurdên oldar li şûna Erebî nivîsandina bi tîpên Latînî guneh hesibandin.
Apê Osman Sebrîvê babetê de çi digot:
“Milet nedixwend, kesen ku me ji wan re dişand jî, nedixwendin, yanî mîna ku tu ji yekî re niviştekê çekî û texî stûyê wî, ma ev edî, wê karibê wê niviştê bixwîne? Ya me jî wilo bî...”
Bi her halî, rêjeya xwendin û nivîsandinê di nav Kurdan de kêm bû. Surîyê alfaba Erebî bû. Türkiye Latini despê kiribû, Kurdistana Baxur jî Latini bû. Ser wê yeke Celadet Bedîrxan dixwest ku ji bo gelê Kurd latini despê bike.
1943’an hikûmeta Sûrî carekê din dest danîn ser Celadet Bedîrxan bi rûniştina zorê di Şamê de û hin bi hin li ber kovarên wî teng kirin, 1945’an kovara Ronahî rawesand.
Pirtûk û berhemên Celadet Bedîrxan:
- Celadet Bedîrxan berpirsyarê her du kovarên bedew Hawar û Ronahîyê bû.
- Rêximana Alfabeya Kurdî, Pirtûkxana Hawarê 1932’an de Şam
- Rûpelînên Alfabê, Pirtûkxana Hawarê 1932’and de Şamê
- Bîyişa Pêxember (Peygamber Bahçesi), Pirtûkxana Hawarê 1933’an de Şamê, bi Kurdîya dimilî ye
- Nivêjên Êzedîyan, Pirtûkxana Hawarê 1933’an de Şamê
- Mektûp ji Mistefa Kemal Paşa re, Pirtûkxana Hawarê 1933’an de Şamê, bi Tirkî
- Ji Mesela Kurdistanê, Pirtûkxana Hawarê 1934’an de Misir, bi Fransî
- Giramera Kurdî, 1943 bi Fransî
- Giramera Kurdî; ev pirtûk Celadet Bedîrxan û Roger Lescot (leskat) berhev amadekiribûn, di sala 1970’î de Roger Lescot (leskat) li Parîsê en pirtûk çapkir.
- Sedemên ketina Rastin ya Edîrneyê, en pirtûk Celadet û Kamuran Bedîrxan bi hev re di 1910’an de li Stenbolê çap û belavkiribûn.
- Ferhenga Kurdî-Kurdî: Ev Ferheng hêj destnivis e, di sala 1971’an de kebanîya Celadet Bedîrxan, Rewşen Xanim çû Îraqê pêşkêşî Akademîya Kurdî li Badadê kiriye.
- Ferhenga Kurdî -Firansî; Celadet Bedîrxan dest bi vê Ferhengê kiribû, birayê wî Kamuran firehtir kir, Ensîtûtiya Kurdî li Parîsê çap û belav kir
- Xwebinas; destnivîs e, Hawar jimara 18
- Kitêba Sinemxanê; destnivîs e, Hawar jimara 19
- Hevînd; Şanoyeke, ji 17 civanokan pêktê, Hawar jimara 20
- Diwanek Helbestan
Di sala 1947’an de Komara Mahabadê ya Kurdî, piştî ku Yekitiya Sowyet dest xwe ji pişt kişand, bi hovîtî destên dagirkerên Îranê hat perçiqandin, hingê tev heviyên Kurdan yên ku hebûn wela bûn û Kurdan zanîn ku ew bi xwedî ne. Wê demê hikûmeta Sûrî ya Erebî xwe nêzîkî neteweperweriya Erebî ya Sûrî dikir. Dixwest tev gelên din yên ku li Sûrîyê dijîyan nav xwe de winda bikin da ku bikin Ereb.
Dijî wekî Kurd, Asûrî, Ermenî û Çerkezan,siyaseta hemû dewletên ku Kurdistan dagir kirin yek bû. Di wê heyamê de Partiya Komunîsta Sûrîyê jî cihê xwe di Sûriyê de girtibû û armancên xwe yên sosyalîstîyê, zanîn û wek heviyê şanî tev gelan didan. Ji ber vê yekê, hin Kurdan dev ji netewîtîya xwe ya Kurdî berdan û bûn endamên Partiya Komunîst a Sûrî. Lêbelê, wan ew pêşwazî ne kir ku bibin endamên Xoybun an partiyek din a Kurdî.
Gotinên Partiya Komunîst ji hêla teorîkî de baş bû û sedemek Kurdan tune ku jê bawer nekin.Ger bi rastî werin meşandin berjewendiya hemû gelan heye. Lê wan nizanibû ku li hemî dewletên dagîrker, di pratîkê de, partiyên Komunîst û sosyalîst, sosyal şovenîst bûn û li dijî serxwebûn û mafên demokratîk ên Kurdan bûn.Ev serdem li Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyê pêk hat û ji bo Kurdan serdemek tarî bû.
Ji ber ku ev tiştên ku li pêşiya xebatên neteweyî yên Celadet Bedirxan û rewşenbîrên din ên Kurd bûne asteng. Van Kurdên ku endamên Partiya Komunîst bûn, pir girîngî nedan tîpên Latînî yên zimanê Kurdî.Wan digot qey dema ku civakek sosyalîst were damezirandin dê ev hemî pirsgirêk werin çareser kirin.Lê wan nizanibû ku ew xelet in.Wan heta Celadet Bedirxan rexne kir ku ew neviyê Mîrê Cizîra Botan e. Ji ber vê sedemê, Celadet Bedirxan demekê di nav Kurdan de hate ji bîr kirin.
Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadetî li sala 1950ê li gundê Hecanê, ko nêzî Şamê bû, dest bi karê zîraetê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bikit.
Herçend gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hêcanê ji bo avdana pembûyê araziyên ko diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ko ji malbata xwe ra dinivisîn navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.
Celadet Bedîrxanli 15’ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê û Bîra Qederê de çû ser dilovaniya xwe û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxan, Bavê xwe Emîn Elî Bedîrxan li Goristana Şêx Mewlana Xalidê Nexşbendî li Taxa Kurdan li Şamê hat veşartin. Celadet Bedirxan rewşenbîr, helbestvan, kedkar, zimanzan, dîplomat û serokek baş bû ku pêşengiya gelê Kurd bike.Mirina wî ya zû ya 58 salîyê de çaverêkirî ew ji karûbarên wî yên ji bo gelê Kurd dûr xist. Lêbelê, heya ku gelê Kurd hebe, xizmetên wî yên hêja ji bo gelê nayê ji bîr kirin.
Me gelek tişt hene ku em ji Celadet Bedirxan fêr bibin.Celadet Bedirxan hînî me dike ku dema ku her tişt xelas be jî, tişt hene ku bêhêvî werin kirin. Dîroka Kurdistanê ne yekdestdariya ti partî an rêxistinek Kurdî ye.Tu partî nikare bibêje ku ‘dîrok bi min dest pê dike’.Dîroka Kurdistanê di pêvajoyek hezar salan re derbas bûye û gihiştiye îro.Erka me ev e ku em gelê xwe vê yekê bidin fêhm kirin.
Celadet Bedîrxan û havalên xwe bu Kurdan wê dema tarîda xizmetekê baş kirin.Piştî ku Celadet Bedîrxan çû ser dilovaniya xwedê, hin nivîskarên Kurd ser rê û şopa wî meşiyan , hin wan bûn endamê Partiya Komunîst ya Sûrîyê dijî kebaniya wî sekinîn. Kebaniya Celadet, Rewşan Xanim ji neçarî û gotegotê di 1972’an de, mala xwe li Şamê barkir Banyasê. Rewşen Xanim dibije ku:
“Ji sal 1951’an û pe de min rojên pir dijwar di jiyana xwe de bûrandine û kesî ji Kurdan li şûnwarê Mîr Celadet nepirsî. Ev jî kêmasiya me Kurdan e!”
Wekî ku Rewşen Bedîrxan dibêje, ev kêmasiya mezin a Kurdan e. Ji ber ku Celadet Bedirxan ji bo xatirê Kurdan, ji bo rêya serxebûn û azadîya welat, mal, dem û canê xwe da, lê piştî mirina wî, kes bi salan deriyê malbata wî venekir. Ewa êşekê pir girane û şermekê mezine!
Rewşen Bedirxan di 3ê Xezîrana 1992’an de li Banyas çû ser dilovaniya xwe.Ew li tenişta Mîr Bedirxan û Celadet Elî Bedirxan, ku li tenişta gora Selahaddin Eyyubî, ku navê wî yê rastîn Taxa Kurdan hate veşartin.
Celadet Bedirhan helbesta xwe ya ‘Bilûra min’ de dibêje.
Bilûra min
bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
bilûra min tu î,
xemrevîna terkeserên dinyayê!
Bila rihê Celadet Bedîrxan û hevalên wî şad be,
Serê gelê Kurd sax be
15ê Gulanê 2025























Yorum Yazın