
Hin ronakbîr û kesayetên kurd bi rast dipirsin, “Çima hûn her tim bi axaftina Öcalan rewa dikin?”. Dema ku em Öcalan rexne dikin, em devleta Tirkiyê jî rexne dikin. Lê belê ev rastiyek e ku dewleta Tirk behsê Öcalan salana di rojevê de dihêle. Kurd 40 sal in behsa Öcalan dikin. Vê siyasetê jî rojeva rast a kurdan her tim matmayî dihêle. Kesên ku doza serxwebûna Kurdistanê dikin jî her tim behsa rojeva Öcalan dikin ku di nava wan de kaosê çêdike û serê kurdan tevlihev dibe. Ji ber vê yekê wextê wan namîne ku ji bo tekoşînekî rastî mijîl bibin. Mixabin ez ê nivîsa xwe de dîsa behsê Öcalan bikim.
Payîza borî, di vekirina Meclisa Neteweyî ya Tirkiyeyê de, bi "pêşniyara aştiyê" ya Serokê Partiya Tevgera Neteweperest Bahçelî ya ji bo parlamenterên DEM'ê tevgerek dest pê kir. Ji bo hevdîtinên Öcalan û destur dan. Dem Parti çû Îmraliyê Öcalan re hevdîtin kirin.
Di dawiyê de heyeta Îmraliyê ya partiya DEM'ê nameya Öcalan ji çapemeniyê re xwendin. PKK nameya Ocalan weke “manîfestoya serdemê” şîrove kir. Öcalan ji destpêkê ve parçeyek ji siyaseta dewletê ye. Kurdên ku vê yekê fêhm nakin, an bi zanebûn vê yekê dikin, an jî bi rastî jî rastîya meselê nizanin. Ji Edogan heta Bahçelî hemû partî û rayedarên dewleta Tirk piştgirî didin banga Ocalan. Ji ber ku di berjewendiya wan de ye. Em çawa dikarin bi vê dewleta ku 100 sal in kurdan tune dike û dikuje, bi wan re bibin birayê hev? Di vê nameyê de Öcalan behsa mafên kurdan yên çandî jî nake, yanî li gor Öcalan kurd ne xwediyê çand û ziman jî ne. Nijadperestên Tirk gelê Anatolyayê qetil kirin û li ser çand û zimanê xwe ji xwe re çandek afirandin. Kurdî nabe zimanê fermî. Tişta ku di nameyê de tê ravekirin, dijberiya dewleta tirk û qebûlkirina asîmîlasyonê ye û tirkbûn e. Öcalan û dewletê, Kurd bêzar kirine, bi hezaran kesên ku piştgirî dane PKK'ê vala kirine, ruhê wan ê netewî tune kirine.
Öcalan dixwaze Kurdan di çarçoveya qanûnên Tirkiyeyê de bihelîne. Dewlet rasterast bi Ocalan re hevdîtinan nake, bi rêya MÎT'ê hevdîtinan dike. Ji ber ku bazarkirina bi Kurdan re ne ji bo dayîna tu mafan e. Ya duduyan jî qet naxwaze bi kurdan re mijûl bibe. Êdî haya gel ji xiyanetê heye. Dewlet dê destûrê bide mîtîngeke wisa ku zirarê dide xwe? Ji ber ku dewletê dixwest gel guh bide Ocalan û teslîmî dewletê bibe, xwest gel li qadan kom bibe.
Xwestin di 27’ê Sibata 2025’an de dema ku banga Ocalan dihat xwendin, li Wan, Amed û bajarên din gel bê deng ji qadan (meydanan) derketin. Lêbelê, komek piçûk banga Öcalan ya teslimîyetê bi dîlanan ve pîroz kirin.
Gelek sîyasetmedarên kurd dilgiran in ku çima PKK-ê çek berdide? Lê ev rasiye ku, PKK êdî tu feydeya doza kurd tune. Bi dîtina min çeka xwe deyne dê baştir be. Raste ku divê her miletek xwedî artêşeke çekdar be ku xwe biparêze. Lê PKK ne artêşeke kurd a çekdar e. PKK’ê piştî şerê Xendekê 10 sal in li Bakurê Kurdistanê têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kiriye. Jixwe hêza wê nemaye ku dewletê neçarî çareseriyek bike.
PKK her çiqas ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibe damezrandin jî, di salên pêş de bi hemû dewletên ku Kurdistanê mêtingeh kirine re têkilî pêş xist û dem bi dem li ser navê wan siyasetê kir. Carinan ew ji rê derket. Yanî PKK li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bûye garantor. PKK naxwaze Kurdistanek sebixwe ava bibe. Dixaze Kurd bikevin bin destê devletên kolonyal. Bi demê re, li gorî serdemê, bi dewletên ku Kurdistanê kolonî kiribûn re têkilî danî, lê di dawiyê de berê xwe da avakerê xwe yê rastîn, dewleta Tirkîyeyê.
Parlamenterê DEM Partiyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li ser pêvajoyê got, “Ti şertên Ocalan nînin.”
Mustafa Karasu banga Ocalan wekî “Manîfestoya Sedsalê” dinirxîne. Li gel vê jî nirxandina PKK’ê ya weke “Manîfestoya Dîrokê” helwesteke şermê ye. Belgeya şerm e ku ev axa ku bi xwîna ciwanên Kurd ku ber bi çiyayan ve birin û ji aliyê dewletê û wan ve hatin qetilkirin, di dawiyê de radestî kolonyalîstan hatin kirin.
Di nameya Abdullah Ocalan de her tişt eşkere ye. Ji bo kurdan tu mafan naxwaze û dixwaze kurd teslîmî dewleta tirk bibin û asîmîle bibin. Ji roja ku hatiye girtin heta niha soza xwe ya dilsozî û xizmeta dewletê bi pêk anî. Ocalan di daxuyaniyê de wiha got: “Encamên neçarî yên tevgera neteweperest a tund; “Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî nikarin bibin bersiv ji sosyolojiya dîrokî ya civakê re.
Îro binêrin li welatên Ewropayê, em bêjin partî û herêmên ku ji bo miletê xwe mafan dixwazin, niha çek nemane lê dîsa jî ew rêxistin dimeşe, li Spanyayê, em bibêjîn meseleya Katalan û Baskan, îro çek nîn lê dîsa jî li hemberî hikûmeta Spanyayê siyaseteke herî xurt dimeşe, ez bawer im ku dê siyaseta sivîl xurttir bûye. Lê ji ber ku dewleta Tirk ji rijandina xwînê û kuştina Kurdan pê ve tiştekî din nake, di qada siyasî de ev derfet ji bo Kurdan nemaye.Firsend û îmkana kurdan tune ku wek Katalonya têkoşîneke siyasî bimeşînin. Ji ber ku Tirkiye xwedî dewleteke kolonyalîst e û bê mafên mirovan e.
Tevgerên Netewî yên Kurd ku di navbera salên 1920 û 1940’î de li ber xwe dan, bi şikestinekê dawî li komkujî û sirgûnên bi darê zorê hatin kirin û di civaka Kurd de qonaxeke wêranî, birîn, tirs û fikareke kûr çêkir. Di navbera salên 1940-1960î de li Bakurê Kurdistanê demeke bêdengiyê dest pê kir. Dema em li îro dinêrin, di encama şerê ku PKK û dewletê bi hev re organîze kirine, Kurd li Bakurê Kurdistanê westiyane. Ji ber ku Kurd li Bakurê Kurdistanê xwedî rêxistineke alternatîf nînin, dewlet di her qadê de birêxistinkirî ye.
Di siyaseta Tirkiyê de tiştên balkêş diqewimin. Heta duh derdorên PKK û DEM’ê Mehmet Metîner ajan bi nav dikirin. Lê Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner li Girtîgeha Edîrneyê çû serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş. Ne hewce bû ku PKK, partiya DEM û Demirtaş ewqas deng derxin. Li şûna ku Demîrtaş negota “Em nahêlin hûn bibin serokomar” û di hilbijartinê de li dijî Erdogan derkeve, dikaribû bi Erdogan re bazarî bikira û hinek maf bi dest bixistana. Demirtaş niha bi gotina birêz Erdogan û Bahçelî pesnê wan dide.
Gelê Kurd ku demeke dirêj di bin desthilatdariya Osmaniyan de jiya, heta serdema Tanzîmatê weke mîrekiyên xweser jiya. Ev otonomiyên ku ji bo parastina hebûna kurdan û çanda wan xwedî girîngiyeke jiyanî ne. ÎDRÎS-Î BÎTLÎSÎ ye, mîmarê vê peymana ku beriya şerê Çaldiranê di sala 1517-an de di navbera Beysên Kurd û Yavuz Sultan Selîm de hatiye çêkirin.
Di encama vê peymanê de mîrekiyên kurdan heta berdêlê serxwebûna xwe parastin. Eşkere ye ku Îdrîs Bîrlîsî ku navbeynkariya vê peymanê kiriye, dîplomasiyeke jêhatî kiriye. Beriya sala 1980’î hemû partîû rêxistinên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ev peymana ku Îdrîs-î Bedlîsî bi Osmaniyan re çêkiribû, weke xiyanet dinirxand. Lêbelê, em paşê hîn bûn ku ev rewş ne wekî ku me dizanibû. Me rastî nedizanî.
Li aliyê din Öcalan teslîmiyetê li ser Kurdan ferz dike û peymaneke ku tê de Tirkkirina Kurdan tê xwestin amade dike. Hin cahil û oldarên (Mirûdê) Ocalan ev peymana teslîmiyetê li qadan bi govendê pîroz kirin. Yanî li hemberî kurdan lîstikeke mezin û xapandinê tê lîstin. Bi rastî jî Tirkiye nexwest ku PKK bêçek bibe. Lê belê ji ber ku ji geşedanên li Rojhilata Navîn ditirsiyan û ji ber ku PKK ji bin kontrola wan derkeve. Tiştek din jî, nehêle Kurd li Rojava mafên xwe bi dest bixin, ev biryar zû girtin.
Di peyama Öcalan de. Divê PKK dev ji çekan berde û xwe belav bike. Lê ji ber diyardeya PKK û rewşa ku tê de ye, biryara ku PKK dev ji çekan berde û xwe hilweşîne, ji bo berjewendiya neteweya Kurd bûye. Bi rastî dema ku Öcalan di sala 1993-an de hat girtin, diviyabû ku PKK çekên xwe deyne. Lê Tirkiye û Îranê rê li vê yekê girtin. Bi giştî, ji bo hemû civakên kolonyal rewa ye ku ji bo azadiya xwe serî li her rê û rêbazan bidin, çek jî di nav de. Ev rewş di biryarên Neteweyên Yekbûyî de jî heye. Lê PKK ne partiyeke ku ji bo berjewendiyên kurdan têdikoşe.
Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê, di navbera komeke çekdar û leşkerên niha yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer derket. Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku li rojavayê Sûriyeyê ku bi piranî Elewî lê dijîn rojên borî de çen hezar kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.Komên çekdar ên Siltan Silêman Şah (Emşat) û Firqeya Hemzeyê (Hemzat) ên nêzikî Tirkiyeyê bi "komkujiya Elewiyan" a li berava Sûriyeyê tên tohmetbarkirin. Tirkiye hevkarê komkujiya elewiyan a li Sûriyeyê ye. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd, Elewî, Durzî û kêmneteweyên din e.
Emşat û Hemzat du komên çekdar ên ku di nav "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê" de bûn û Tirkiye piştgiriya wan dike herî zêde bi binpêkirinan tên tohmetbarkirin. Komkujî, destdirêjî, dizî û talanê dikin. Kurd li Rojava çawa dikarin li hemberî van çeteyên hov, diz, tecawizkar ên girêdayî Tirkiyeyê, çekan deynin? Bi deh hezaran Kurd qetil bikin.
Hefteya borî kongresmanekî Komarî yê Amerîkayê gotibû, "Tirkiye piştgiriya terorîstan dike. Divê ambargoya çekan li ser Tirkiyê bê danîn." Amerîka û Yekîtiya Ewropa baş dizanin ku Tirkiye çi dike. Baweriya wan bi Tirkiyeyê nayê.Têkiliyên Trump û Pûtîn wê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çawa derkeve holê, em nizanin.
Hin rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd Rojava ji PKK’ê cuda dikin. Ew difikirin ku li wir Amerîka , dewletên rojavayî û Îsraîl hene. Ev hêz di wê baweriyê de ne ku PYD dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) biguhere û biguherîne û statuyeke kurdî ya netewî ava bike. Tiştek rast e, Amerîka, dewletên rojavayî û Îsraîl dikarin ji bo hebûna xwe li herêmê her rêxistinekê bi kar bînin, Kurd jî di nav de. Lê eger hêzeke wek PYDê bêje “em dewlet û federasyonê naxwazin”, yek ji van dewletan nikare li ser vê hêzê ferz bike ku statuya xwe ya netewî ava bike. Li cîhanê rastiyeke wisa ya siyasî û polîtîk nîne. Digel her tiştî divê kurd guh bidin Amerîka, Îsraîl û Yekîtiya Ewropayê, ne dewletên kolonyalîst. Daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ya ku dibêje ew ê alîkariya Kurdan û Durzîyan bikin gaveke erênî ye. Mazlum Abdî got, "Kî piştgiriyê bide me em dê bi dilxweşî qebûl bikin. Eger ew Îsraîl be jî”
Ser wê berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got, “Kesê ji bo parastina Kurdan bangî Îsraîlê bike dijminê Kurdan e.” Çima Omer Çelîk ev got? Ji ber ku ya herî zêde ew ditirsin hevkariya kurdan bi Îsraîlê re ye.
Îsraîlê got: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê. Îsraîl bombebarankirina navendên leşkerî yên li Sûriyê didomîne.
Ger PYD û Rêveberiya Xweser a Rojava guh bidin banga Ocalan, wê xeletiyeke mezin bikin û ev yek jî ji bo Kurdan bibe felaket. Ji ber ku wisa xuya ye PYD û HSD dê Rojava bi Ehmed El Şara, yanî bi dewleta Sûriyê ve girêbidin. Ji ber ku Öcalan di daxuyaniya xwe ya dawî ya Îmraliyê de got, "Daxwaza dewleteke Kurd a serbixwe, Federasyon, Otonomî, mafên çandeger nekin." PKK’ê ev bang qebûl kir û îhtîmala ku PYD jî qebûl bike jî heye.
Di pêşnûmeya destûra bingehîn a ku ji aliyê Komîsyona Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ve hatiye amadekirin, navê "Komara Erebî ya Sûriyeyê" hatiye bikaranîn. Ev tê wê wateyê ku tenê Ereb xwediyê dewletê ne. Kurd, Durzî, Elewî û kêmnetewên din di nav de nînin.
Civîna 10 Adarê 2025ê di navbera Serokomarê Sûriyê Ehmed El Şara û Mezlûm Ebdî de li ser 8 xalan pêk hat. Li aliyê din hin derdorên Kurd peymana ji 8 madeyan a di navbera Mazlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed El Şara de hatiye îmzekirin wiha şîrove dikin, “Bi peymana ku di navbera Mazlûm Kobanî û Serokkomarê Sûriyeyê de hat îmzekirin, Kurdan statuyeke destûrî bi dest xist.” Hin derdorên Kurd bi awayekî geşbîn li vê peymanê dinêrin. Lê ev rastiyeke ku bandora Ocalan li ser peymana ku Mazlum Abdî û Ahmet El Şara îmze kiribûn çêbûye.
Di peymana Mazlûm Abdî û Ahmet Şara de ji bo pêkanîna şert û mercên peymana Mazlum Abdî û Ahmet Şara jî wê di pêşerojê de diyar bibe. Ji ber ku zehmet e desthilatdariya Ahmet ŞAra demeke dirêj bijî. Dîsa Mazlûm Abdî bêyî ku fikrên mezinên Kurdên Rojava bigire ev peyman çêkir. Mijareke din a girîng jî ew e ku belkî kurdan ji bo çend salan xwe ji Tirkiyê biparêzin û xwe bizivirin ev peyman çêkirine.
Her çiqas PYD di peymana ku bi dewleta Sûriyê re çêkiribû de ENKSê pir cidî negirt. Tevî vê yekê jî Başûrê Kurdistanê piştgirî dide peymana ku Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şara îmze kirine. Mazlûm Ebdî dibêje: Yekbûna axa Sûriyê tê wateya hebûna yek artêş, yek dewlet, yek paytext û yek al li Sûriyê. Ev hemû xalên serdestiyê û xalên bingehîn in.Ev xetên giştî xetên ku Ocalan û dewleta Tirk diparêzin in.
Ger îhtîmal hebe ku Amerîka û Îsraîl êrîşî Îranê bikin, Rojhilata Navîn dê bibe şahidê pevçûnên nû. Divê kurd di vî warî de amade bin. Ev yek wê derxe holê ku rewşa Rojava wê çawa be. Dewleta Tirk û Ocalan ji bo Rojava çi dibêjin ne girîng e. Girîng e Amerîka û Yekîtiya Ewropa çi biryarê bidin.
Qanûna ji nû ve organîzekirina têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re' ya ku ji aliyê endamên Meclîsa Nûneran a Amerîka'yê Gus Bilîrakîs û Brad Schneider ve hat pêşkêşkirin, tê xwestin ku Tirkiye ji Buroya Ewropa û Avrasyayê (EUR) ya Wezareta Karên Derve ya Amerîka'yê derbasî Buroya Rojhilata Nêzîk (NEA) bibe. Ji ber vê yekê tê xwestin ku statuya dîplomatîk a Tirkiyeyê li heman herêmê wekî Îran, Sûriye û Lîbyayê bê diyarkirin. Dibêjin, “Tirkiye berê xwe dide Rojhilata Navîn. Tirkiye ber bi Rojhilata Navîn ve diçe û êdî pêşî li têkiliyên xwe yên bi Ewropayê re nagire. Kûrbûna pêwendiyên Enqerê bi Rûsya, Çîn û Îranê re. piştgiriya wê ji Hamasê û nakokiyên li rojhilata Deryaya Sipî re.
Endamê Kongreyê Bîlirakîs got, "Tirkiye bi berdewamî ji bo şopandina hiqûqa navneteweyî bê hurmet nîşan dide."
Endamê Kongresê Schneider got, "Tirkiye di çarçoveyekê de ye, lê Erdogan tercîha xwe kiriye."
Wî îdia kir ku bi piştgirîkirina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ew "yekitiya hevpeymaniya NATOyê asteng dike." “Êdî dem hatiye ku dîplomasiya Amerîkayê dev ji îdiaya ku Tirkiye hîn beşek ji Ewropayê ye berde.”
Bi vî rengî wê Tirkiye weke welatekî Rojhilata Navîn û Asyayê bê dîtin. Ev tê wê wateyê ku di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de rojên dijwar li benda Tirkiyeyê ne. Ger kurd hinekî sebir bikin dê bi ser bikevin. Ji ber ku Tirkiye ji cîhanê hatiye îzolekirin û wê weke dewleteke terorîst bê destgirtin.
Gelê Kurd, ji projeya dewletê û Ocalan matmayî maye. Rewşenbîr, nivîskar, hunermend û kesayetên kurd bêdeng in. Heya ku alternatîfek neyê afirandin, ev bêdengî xuya nake ku dê bi xêr bi dawî bibe. Ji ber ku dewletê hezaran Kurd qetil kir. Îro dewlet û PKK êdî ne bi dizî, bi eşkereyî hatine gel hev dixebitin.
Eger ev tiştên ku tên gotin rast derkeve, helwesta Tirkiyeyê ne baş e. Lê ne karê Kurdan e ku Tirkiye ji vê rewşa xerab rizgar bikin. Divê Kurd rola ku di salên 1920’an de lîstin dubare nekin.
Ji destpêkê ve PYD jî wek PKK dewleta Kurdistanê, ala Kurdistanê û navê wê red dikir. Armanca wan entegrebûna di nava dewleta Sûriyê de bû. Lewma peymana ku Mazlûm Abdî bi Colanî re çêkir ji bo wan normal e, lê ne pir di berjewendiya Kurdan de ye. Lê em ê bibînin ku ew bi demê re çawa pêş dikeve. Yên di nava PKK’ê de li dijî polîtîkaya teslîmiyetê ya Ocalan derketin, li Qendîl û cihên din avêtin zindanan. Ev nîşan dide ku wê komkujiyên nû ser qurtê Kurdan werin kirin. Divê Kurd li hemberî van mijaran bêdeng nemînin.
Projeya kolekirina Kurdan weke salên 1920’an û rizgarkirina dewleta Tirk a kolonyalîst û dewleta Sûriyeyê ji aliyê Ocalan û PKK’ê ve tê meşandin.
Lihevkirinek hat kirin ku başûrê rojavayê Kurdistanê beşeke bingehîn a dewleta Sûriyê ye û kurd bi hemû sazî û îmkanên xwe ve di nav dewleta navendî ya Sûriyê de cih digirin. Di berdêla naskirina li ser bingeha şaredariya berfirehkirî de, desthilatdariya ku berpirsiyariya hemû çavkaniyan bigire radestî dewleta navendî hate kirin.
Kurd naxwazin tu avahiyek sazûmankirî hebûna xwe ya neteweyî li ser bingehên neteweyî û navneteweyî pêk bîne. Xemgîniya vê bûyerê di nav hemû kurdan de bêhêvîyek çêkir. Ji ber ku radestkirina çeperên ku li Rojava bi bedelên mezin bi dest xistine ji bo koalîsyona Ehmed El Şara ya bi pêşengiya koma cîhadîst a serjêkirin, diz û talanker, hem xemgînî û hem jî dibe sedema hêrsê ji bo Kurdan.
Weke mînak di demekê de ku dewleta Sûriyê ji ber komkujiya elewiyan hatibû dorpêçkirin û îzolekirin, peymana Colanî û Mazlûm Ebdî tiştekî ku Tirkiye û Sûriyê dixwestin bû û çeteya Colanî rizgar bûn.
Divê rewşenbîr, demokrat, nivîskar, hunermend û hemû gelê Kurd piştî vê yekê çi bikin. Ger em xwe bi rêxistin nekin û gel bi vê yekê bawer nekin, wê dewlet û PKK bi asîmîlasyona hovane bi demê re gelê Kurd bihelînin.
Me ji destpêkê ve dizanibû ku çi diqewime. Lêbelê, hin kes hîn jî rastiyan nizanin. Mixabin ji şoreşger û welatparêzên kurd tenê beşeke biçûk heta roja îro mane ku xiyaneya nav Kurdan de diqewime berxedaye. Ew jî ninek hatin qetilkirin. Divê em hemû hurmeta van çalakvanan bigirin. Ji ber ku Kurdên ku hê jî bi derewên dewletê bawer in, li dijî têkoşîna netewî ya Kurdistanê tên bikaranîn û dê heta demeke dirêj jî bên bikaranîn.
17.Adarê 2025























Yorum Yazın