İsmail Beşikçi ile Nemrud'a karşı yayla diyalogları

  • Yazdır
  • A
    Yazı Tipi
  • Yorumlar
İsmail Beşikçi ile Nemrud'a karşı yayla diyalogları
Abone ol
İsmail Beşikçi ile Nemrud'a karşı yayla diyalogları haberine ait detaylar

Havîna 1966an de êla me konên xwe li çiyayê Nemrûd li ber Gola Nemrûd vedabûn.Ez deh salî me û derbasî pola duduyan bûme.

Wê havînê welayeta Bedlîsê 2 mamoste şandibû Nemrûd û ders didan me.Konê me reş bûn lê yên mamosteyan mîna çadirên Kizilayê bûn.

MuzafferZîncîr û Bedrî Bahar ders didan me.

Rojekê nêzîkê nîvro bû.Ez li ber deriyê konê xwe sekinî bûm.Min dît mirovek ber bi konan ve tê.Nêzîkê min bû.Fotorek li serî bû.blucînek heşîn lê bû.Hinek jî bejinkurt bû.

Kifş bû yekî xwende û bajarî ye.Silav da min.Min silava wî hilda û ez ketim pêşiyê.Em çûn mala me.Kulav û doşeg me jê re raxist.Rûnişt mêvanê me yê hêja.Di malê de ji xeynî min kesî bi zimanê Tirkî nedizanî.

Ev mêvanê delal Îsmaîl Beşîkçî bû.Wê rojê heta êvara dereng li mala me ma.Tiştê tê bîra mîn hinek spartekên dersê matematîkê da min .Got vana çêke sibê ez ê lê binêrim.Matematîka wê demê ji bo min wekî xwarina nan û penîrê koçeran hêsan bû.

Sibê ez çûm balê min spartekên xwe(ödev) ramî kir û aferimek hêja jê stand.

Îsmal Beşîkçî wê havînê qasî sê mehan li êla me ya li Nemrûd ma.

Carinan ders dide me,carinan hinek tiştan dipirse em jî gorî zanînan xwe bersivê didin.

Kesek lêkolîner bûye lê me wî mamoste dizanî.

Rojekê waliyê Bedlîsê hat nav konê me.Em li derdorê berhev bûn.Kêfa xwe ji me re anî.Min jî helbesteka pesnê Ataturk dida xwend.Guhdarvanan hemûyan çepik lêxistin.Walî aferimek da min.Kêf kêfa min bû.

Carinan Îsmaîl Beşîkçî em didan pey xwe dibir çolê an jî ber Gola Nemrûd.Wênegira wî hebû resmê me dikişand.Kêfa xwe zehf ji me re dianî û me jî gelek jê hez dikir.

Payîzê malên me barkirin çûn deştê Xerzan.Ez û hevalên xwe jî em çûn dibistana leylî ya navçeya Xelatê.

Gelek caran Beşîkçî dihat dibistanê dîtina me.Gava me ew didît çawa mirov bav û birayê xwe bibîne ewqas şad dibûn.

Di rojên cejn û giring de jî bi riya postê ji min re qert an jî name dişand.

Çiqas sal derbas bûn birêz Beşîkçî di dilê me de mezin bû.Ji bo me bo îdolek hêja.

Xwedê temenek dirêj û bisihet bide wî.

Evîna Beşîkçî qet ji dilê me dernakeve.


Bankacılıkta uzaktan müşteri dönemi başlıyorÖnceki Haber

Bankacılıkta uzaktan müşteri dönemi başl...

Türkiye'de 68 kişi koronavirüs nedeniyle hayatını kaybettiSonraki Haber

Türkiye'de 68 kişi koronavirüs nedeniyle...

Yorum Yazın

Başka haber bulunmuyor!

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar