--°Van
DOLAR49,75
EURO55,83
GRAM6.431
ÇEYREK10.619

Hasan ÇAKMAK nivîsî: TETWAN

Hasan ÇAKMAK nivîsî: TETWAN
Hasan ÇAKMAK nivîsî: TETWAN haberine ait detaylar

Kekê min ê hêja Celal Vecel, ev wêne kişandiye.

Ez îro qasê 4 km rê meşiyam û çûm ofîsa hevalekî xwe. Wêneya Tetwana rengîn û Behra Wanê li ser dîwêr li pêşberî min bû.

De were li ber vê dîmenê nekeve xewn û xeyalan!

Li ku derê binêrim, li lê bîranînên min hene. Ji Engesorê hilkişe wî çiyayê berfîn tu yê mexelê pezê min bibînî. Li Zozanê Şikêrînê dewsa konên me.

Kaf û xar û berkanî û zaroktiya min di wan waran de veşartiye!

Bav û apên min gelek havînan keriyên xwe li wan kaş û berwaran çêrandine.

Ji Urtab heta Tetwana Kevin bi sedan caran bi piyan hatime û çûme.

Berê, ava Behrê pir paqij bû heta pora me zer dibû me tê de avjenî dikir!..

Bi Çetîn Çakir re Metîn, Sadik, Saît û Xelîl Keskîn re gelek caran em di Kolanê Cumhuriyêtê de meşiyane.

Li Kûçeyê Heval Kîtabevî bi navek din di kûçeyê Moskovayê de li ser wan kursiyên piçûk me hindik caran çay vexwariye û bi dostan re sohbet kirine û çend caran jî me dewlet hilweşandiye û ava kiriye!..

Havîna Tetwanê nêzîk e.De we re zebeş nekire û neçe ser ava Saporê!Di binê Zozanê Karêzê de rûnene û kûlîlk û hêliz û kerengan
bêhn neke!..

Tetwan, xweş welato!

Wela tu pir şîrîn î.. 


  • 0
    SEVDİM
  • 0
    ALKIŞ
  • 0
    KOMİK
  • 0
    İNANILMAZ
  • 0
    ÜZGÜN
  • 0
    KIZGIN
Kılıçdaroğlu: Allah'ın izniyle iktidar olduğumuzda FETÖ'nün de mafyanın da siyasi ayağını çıkaracağımÖnceki Haber

Kılıçdaroğlu: Allah'ın izniyle iktidar o...

Ali BİÇER yazdı: SOULİN VE KİM KARDASHİAN, MERYEM XAN VE AYŞE ŞANSonraki Haber

Ali BİÇER yazdı: SOULİN VE KİM KARDASHİA...

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar