
Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (5) haberine ait detaylar
Me xwe berda Deşta Mûşê. Em bi ber bostanên zebeş, petêx û bacanê sor re derbas dibin. Zebeşên vê deştê bi navûdeng e. Karwan li ber zeviyek sekinî. Em ji dewarên xwe peya bûn. Hêstir û hespên me di bin kontrola me de hem diçêrin û hem jî divê bêhna xwe vedin. Ji ber ku, eve 3-4 saet in em li ser pişta wan in û wisa di ervaz û nişîvan de me tînin..

Xwediyê bostên di binê çardaxekî de li ber sihê rûniştiye. Kolika wî bi darên mazî û çilo hatiye çêkirin.
Bavê min û hevalên xwe silav dan. Silava me hilda mêrikê jar û dirêj. Em 15-20 kes in.Ez dibêm Mûşiyê li ber kolika xwe sekinî ji me tirsiya! Bavê min bi dengek henûn û nizm jê pirsî:
-Heba zeweşan çiqasê ye? Mêrig bihayê wê got. Me lihevkir. Bavê min û karwaniyan bacanê sor, xiyar û petêx jî kirîn. Vê nîvroyê firavîna me bû nan, zeweş, penîr, Xiyar û bacanê sor. Petêx man ji bo şîvê.

Lê qet nepirsin! Kirasê minê tenig û şalê min ê ji torbeyê şekir hatî dirûtin ji ava zeweş û temetêzan sorbelek bûn! Kesên diçin masiyan şil dibin lê ez têra xwe sor bûm. De lo tiştek nabe, jixwe kurd ji rengê sor pir hez dikin!.
Xweziya wê demê ev telefonên nûjen hebûna. Me yê îro bikariya li temaşeya wan rojên dijwar û tunebûnê bikiriyan. Axx Steve Jobs axx!tu çima ewqas dereng hatî dinê û zû çûyî ser heqiya xwe.. Wê demê telefonek bi remza sêva bigez hebûya dê çi bibûya!
Berî ku karwan dest bi çûyînê bike,Herkesê ji xwe re hinek zeweş û bacan û xiyar kirîn. Em ketin rê. Mûşiyê jar û dirêj di kolika xwe de bi kêfa bereketa îro hema bêje direqisî...
(Wêne Îsmaîl Beşîkçî)













































Yorum Yazın