--°Van
DOLAR49,75
EURO55,82
GRAM6.437
ÇEYREK10.619

Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (4)

Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (4)
Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (4) haberine ait detaylar

Sibehek nû dest pê kir. Karwanê me ji xewa çolê hişyar bûn. Xuşe xuşa ava çêm e. Tav li cihê em li dide. Bêhna gul û kûlîlkan tê. Kûnî (perperok)difirin. Çivîk diçilvilin di vî gelî de.

Di destê bavê min de tizbiyek dirêj û duayan dixwîne. Cezo li ser têra vala rûniştiye û qelûna xwe dikişîne. Qasim, pala xwe daye tehtekî li çêm û çiyê temaşe dike. Rêhevalên me her yekê bi karekî ve mijûl in.

Ez jî çûm ber çêm. Min dest û rûyê xwe şûşt. Toz û xweliya li ser kiras û şalê xwe weşand. Bi nan û tikek penîr min ji xwe re baloçek koçerkî çêkir. Li ser kevirek pehn rûniştim û min baloça xwe xwar.

Min gelecek caran seh dikir; mezinên me digotin:

-Li aliyê Bilanixê xwêya karê û porang hene. Em her sal diçin têrên xwe tijî xwê an jî porang dikin. Dibin gundan bi genimre tirempe dikin.

Îro jî karwanê me li ser wê riyê ye.

Niha karwan amade ye ji bo rêketinê lê ez du dil im! Qet coş û kelecana min a berê nemaye. Xwezî min bikariya bizivirim mala xwe û nik hevalên xwe. Minê bi Tacdîn û Celal re kav û xar bileyîstiya. An jî bi berkaniyê ji Mavizera Dîdo xweştir kevir bavêtiya teht û zinaran. Niha gilç û berdeq jî hat bîra min! Off off rewşa min ji lîstikvanên Sêrvayvirê xirabtir e niha.

Em bi çemî re derbas bûn. Ketin riya kaş û berwaran. Carinan em bi newalan re derbas dibin carinan jî nava dehl û reylan re diçin. Ji bo çend bar genim ev çi zehmet e em dikşînin. Li ser pişta qantiran em diçin hey diçin..

Piştî çend saetan Deşta Mûşê xûya kir. Li ser milê rastê, ji dûr ve, çiyayê Nemrûd. Oh!bêhna mirov vedibe. Ji wan gelî û newalan xweştirin ev deşt û çiyayê Nemrûd!..


  • 0
    SEVDİM
  • 0
    ALKIŞ
  • 0
    KOMİK
  • 0
    İNANILMAZ
  • 0
    ÜZGÜN
  • 0
    KIZGIN
Demirtaş'tan 'demokrasi ittifakı' yorumu: Süreç giderek bu noktaya evriliyorÖnceki Haber

Demirtaş'tan 'demokrasi ittifakı' yorumu...

Türkiye'de Koronavirüs nedeniyle 66 kişi daha hayatını kaybettiSonraki Haber

Türkiye'de Koronavirüs nedeniyle 66 kişi...

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar