
Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN haberine ait detaylar
Nezanîn xirab e.Kesên nezan tirsonek in.Nizanin di pêşiya wan de çi hene û dê jiyana wan çawa biherike.Bi gorî zanîn û baweriyên xwe dijîn...ji bavûkalan çi dîtin bin wan dikin!
Ez piçûk bûm,wekî xewnan tê bîra min.Gava bavê min bixwestiya dest bi karekî bike, wê rojê diya min pêlavek hildida û diçû pişta konê me,ew pêlav bi ser konî re diavêt.Dema pêlav bi awayekî rast biketiya ber konî,diya min kêfxweş dibû.Heke pêlav xwaromaro biketiya tirsek diket dilê wê û ji bavê min re digot:
-Na na vî karî neke!
Sibehekê ez zû hişyar bûm.Beziyam kûlînê.Min tog li ser nanî da.Li ber deriyê konê me yê reş,dest û rû neşûştî,li ber tava zozên nan û toga xwe dixwim.Min hew nihêrî pêlavek li ber lingê min li erdê ket.
Diya min hat pêlava rast li erdê sekinî hilda û got:
-Temam e.Hecî tu êdî dikarî here karwên.Bavê min dengê diya min seh kir.Ewî jî serê xwe hejand û got:
-Baş e.
Piştî nîvro bavê min û cînaran hêstirên xwe amade kirin.Kurtan û têrên vala lê kirin û gotin:
-Em ê berêvarê bikevin li ser riya Bilanix û Adgonê.Min got:
-Bavo min jî bibe ez dixwazim wan deran bibînim.Bavê min gelek ji min hez dikir.Got:
-Baş e kurê min tu jî were.Gava min ev gotin seh kir ji kêfê lingê min erd negirt!..
Karwanê êlê,bi berêvarê li rê ket.
Çawa mirov xewnek bibîne û gava hişyar be û gelek tiştên wê xewnê ji bîr bike wisa tê bîra min.
Demsal havîn e.Hewa xweş e.Şivan li ber keviyên berfê stranan dibêjin û pezê xwe diçêrînin.Keç û jinên êlê hinek ji wan teşî dirêsin.Hinek ava berfê bi cer û satilan tînin konan.Hinek jî qirş û qalan berhev dikin.
Zarok jî,ji xwe re li mêrg û çîmenan gilç dilîzin û berdeq digirin.Hinek wan jî li nav konan xar û kaf dilîzin an jî bi berkaniyên xwe keviran diavêjin teht û zinaran.
Tarî ket erdê.Em bi daristanekî re derbas bûn.Nayê bîra min ez li dewarekî siwar bûme an jî rêve diçim.
Derengê şevê karwan li cihekî sekinî.Tiştên li ser pişta hêstiran anîn xwarê.
Li vê çolê gur an hirç heye nîne ji min re ne xem e.Ez li ser wan têr û kurtanan ketim xewê.
Li çolê,di binê stêrkan de xewa şevê pir xweş e.Niha ez di xewek wisa şîrîn de me.
Sibê tava rojê li karwanê me da.Kurtan û têrên hêstiran lê kirin û karwan meşiya ez jî tê de...














































Yorum Yazın