--°Van
DOLAR49,63
EURO55,72
GRAM6.482
ÇEYREK10.620

Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (2)

Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (2)
Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (2) haberine ait detaylar

Di gelî de gundek li pêşiya me heye. Navê gund Narwas e. Ev bi kîjan zimanî ye nizanim. Lê min gelek caran seh kiriye,digotin:

-Narwasî hemû nehs û bela ne.Şerok in û rêbir in.Riya me jî, bi perê vî gundî re derbas dibe.Heke ev apaçiyên he navêjin pêşiya me baş e.Ez bixwe ne yê şer im.Tenê mereqa derên ji konan dûr dikim.Digotin:

-Bilanix hosane wisane,min jî digot ka ez ê kengê Bilanix û Adgonê bibînim.

Em gihan perê gund.Tijî romî di nava gund de bûn.Dibe ku bûyerek çêbûye û esker jî li ser gilî û gazindê hatine Narwasê.Wela sûda me lê da.Em bê şer û qeza ji Narwasê derbas bûn..

Pêlavek reşelastîk di piyê min de ye.Kirasek spî û tenik li min e.Şalek ji torbeyên şekir hatî dirûtin li min e.Di rê de carinan li bejn û bal û kincên xwe dinêrim û xwe kubar dikim!.

Mirov dibêje ez ne zarokek 7-8 salî me.Tu dibê ka xortekî hejdeh salî me. Heyhoo! Mirov evqas jî zû mezin nabe!..

Em gihan ocaxa madena qromê.Ev tê bîra min.Çalek pir mezin bû.Tê de tijî kevirên gewr hebûn.Bavê min û mezinên bi karwên re,têrên li ser pişta hêstiran danîn erdê.Herdu aliyên têran ji wî madenî tijî kirin û li hêstiran bar kirin.Dewar ketin rê.Em jî bi lingan.Di wê riya teng de me xwe berda li ser riya qamyonê.Me madenê wan li ber rê vala kir û pereyên xwe stand û em ketin li ser riya xwe ya dûr..

Endamê karwên yê herî piçûk ez im.Cezoyê Perxendî û kurê wî Qasîm jî bi me re nin.

Perxend, nêzîkê Kevirêqul e û gundek girêdayê Bedlîsê ye. Di nav heşînahî û dar û beran de ye. Çemê ji Bedlîsê diherike tê bi ber vî gundî re derbas dibe.

Cezo jî wê havînê hatibû zozanê Şêxemerê.Li bal konên me ji xwe re konek vedabû.Qasim jî 4-5 sal ji min mezintir e.Hêstirên em lê siwar hatine di milê hev de diçin.Min hefsarê hêstira xwe girtiye û li ser têr û kurtanan rûniştîme.

Bavê min tîkek penîrê iyaran danî li ser nanê sêlê û da min.Yekî wisa jî da Qasimê hevalê min.Nan û penîr xweş e lê nan û helal xweştir e.Heke em li ber dikanekî re derbas bibin dê bavê min ji me re helawê jî bikire.

Wela xweş gotineke koçeran e:

-Koçer dîn e,helaw şîrîn e!.An jî:

-Mala danî,pîrê helaw anî.

Carinan jî me digot:

Ez koçer im.

Penîr xwer im.

Xwediyê zêrê zer im.Me wisa pesnê xwe didan.

Belê Karwan diçe her diçe! Mezinên me çi difikirin ez nizanim lê di hiş û aqlê min de dîtina Bilanixê û gundê Adgonê û helaw hene!

Li geliyekî, li ber çemekî piçûk,em ji dewarên xwe peya bûn.Têr û eşyayên li ser pişta heywanan anîn xwarê.Dewar li ber çêm û li ser heşinayê çêriyan.Me jî li ber çêm dest û rûyên xwe şûştin û bêhna xwe vedan...


  • 0
    SEVDİM
  • 0
    ALKIŞ
  • 0
    KOMİK
  • 0
    İNANILMAZ
  • 0
    ÜZGÜN
  • 0
    KIZGIN
T.C. Milli Eğitim Bakanlığı Kürtçe için 3 öğretmen kontenjanı ayırdıÖnceki Haber

T.C. Milli Eğitim Bakanlığı Kürtçe için...

Van'da 5-6 Mart 2021 tarihinde vefat edenlerSonraki Haber

Van'da 5-6 Mart 2021 tarihinde vefat ede...

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar