--°Van
DOLAR47,38
EURO53,95
GRAM6.168
ÇEYREK10.108

Hasan ÇAKMAK nivîsî: DIBISTANA LEYLÎ

Hasan ÇAKMAK nivîsî: DIBISTANA LEYLÎ
Hasan ÇAKMAK nivîsî: DIBISTANA LEYLÎ haberine ait detaylar

..........

Payîzê malên me bar kirin û bi ber Deşta Xerzan ve çûn.Ez û hevalên xwe em jî çûn Dibistana Leylî ya li navçeya Xelatê.

Gelek caran Îsmaîl Beşîkçî dihat dibistanê ji bo dîtina me.Gava me ew didît çawa mirov bav û birayê xwe bibîne em ewqas şad dibûn.Beşîkçî,di rojên giring û cejnan de jî ji me re name an jî qertpostal dişand.

Serdema dibistanê ya yekemîn dest pê kir.Rewşa dersên me pir baş bû.Gelek xwendekarên jîrek di nav me de hebûn.Yek ji wan jî,Îsa Gergîn bû.Îsa bi temenê xwe çend sal ji me mezintir bû.Di xwendin û nivîsandinê de pir jêhatî bû.Li dibistanê herkesê pesnî wî dida.Kêfa mamosteyan zehf jê re dihat.

Şer û nehsiya me ya li vê dibistanê pir kêm bûye lê neqediyaye..Carinan me têra xwe li Feto,Kamîran û Ebûbekir didan.Carinan jî wan bi têra dilê xwe dev û pozên me di nav xwînê de dihiştin.Em wekî hirç û guran diketin pêsîra hev.Keser û hesret û nezanînê em xistibûn vê rewşê..

Gelek koçerên me çûn betlaneyê û nehatin.Hinek jî,ji dibistanê reviyan û çûn gihan konên xwe.Bavên çend hevalên me jî,bi şev hatin ji razanxaneyê zarokên xwe revandin.

Sofî Xelîl nêzîkê 50î salî bû.Rihek çikspî û delal lê bû.Ji xeynî Mîrzo tu kurên wî tune bû.Sibehekê em ji xewê rabûn Mîrzo ne di nav nivînê xwe de bû.Paşê me seh kir Sofî Xelîl şev hatiye kurê xwe ji nav cihê wî derxistiye biriye...

Ewên ji dibistanê direviyan an jî diçûn betlaneyê û nedihatin tirsek mezin dixistin dilê me.Şerê me koçeran û zarokên gundiyan hêj didomiya.Em çiqas kêm dibûn wan bêtir zora me dibirin.Me ji her demê zêdetir lêdan dixwarin.Ji ber vê yekê,sebir û tebata me nema.

Êla me ji zozanan vegeriyane.Malbat ji me dûr ketine.Êdî ew dilê me yê tenik û piçûk nikare li berxwe bide.Feto,Kamîran û Ebûbekir wekî melkemotan li ser serê me ne.Me bi wan nedikarî.Ji aliyek din ve gotinek digeriya digotin:

"Êdî dewlet we nadin dê û bavên we.Gava hûn mezin bibin dê we bişînin şerê Qibrîsê."

Piştî van gotinan êdî kî dikare me bigire!..Me koçeran hemûya biryar da ku em ji dibistanê birevin.Em civiyan û me ji xwe re planek çêkir!..

Me şîv xwar.Êvar e.Tarî kete erdê.Planê me dest pê kir.Em bûn 2 kom.Me ji dibistanê xwe berda qeraxê Gola wanê.Di tariya şevê de wekî bêaqlan em dimeşîn.Hedefa me kon û warên me yên li Deşta Xerzan in..

Payîza dereng e.Hema bêje dawiya meha Kewçêrê ye.Sir û sermaya Serhed dest pê kiriye.Em hemû tana kincên dibistanê ne.Şal û onlugê reş li me ne.Dinya tarî ye çav çavan nabîne.Wela em çawa diçin kû ve diçin tu kes nizane.Tiştên ez dizanim me berê xwe daye Tetwanê.Xelat û Tetwan jî 43 km ye.Ez di koma pêşî de me.Nîvê şevê me xwe gihand Çemê Karmûç.Koma me 8 kes bûn.Me xwe di çalekî mezin de veşart.Ji ber serma û tirsa şevê em hemû nêzîkê hev bûn.Nepirsin!çi şev bû çi şev!.Koma din jî xwe li ber Kûmbetên Xelatê veşartine.Heta fecera sibê em ji cihê xwe nelepitîn..

Sibê tavê li me xist.Ji ber tirs û sermaya şevê xew neketibû çavên me.Em ji çala nêçîrvanên qaqlîbazan derketin.Me xweliya li ser kincên xwe daweşand û em derketin li ser riya wesaîtan..

Qaqlîbaz,li ser Behra Wanê re difiriyan.Carinan xwe berdidan behrê ji bo nêçîra masiyên golê.Carinan jî bi kêf û şahî difiriyan bi per û baskên xwe yên çikspî.Lê em!Ne per ne bask ne jî riyek ji me re hebû.Kê nedixwest di şûna van teyran de bibûya!...

........


  • 0
    SEVDİM
  • 0
    ALKIŞ
  • 0
    KOMİK
  • 0
    İNANILMAZ
  • 0
    ÜZGÜN
  • 0
    KIZGIN
Diyarbakır Barosu, faili meçhul cinayetlere ilişkin dosyaların yeniden açılmasını istediÖnceki Haber

Diyarbakır Barosu, faili meçhul cinayetl...

BBC, Sedat Peker açıklamalarını AKP kaynaklarına sordu: 'AKP'de kriz var mı, sorun ne kadar büyük görülüyor?'Sonraki Haber

BBC, Sedat Peker açıklamalarını AKP kayn...

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar