
Hasan ÇAKMAK nivîsî: BERKANÎ, KAF, XAR haberine ait detaylar
Li zozanê Sûtey mêrg û çîmen pir in.Av ji kaniyan derdikeve û di newalan de diherike.Bayê hênik û hewaya paqij payîza koçeran xweş dike.Hesp û hêstir û pezên kûleg bûne xemla mêrg û zeviyan.Konên reş û keriyê mih û beranan rengek din dane vî zozanî.
Li ber her konê tevnek.Li ser tevnan keç û bûkên delal.Bi xeftan û kefî û goreyên xwe yên reng bi reng ji zozên re bûne rengek din.Jin goreyan çêdikin,hiriyê şeh dikin û teşiyê dirêsin.Zarok li ber malan dilêzin.Xort jî li ser mêrg û çîmenan berdeq dilîzin.

Berdeq cûreyek gûlaşê ye.Xort dibin du ber.Li ser şalên xwe re xwe tazî dikin.Ji her berê yek tê orteya lîstikê.Li ser lingekî disekinin.Serê tiliya lingê xwe yê rastê bi destê xwe yê çepê bi aliyê pişta xwe ve digire û bi yek destî himberê xwe bi dehfan dixwaze li erdê bixe.Yê dikeve ji lîstikê derdikeve.Bi vî awayî lîstik didome.Bera zêde mayî li ser lingan di lîstikê de biserdike.
Hinek lîstikên wan yên din jî hene.Bi kaf û xaran dehan cûre lîstikan dilîzin.Xarên xwe bi destên xwe çêdikin.Hinek jî kafên xweşik dibijêrin û hûndirê van kafan bi kêrê diqewirînin û risas dihelînin û berdidin wî cihê qewirandî.Ev kaf ji wan re dibin deq.Kafên herî baş û xweşik ev in.
Carinan jî kafên xwe boyax dikin.Gava diya wan rîsên hiriyê bi qalikên gûzên ter an jî bi hinek giyayan di sîtilan de direngînin zarok jî kafên xwe diavêjin nav rîsên hiriyê.Wekî hiriyê kaf jî reng digire.
Lîstikên bi kafan pir in.Di kûriga hemû zarokan de kaf hene.Deqên sor û reş di nav van kafan de nin.Lîstikên bi kafan yek ji wan ev e:
Li ser erdekî rast xêzek çêdikin.Yên dilîzin kafekî xwe datîne li ser xêzê.Deqê wan di destê wan de ne.Bi dor, deqên xwe diavêjin kortikek çend metre ji dûrî wan.Deqê kê bikeve nêzîkê kortikê cara ewil ew ji wir deqê xwe diavêje kafên li ser xêzê.Ji wan kafan çend kaf bikevin hemû dibe yên wî kesî.Kengê kafên li ser xêzê biqede lîstik ji nû ve dest pê dike.

Li ser van lîstikan gelek caran şer jî derdikeve.Dev û pozên hev dipelixînin.
Heke hebûya dibistanên wan ez dibêm dê ev şer neqewimiya.
Gelek hûnerên van zarokên nehs û şerker hebûn.Berkanî çekên wan yê herî mezin e.Bi ben çêdikin.Ji xwe re armancek datînin û pê berkaniyan kevir diavêjin armancê.Şerqêniyek mezin ji berkanî tê tu dibêjî ka eşqiya Dîdo bi mawîzera xwe guleyan dibarîne teht û zinaran.Dengek wisa jê tê.Hirçê jî gotiye:Tifing ez nizanim çiyê min e lê berkanî û agir neyarê min e.
Xarên wan hene.Bi keviran bi destên xwe çêdikin.Bi kevirek berezîv kevirek din ji xwe re dikin xar.Kevirê bibe xar bi kevirê berezîv girover û hûlî dikin.Paşê jî bi kakilê gûzan cila dikin.Bi vî awayî ji kevirek xarek derdixe.
........














































Yorum Yazın