
"(...)Hikûmeta Federal a Kurdistanê divê israr bike ku serweta wê ya bin erdê ya gelê Kurdistanê ye. Ji bo ku stratejiya enerjiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş were nirxandin û Hewlêr ber bi navendeke girîng a bazirganî û sermayeguzariyê li herêmê pêş bikeve"
Kurdistan, xwedî dewlemendiyeke mezin a petrol û gazê ye. Dewlemendiya enerjiyê û geşepêdana aborî ya Kurdistanê dê di demeke kin de cihê xwe di nav welatên pêşkeftî yên cîhanê de bigire, eger bibe dewlet. Kolonîzasyona Kurdistanê bi talankirina hemû samanên wê yên dewlemendî bûye xercê Îran, Sûriye, Tirkiye û qismî jî Iraqê.
Li gor lêkolînên pisporan, Başêra Kurdistanê xwediyê 45 milyar bermîlên rezerva neftê ye (nêzîkî 7,2 × 109 m3). Ew xwediyê şeşemîn rezerva herî mezin a cîhanê ye. Ev rastiyek bû ku bikaranîna fosîlên wekî neft û gaza xwezayî bû sedema gemariyeke mezin li cîhanê. Lêbelê, ji ber ku çavkaniyek enerjiyê ya alternatîf nayê bikar anîn, fosîlan hîn jî bi rengek çalak têne bikar anîn. Her çend li Kurdistanê çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf wek av û ba gelek zêde bin jî, binesaziyek ku bikaribe wan enerjiyê bike tine ye.
Elektrîka ku ji bendavên avê yên ku Tirkiye, Îran û Surîye’yê çêkirine an dibirin welatên xwe an jî difroşin dewletên derve û wek dewlemendî diherikin kaseya wan. Ji bilî petrola tenê Başûra Kurdistanê bîrên xaza xwezayî yên dewlemend jî hene. Li herêmê rezervên gaza xwezayî 2800 m3 (100 × 1012 metrekup) e. Bi şerê Ukraynayê re Yekîtiya Ewropa êdî naxwaze gaz û petrolê ji Rûsyayê bikire.
Ew li welatên alternatîf digerin ku şûna wan bigirin. Hinek welatên Ereban û Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê xwedî rezervên dewlemend in ku dikarin di vî warî de bibin alternatîf. Lewma di pêşerojê de dê şîrketên rojavayî berê xwe bidin çavkaniyên enerjiyê yên Kurdistanê. Ji ber ku di ser Tirkiyeyê re derbaskirina xeta boriya gaza xwezayî ne pir ewle ye, dê li ser Derya Spî ji Ewropayê re xetek were danîn. Di navbera salên 2013 û 2018an de sektora petrolê li Kurdistanê ji ber sê sedeman ket rewşeke xirab. Ya yekem daketina nirxê petrolê li hemû cîhanê ye.
Ya duyemîn jî kêmbûna dahata di encama şerê DEAŞê de (hinek herêm ji aliyê DEAŞê ve hatine dagirkirin), girtina boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ye. Encama xiyaneta ku di bûyerên 16ê Cotmehê de hat kirin, dîsan dagirkirina herêmên bi nakok ên ji Kurdistanê veqetiyane ji aliyê dewleta Iraqê ve. Sêyem, di encama aloziyên li herêmê, Herêma Kurdistanê û metirsiyên ku kompaniyên petrolê li ser rezervên xwe yên petrolê rû bi rû ne. Di heman demê de ji ber ku biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya li dijî yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi berçavgirtina berjewendiyên Iraqê hatiye dayîn, pêwîste li dijî vê biryara siyasî derkeve.
Hikûmeta Federal a Kurdistanê divê israr bike ku serweta wê ya bin erdê ya gelê Kurdistanê ye. Ji bo ku stratejiya enerjiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş were nirxandin û Hewlêr ber bi navendeke girîng a bazirganî û sermayeguzariyê li herêmê pêş bikeve. Pêwîste Kurd bi awayekî aştiyane bi hev re li hev bikin. 29ê Adarê 2022














































Yorum Yazın