--°Van
DOLAR49,63
EURO55,83
GRAM6.461
ÇEYREK10.619

Çîya Artos nivîsî: Memdûh Selîm Begê Wanê

Çîya Artos nivîsî: Memdûh Selîm Begê Wanê
Memdûh Selîm Beg bi eslê xwe ji Wanê ye. (Wan 1880- Şam 1976 dijîye)  Navê bavê wê Cemîl Teyfîk bû. Memdû Selîm Beg xwendina destpiki Wanê, ya bilind li Stenbolê di felsefeyê û ramyariyêde dawî anîye û di wê re jî ferî zimanê Fransî bûye. Li Stenbolê ew mamosteyê wêjeyê û pêwendîyên wî bi rewşembîrên Kurdan, Ermenîyan û Tirkan re çêbûye. Li Stembolê de beşdarî li damezrandina gelek komeleyên û kovarên kurdî de kiriye.

Memdûh Selîm Beg, kesayetiya pêşeng a serdema çand û rêxistina siyasî ya Kurd ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Stenbolê pêş ket û rewşenbîrê Kurd ê girîng e.Ew ne ji malbateke mezin a Kurdistanê bû, ne mîr bû, ne şêx bû, ne beg bû ne jî axa bû. Ew hemwelatîyekê sadebû . Em wî di tevgera rewşenbîrî ya kurd de hertim dibînin.

Ew wê demê endamê Civata Tealî ya Kurd li Stenbolê bû. 1913 an da ew di desteya weşanê ya kovara Rojî Kurdî de ye, ku wekî organa weşanê ya civaka HÊVÎ tê weşandin.Di beşa Kurdî de di gel, Babazade Îsmaîl Hakkî, Hemze begê Miksî, Xelîl Xeyalî, Şûkrû Sekvan, Dr.Abdullah Cevdet û Yusuf Ziya ji Bedlîsê û Kemal Fewzî re bi hev re dixebitin.

Yek ji damezrînerên Cemiyeta Tealî ye û xebatkarê kovara Cemiyetê ya nîv fermi «Jîn» bû. Berpirsyarê kovara Jîn Hemze Begê Miksî 20 hejmarên pêşîn ên kovara Jînê kir, Memdûh Selîm Beg jî berpirsyarê 5 hejmarên din kir.

Memdûh Selîm Beg di Cemîyeta Tealî ya Kurd de, ew li rexê Emîn Elî Bedirxan û kurê wî sekinîye û li hember serokê komeleyê Şêx Abdulqadîrê Nehrî, doza serxebûna Kurdistanê kiriye. Ji ber ku wê demê Serokê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê Şêx Ebdulqadirê Nehrî û çend hevalên xwe serxwebûna Kurdistanê neparastin. Ji ber vê sedemê di navbera Bedirxaniyan û Nehrî yê Şemzînan de nakokî derketin.

Jê ber wê jekê, Memdûh Selîm di gel Sûreya Bedirxan, Arîf Mêrdînî, Nicmetîn Kerkûkî, Abdullah Cevdet sekinîye û “Komela serxwebûna Kurdistanê”damezirandin. (Abdullah Cevdet heman demê de damezranerê Îtîhhat û Terakî jî bû)

Ez dixwazim li vir xalekê bibêjim. Hûn dizanin dema ku Komîteya Îttîhad û Terakkî hat damezrandin, hinek rewşenbîrên kurd tê de cih girtin.Paşê, gelek rewşenbîrên kurd ku armanca sereke ya Komîteya Îttîhat û Terakkî têgihiştin û paşê nav ji Îttîhat Terakkî derketin. Ji bo Mînak Abdullah Cevdet jî yek ji wan bû.

Memdûh Selîm Beg 1919 an da karibû bi hunera dîplomasîya xwe raya komelayên Kurdî di bin serokatîya Şerîf Paşa de bike yek. Ew rêxistin ev a bûn; Komela Tealî Kurdistanê, Komeleya Rêxistina Civakî,Komela Serxwebûna Kurdistanê, û yên dîn.

Şerîf Paşa wek nunerê  Kurdan bi nûbar Paşa nunerê Ermenîyan re beşdar bibe herdu bi hev e doza mafên netewê xwe bikin. Ango Memdûh Selîm karibû Kurd û Ermenîyan li hev bike berî ku peymana Sevrê di roja 10. Tebaxa. 1920 an de bê mor kirin. Memdûh Selîm Beg di îmzekirina Peymana Sevrê de kedên mezin danî.

Têkiliyên wîdigel, Bedirxanîyan, Nehrîyên Şemdînan, Babaniyan malbata Cemîl paşa çibûye. Di nav wan da, jiyana Babazade îsmaîl Hakkî jî pir balkêşe:

Îsmaîl Hakkî di nav damezrînerên Azadiyê yên bi serokatiya Xalid Begê Cibrî de cih girt.Li gel Xalîd Begê ji Cibrî rêxistina Azadî ava kirin.Jiyana wî bi hemû têkoşînek.e. Îsmaîl Hakkî Şawes bi Kurdî, Tirkî, Erebî, Farisî, Fransî û Îngilîzî baş dizanibû.Li ser bûyerên dema xwe gelek gotar nivîsandîye.

Cemîl Merîç, Nivîskar û Ramanwer û xwendekarê Memdûh Selîm bû. Ew barê Memdûh Selîm de wiha dibêje: “Memduh Selîm mezûniyeta dewletê qedandiye û fransî, ermenî kurdî û tirkî dizanibû.Ew di mamostetiya Abdullah Cevdet re derbas bûbû.Zilamek dijwar û pir giran bû.Wî fêlbaziya min gelek şikand ji ber ku min di dersa wî ya yekem a kompozîsyonê de hikmê li ser kaxezê rijand.Ji tembeliyê qet hez nedikir.Ew ê bê westan hişyarî bide min ku meriv çiqasî bi hûrgulî divê li ser aliyên hunerî yên nivîsandinê be, wek guhdana xalbendî û sernivîsan.Memduh Selîm wê paşê bû mamosteyê me yê wergerê.Me di dersa wî de “Serpêhatiyên Kurê Îbn-î Saraç” wergerand tirkî.Divê ez ji Memdûh Selîm re kovareke cuda binivîsim”.

Memdûh Selîm zimanê Ermenî jî dizanî, ji ber ku Wanê mezin bibû û Beriya Komkujiya 1915’an li Wanê gelek Ermenî hebûn.Memdûh Cîranê wan bû, Ermîyan zimanê Kurdî hîndibûn, Kurdan jî zimanê Ermenîyan hîndibûn.

Damezrandina Xoybûn, Piştî serhildana Şêx Seîd di tevgera Kurd de, hewldanên ji nû ve sazkirina yekîtiyê di navbera 1926 û 1927 de zêde bûn. Serokê tevgerê (Komela Serxwebûna Kurdistanê) Memdûh Selîm bû, ku bi nasnavê wî “Îskender Beg” dihat naskirin, ji Stenbolê derket û di sala 1922an de hat Sûriyê. Memdûh Selîm, ku hewl da bala Ewrûpa bikşîne û gotarên ji 'Konferansa Neteweyên Di Bin Zextê de' ya ku di vê heyamê de li Belçîkayê civiyabû re şand. Piştî Serhildana Şêx Seîd hat herêmê. Ji bo rêxistineke nû bi Kurdan re dest bi têkiliyan û xebatan kir.

Di nav wan kesên ku wî hevpeyvîn kir ye, Dr. Mehmet Şûkrû [Sekban], Îhsan Nûrî Paşa, kurê Şêx Seîd Elî Riza, serokê eşîra Berazî Mustafa Şahîn, Şerîf Paşa li Parîsê û Celadet û Kamuran Bedirxan li Misrê. Di encama hevdîtinan de li ser sazkirina kongreya Kurd lihevkirinek çêbû û ji bo vê mebestê jî piştgiriya gelek serokên eşîran hat dayîn.

Dema ku Celadet Bedirxan di sala 1926 an de ji bo mirina bavê xwe diçe Qahîreyê, birayê xwe Sureyya Bedirxan, hevalê xwe Memduh Selîm û hevalên xwe yên kevn li Stenbolê dibîne.Di sohbeta xwe ya li vir de li ser pêwîstiya rêxistineke nû ya kurdî biryar didin. Ji bo vê yekê Celadet Bedirxan û Memdûh Selîm bi tena serê xwe diçin Beyrûdê û li mala waliyê berê yê Meletiyê Xelîl Ramî Bedirxan rûdiniştin û ji bo birêxistinkirinê bi rewşenbîrên kurd û ermeniyan re dest bi danûstandinan dikin.

Memdûh Selîm Beg li Doza Kurdistanê û li gelek deverên din kesê ku wek Îskender Beg tê binavkirin.Civata Kurd ya Xoybûnê bi dizî li Beyrûtê civiyan û li ser navê Kurdistanê nûnerek ji bo wê komîtê hat hilbijartin, ku ji Mîr Celadet Bedirxan, Memduh Selîm, Şahînzade, Mistefa û Ebdulkerîm û yên din re hatibû avakirin û dê li ser asta navdewletî kar bike.

Xoybûn di 5ê Cotmeha 1927 an de li Bihamdihi, Libnanê hate damezrandin. Memduh Selîm Beg bi Celadet Bedirxan Beg re rûdinên û bi hev re metna vexwendnameyê ji bo wan kesên ku ji bo avakirina Xoybûnê werin civînê dinivîsin.Nivîs bi giştî wiha ye.

“Kurdên hêja, ji bîr nekin ku hûn endamê neteweya Kurd in.Berpirsiyariya we li hember dîrokê heye.Ger em vê berpirsiyariyê bi cih neynin, em ê bibin mirovên xerab ên ku guneh kirine.Kurd çar hezar sal in li ser axa xwe û li welatê xwe dijîn.Niha em di serdema tarî ya dîrokê de dijîn.Welatê me perçe perçe bûye û wêran bûye... Welatê me di şînê de ye.Dewleta Tirk roj bi roj êrîşên xwe yên hovane zêde dike.Armanca wan ew e ku di zûtirîn demê de kurdan bikin tirk.”

Memdûh Selîm Piştî Beyrûdê, dema Antakya di bin desthilatdariya Fransiyan de bû, ew li wir bi cî bû û bi keçikek bedew a Çerkez re zewicî.Lê di civîna Xoybûnê de, çawa hewce ye ku meriv berxwedana êşê di cîh de bibîne?Pêşniyar ji bo Xoybûnê Memdûh Selîm hat kirin ku tevlî serhildana Agirî bibe.Berî ku tevlî têkoşînê bibe, ew neçar ma di navbera evîna xwe û doza xwe de tercîhekê bike.

Memduh Selîm bi dilxwazî diçe Agiriyê.Ew li Agiriyê bi General İhsan Nûrî re bû û li wir gelek tişt nivîsandin Ji Serhildan re xizmetek baş kir.Ber bi dawiya berxwedana êşê ve êdî peywirek wî ya ku bike nemabû.Ew bi dilxwazî bi hêza İhsan Nûrî Paşa vedigere.Jina wî di nava van du (2) salan de nûçeya mirina Memdûh Selîm distîne û ew bi yekî din re dizewice.Memdûh Selîm Beg dema dibihîze ku keça Çerkez yêk din re zewicîye, pir xemgîn dibe.Ev bûyer dê Memduh Selîm begê tune dike.Ji bo wî ev rewş 'hilweşîner' bû. Lê ewênavbera evîna xwe û doza Kurdistanê de tercîhek kiribû. Dîsa jî cîhana wî hilweşa.

Meriv bawer nake ku rewşenbîrekî kurd ê ewqas girîng ji ber evînê, xwe berdabe. Mirov nikare lê bifikire û meraq dike, gelo hêza Evînê ew qas xurt e?

Zanyaran îspat kirine ku evîn xwedî bandorek erênî û dermanker e.Lê di heman demê de,hêza wêranker a evînê jî heye. Ne tenê ji bo qenckirinê, lê ji bo hilweşandinê jî hêza evînê heye.Minakî, evîneke germ dikare kesayeta mirov xera bike, eger mirov demeke dirêj bi evîna bê bersiv bikişîne.Li gorî nivîskar Charlotte Brontë: «giyana ku hestek wusa çêdike divê were şewitandin.Ew hêza evîna bêpar e ku gelek ciwanan ber bi xwekujiyê ve dibe.» dibêje.

Lê weke ku tê gotin, Memdûh Selîm Beg, bi rastî jî ji ber vê evînê ji jiyan û têkoşînê hêrs bûye û destê xwe kişandiye?Îhtimal heye ku di şerê bi dewleta tirk re, li Agiriyê ku cara dawî çûbû, di bin bandora qetlîama kurdan ji alîya devleta dagirker ve hatiye kirin, an jî xebatên siyasî yên ku ji tekoşîna Kurdistanê de kiriye mabit. An jî di encama nîqaşa bi hevkarên xwe yên siyasî re, destê xwe ji siyasetê vekişiyaye.Ji ber ku wî li ser vê mijarê tiştek nenivîsandiye, em nikarin di vê mijarê de bigihîjin encamek diyar.

Nexwe rewşek pir xerab e ku rewşenbîrekî Kurd ê girîng ji ber evînê heta dawiya jiyana xwe, girîngiyê nede jiyana xwe, tiştekê pir balkêşe.

Dema ku Antakya (Hatay) bi Tirkiyê ve hate girêdan, Memduh Selîm Beg ew der terikand.Daxwaza sûdwergirtina ji Efûya Giştî ya ji ber salvegera 10emîn a Komara Tirkiyeyê hatî kirin, ew red dike. Ne zivirî Bakûra Kurdistanê.

Çalakiyî û xweştinê Memdûh Selîm:

Me li jor behsa çalakiyên wî kir, lê bila bi kurtasî li ser wan bisekinin.

Memdûh Selîm Beg di salên 1910-1930î de di çarçoveya Têkoşîna Netewî ya Kurd de kedên mezin daye.

Memdûh Selîm Beg, damezrînerê Cemîyeta Tealî ya Kurd, Partîya Netewî ya Kurd, kovara Rojî Kurd û piştê Hemze Begê Miksî berpisyarê kovara Jîn bû û ji kovara re pir nivîsîye.

Di nav damezrînerên Xoybûnê de bû. Ji fransî wergerandiye kurdî û tirkî.

Di heman demê de mamosteyê 'Nivîskar û Ramanwer' Cemîl Merîç û revşembîre din yê Kurd, Tirk û Ermenîyan bû.

Beşdarî Serhildana Kurdên Agiriyê bû û têkoşîna xwe ya azadiyê domand.

Rewşenbîrekî mezin ê kurd Memduh Selîm ji Wanê ye.

Xeyala rewşenbîrê mezin ê Kurd Memduh Selîm Begê çi bû?

Yekem, azadiya Kurdan

Duyem, bi jina ku jê hez dikir re bijî...

Sêyem, xwedîkirina xaniyekî bi bexçe li qeraxa Gola Wanê...

Ti xewnên wî nehatin cih.

Ji xeyalên xwe dûr û bi dilekî şikestî li Şamê wefat kir...

Pereyê wî jî tune bû ku li nexweşxaneyê li ser doşekek rehet bimire.Di sala 1976’an de her çendî li dora wî bi sedan heval û bi hezaran kurdên ku navê wî dizanibûn hebûn jî, kesî hewl neda ku destê alîkariyê dirêjî wî bike.

Pirtûkxaneyeke wî ya pir dewlemend hebû, ji hemû hejmarên yekemîn rojnameya kurdî "Kurdistan", ku di sala 1898an de li Qahîreyê derdiket, heta dawiya salên 1960î, hema hema her tiştê ku li ser kurdên cîhanê hatibû nivîsandin di pirtûkxaneya wî de hebû.

Nêzîkî mirina xwe, di nav nivîna xwe ya nexweş de, wî xwest ku wê pirtûkxaneya mezin bi deh (10) hezar lîreyên sûrî bifroşe da ku pêdiviyên xwe yên rojane peyda bike.Tevî hemû dewlemendan, kes derneket û deh hezar lîreyên sûrî neda ku wê pirtûkxaneya mezin ji wêranbûnê rizgar bike.

Pirtûkxane hate wêran kirin û talan kirin.“Enstîtuya Kurdî” ya ku li Bexdayê hatiye avakirin, hinek ansîklopedî û pirtûkên zanistî rizgar kirine û birin Bexdayê.Çend kesan jî çend pirtûkên hêja kirîn.Ji xeynî van, bi sedan pirtûkên pir giranbiha bi kîloyan dihatin firotin, da ku ew bibin ji bo firojgehan tûrikên kaxiz.

Memduh Selîm Bey di nav bêbextî, bêhêvîtî û tenêtîyeke mezin de, ji vê dinyayê koça dawî kir.

Yaşar Kemal ku pirtûka Mehmet Uzun a ewil a çapbûyî Siya Evînê xwend, nêrînên xwe yên li ser pirtûkê wiha tîne ziman:

«Piştî ku min ev roman qedand, demeke dirêj min nikarîbû ji sêhra sêhrbaz Mehmed xilas bibim.Min roman bi Memdûh Selîm Beg re jiya.Ez pê re bûm heval, min ew ji nû ve afirand, ez jê hêrs bûm, min jê re dilşewat kir, min ew bêhurmet kir, min ew wek mêrxas jiyan kir.Û min hewl da ku xwe bigihînim romannivîs, sêhrbaz, hêza Mehmed.Di dawiyê de min got, jêhatîbûneke mezin, romaneke wiha ji zimanê kurdî yê dewlemend, zimanê herî kevnar ê zindî yê Mezopotamyayê, ji bo gelan, bextewarî ye.»

Divê em rewşenbîrên xwe yên hêja mîna Memdûh Selîm Begê ji bîr nekin.

Lê em hêvîdar in ku rewşenbîrên kurd ên din jî ji ber evînê xeletiya Memduh Selîm Begê kirî, nekin.

Bila rihê wî rûmet be

Çîya Artos

28ê Nîsanê 2022


  • 0
    SEVDİM
  • 0
    ALKIŞ
  • 0
    KOMİK
  • 0
    İNANILMAZ
  • 0
    ÜZGÜN
  • 0
    KIZGIN
Gevaş'ta sulama kanalı talebiÖnceki Haber

Gevaş'ta sulama kanalı talebi

Akdamar Adası, festivalle renklendiSonraki Haber

Akdamar Adası, festivalle renklendi

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar