--°Van
DOLAR49,63
EURO55,83
GRAM6.461
ÇEYREK10.619

Çîya Artos: Aboriya Rûsyayê û bandora wê ya li ser Tirkiyeyê

Çîya Artos: Aboriya Rûsyayê û bandora wê ya li ser Tirkiyeyê
"(...)Ev bi mîlyaran dolar qeydên diravî tê wê wateyê ku di şer de çenteya ku Tirkiye fînanse dike tê qutkirin. Zêdebûna nirxan dê girêdayiya biyanî ya aboriya Tirkiyê hîn zêdetir bike. Di encama vê daketina nirxê de, bilindbûna enflasyonê wê ji ber bihabûnê hîn xizantir bike. Dewleta Tirk ji bo peydakirina pereyan wê polîtîkayên teserûfê bixe rojevê. Di ancama vê de wê hem tirk û hem jî kurd wê hê zêdetir feqîr bin."

Li gorî banka sereke ya Amerîkî JP Morgan, aboriya Rûsyayê dê di çaryeka duyemîn de ji ber şerê li Ukraynayê û cezayên ku ji hêla rojava ve hatine sepandin bi tundî hilweşe: ji sedî 35. Li gorî texmîna heyî dê di sala 2022’an de bi giştî aborî ji sedî 7 kêm bibe. Pêşveçûn dê bi krîza aborî ya giran a 1998, krîza darayî ya cîhanî ya 2008-an û encamên pandemiya coronavirus re were berhev kirin. Dibe ku îsal îxracat ji sedî 13, daxwaza navxweyî ji sedî 10 û îthalat jî ji sedî 30 kêm bibe.

Analîst JP-Morgan-Anatoliy Shal dinivîse: "Herwiha diyar e ku îzolasyona aborî û siyasî ya zêde ya Rûsyayê dê di demek dirêj de bibe sedema kêmbûna mezinbûnê." Di sala pêş de mezinbûna sifir tê pêşbînîkirin. Mezinbûna meyla dirêj dibe ku tenê ji sedî 1 be. Ji ber şerê li Ukraynayê nirxê petrolê her ku diçe bilind dibe. Di 28ê Sibatê de, wî astengiya 100 dolarî ya bermîla Brent şikand. Roja Pêncşemê ew bi demkî derket 120 dolaran. Bi vî awayî neft ji sala 2013'an û vir ve bihatir dibe. Di vê navberê de, biha ji nû ve hinekî ber bi jêr ve guherî, lê guhezbar û pir bilind dimîne. Zêdebûna bihayan ji ber toleyên welatên rojavayî yên li dijî Rûsyayê û fikarên ku mueyîdeyên tedarîkkirina ji hêla Rûsyayê ve dê peydakirinê asteng bikin, bû.

Di nav hefteyekê de ji destpêka operasyona leşkerî ya Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê, Brent ji sedî 19,3 zêde bû û derket 117 dolarî. tedarîkkirina Piştî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê û biryarên mueyîdeyên dewletên rojavayî, rûbleya Rûsyayê li hember dolar ji sedî 30 daket. Li Borsaya Asyayê parîteya dolar/rûble ji sedî 21,64 zêde bû û bû 100, ewro/rûble jî ji sedî 21,94 zêde bû bû 113,4. Borsaya Moskovayê jî di 2ê Adarê de ji bo bazirganiyê venebû. Borsaya Moskovayê di meha Sibatê de li gorî girtina meha borî ji sedî 35 kêm bû. Ya ku herî zêde raya giştî hejand dûrxistina Rûsyayê ji Swiftê bû. Society for Worldwide Interbank Financial Telecommunication, an bi kurtasî Swift, rêxistinek sektora taybet e ku ji bo karûbarên darayî ji zêdetirî 11,000 bankên li zêdetirî 200 welatan re danûstandinên ewledar peyda dike. Swift wekî kooperatîfek tê organîze kirin, ku xwedan bankan e û ji hêla Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatî rêve kirin ji ber ku li derûdora Brukselê ye. Di 6ê Avrêlê de xistina lîsteya reş a olîgarşên nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve, bû sedema şikestinên mezin li ser debara gelek welatiyên rûsî yên dewlemend.

Li gorî Lîsteya Mîlyarderên Bloombergê, ne tenê 12 olîgarşên ku di lîsteyê de cih digirin, gelek dewlemendên rûsî jî ji ber toleyan pereyên xwe winda kirine û di rojekê de jimareya giştî ya windayan gihiştiye 16 milyar dolaran. Dolar/TL piştî zêdebûna rîskên jeopolîtîk 2 mehan cara ewil asta 14an dît. Piştî operasyona Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê ji ber fikarên bazarên cîhanê Dolar/TL di ser asta 13,90î da derket. Rageşiya zêde ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku yek ji wan welatên ku herî zêde tûrîstan dişîne Tirkiyeyê, pisporên tûrîzmê bi giranî dixe nava fikaran. Tê pêşbînîkirin ku lêçûna rewşa şer a Tirkiyê di heyama pêş de bigihêje 5 milyar dolaran. Aboriya Tirkiyeyê ya ku ji niha ve di nava krîzeke aborî de ye, bi şerê Rûsya û Ûkraynayê re wê kûrtir bibe.

Ev bi mîlyaran dolar qeydên diravî tê wê wateyê ku di şer de çenteya ku Tirkiye fînanse dike tê qutkirin. Zêdebûna nirxan dê girêdayiya biyanî ya aboriya Tirkiyê hîn zêdetir bike. Di encama vê daketina nirxê de, bilindbûna enflasyonê wê ji ber bihabûnê hîn xizantir bike. Dewleta Tirk ji bo peydakirina pereyan wê polîtîkayên teserûfê bixe rojevê. Di ancama vê de wê hem tirk û hem jî kurd wê hê zêdetir feqîr bin.

Welatên Ewropayê ji ber helwesta êrîşkar a Rûsyayê wê berê xwe bidin çavkaniyên enerjiya alternatîf. Tevî ku tê pêşbînîkirin ku "Projeya Korîdora Gazê ya Başûr" ku gaza Azerî û Îranê di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê dike, girîngiya jeopolîtîk a Tirkiyeyê zêde bike û ji bo aboriya wê dahatê çêbike jî, pêkanîna vê projeyê demkî ye. Ji ber ku di paşerojê de, neçar e ku Ewropa berê xwe bide projeyên ku nebin sedema qirêjiya jîngehê.

Gelê Ewropayê zexteke mezin li hikûmetan dike. Li gorî zanyariyan, eger Rûsya di şer de bi ser bikeve jî, wê aliyê têkçûyî be. Ji ber ku welatekî ku aboriya wî têk çûye, nikare di şer de bi ser bikeve. Lewazbûna Rûsyayê ku bi piştgiriya Tirkiyeyê li Sûriyeyê zirareke mezin daye gelê kurd û ji herêmê derkeve wê derfeteke mezin ji kurdan re peyda bike.


  • 0
    SEVDİM
  • 0
    ALKIŞ
  • 0
    KOMİK
  • 0
    İNANILMAZ
  • 0
    ÜZGÜN
  • 0
    KIZGIN
City, Manchester karşısında farklı kazandı: 4-1Önceki Haber

City, Manchester karşısında farklı kazan...

Aktivistlerden Van Müzesi tanıtım çalışmasıSonraki Haber

Aktivistlerden Van Müzesi tanıtım çalışm...

Yorum Yazın

Ana Sayfa
Web TV
Foto Galeri
Yazarlar