Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (8)
Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (8) haberine ait detaylar
Rojek nû dest pê kir. Bavê min li ser mêzerê nimêja sibê dike. Bi dengê dua û şeqeşeqa tizbiyê wî ji xewê hişyar bûm.
Li aliyê rojhilatê asîman sor û zer bûye. Hindik maye roj derkeve. Dewarên me li dera em lê diçêrin. Herkes hişyar bûne û haziriya xwe dikin.
Îro kêfa min li cih e. Ez ê cihê kara xwê bibînim û paşê jî gundê Adgonê. Kirîna kiras û şal jî dilê min germ dike.
Kara xwê ji me ne dûr in. Dibêjin 2 kara xwê hene. Yek sor e ya din spî ye. Xwê rengê xwe ji axa av têre derbas dibe distîne. Bavê min her tim digot "em ê xwêya spî bikirin û bibin".
Piştî taştêyê karwan kete rê. Di demek nêzîk de em gihan cihê xwêya çikspî. Bavê min û xwediyê xwêyê piştî bazarek dirêj lihev kirin. Têrên li ser pişta dewaran danîn erdê. Herkesê têra xwe tijî xwê kir û devên têrên xwe bi şûjinê dirûtin. Mêran milên xwe dan hev û xwêya xwe li hêstiran barkirin. Karwan bi ber gundê Adgonê ve meşiya û ez jî di milê bavê xwe de ketim rê.
Hema bêje her der deşt e. Dar û ber û heşînayî pir kêm in.Gava bager tê xwelî ji erdê radibe. Piştî zebeş û temetêzan xweliya sor ya vê deştê jî kiras û şalê min sor kirin.
Em gihan perê gûnd. Karwan li vê derê ji hev veqetiyan. Herkesê hevsarê hêstira xwe kişand kete gund. Ez û bavê xwe em çûn dikana pertalfiroş. Bavê min ez dibêm çiftexas bû. Jê çend metre kirî. Em çûn malekê. Jinek sal mezin bejna min pîva ji bo kiras û şalî. Got:
-Ez ê piştî çend saetan bidirûm û amade bikim.
Bavê min xatir jê xwest û em ketin nava gund. Me dest bi mûbadeleya xwê û genîm kir.
İlginizi Çekebilir