Hasan ÇAKMAK nivîsî: GER Û GEŞTA NEMRÛD
Hasan ÇAKMAK nivîsî: GER Û GEŞTA NEMRÛD haberine ait detaylar
Sal 1984 e. Îdareya awarte hêj heye lê li Tirkiyeyê qala hilbijartinan tên kirin.. Demsal havîn e. Dibe ku payîzê di meha sermawezê de endamên parlementoyê bên hilbijartin..
Wê demê em her yekê belavê derekê bûbûn. Eve 3 sal in ez li bajarê Zonguldakê di sirgûnê de me.. Piştî salan cara yekê ye hatime Tetwana rengîn.
Wê havînê mamosteyên min Nejla Tîyenşan Eker û hevjînê wê Nazmî Eker jî, ji Stenbolê hatibûn Tetwanê û betlaneya xwe li wir derbas dikirin.
Wan salan Tetwan bajarek piçûk bû.Herkesê hev nas dikirin. Me jî zû seh kir ku mamosteyên me hatine Tetwanê. Min û kurapê xwe Hemdî me biryar da ku em mamosteyên xwe bibin Çiyayê Nemrûd zozanê bav û kalan.
Nêzîkê nîvro me siwareyek taybet kirê kir bi tevî mamosteyên xwe me berê xwe da Çiyayê Nemrûd.
Rê pir xirabe bû û em gelek caran di nava toz û xweliyê de diman. Lê ji bona dîtina kratera Nemrûd ne xem bû ew xwelî û toza di serme de dihat!..
Gava em gihan bistiya raserê Krater û Gola Nemrûd dîmenek bêhempa xûya kir. Çar aliyên golê çiya ne û gol di cihekî kûr de bi ava xwe ya şîn dibiriqe.
Me xwe berda xwarê. Ajokarê me jêhatî ye lê siware pir kevn û xirabe ye. Carinan em di rê de man û di bin toza xweliyê de me texsiya xwe bi dehfan ji cihên asê derxist.
Bi zorkotekî be jî me xwe gihand cihê ger û geştê.
Nejla mamoste bi xwe re wênegirek (f.makinası) anîbû. Li der dora golê li gelek cihan me wêne kişand.
Ev dera me fotoxraf kişandî kurmamê min Hamdî dest danî ser. Got:
-Ez ê navê xwe li vî cihî bikim.Ji îro pê ve navê vî girî:
-Çiyayê Hemdî ye. Me jî got bila be.
Ev wêne li Çiyayê Hemdî hatiye kişandin.
Me ew dem, ji destê mirinê xilas kir û heta îro anîn...
İlginizi Çekebilir