© VANMED

XEFTAN SORÊ

Hasan Çakmak, yaylada yaşanan sevda hallerini güzel bir Kürtçe şiirle dile getiriyor

Keçên êla me îro çûne ser kaniyê

Li xwe kirine cil û bergên koçeriyê.

Delal a xeftan rengîn û kemig reşê

Eve çend payîz û bihar in mame hêviyê.

 

Nîvro şikest bêrîvan derketin ji nav konan.

Di destê wan de şîş û gore tûr jî ser piştan.

Dimeşin bêriyê bi kêf û henek û stranan.

Xeftan sor a kofî reş ketiye pêşiya wan.

 

Delala min a zozanê Sîpanê Xelatê,

Girtiye serê herdu mihên li pêşiyê.

Xort û mêr pêz didoşin satil û zerigê.

Cînarno de werin li temaşeya vê bêriyê.

 

Yeko yeko bi kovigê şîr berdan meşkan.

Pez hêdî hêdî ket ber siha kaş û palan.

Kêfxweşî dan hev şivan û hemî bêrîvanan.

Ez û xeftan sora xwe em ketine derdê dilan.

İlginizi Çekebilir

TÜM HABERLER