Mülkiye Tekin: Dil jimin bir
Mülkiye Tekin: Dil jimin bir haberine ait detaylar
Dil jimin bir
Çiqas rindî delala botanî
Xweş xanimî ji şemzînanî
Min jite heskir bi dilû canî
Te direkî li serê dil danî
Ez geriyam li wanû hakkarî
Tu çi delalî dîlbera berwarî
Min jitere sorgul dikir dîyarî
Te dilê min kûşt bi neyarî
Tu çi xanimeka pak rewanî
Çavên te reşin ji kilê suphanî
Min jitera dil can diyarî danî
Te xincerekî li serê dil danî
Min te naskir xezala kedî
Çi xweş xanimî keçika gerdî
Lite geriyam li hemû erdî
Bese limin neke şermû fedî
Çavên reşin por sî û sê kezî
Rojekî tujî evîndarbî xwezî
Tu çi bejî ez pê bibim razî
Êdî bese te min kuşt bi nazî
Mülkiye TEKİN
09.04.2022 - VAN
İlginizi Çekebilir