Helbesta Hasan Çakmak: EZ BÛM
"(...)Serê sibehan, To dida li ser nan. Kêfxweş dibû Bi mewîj û dimsa Torîyan. Ew ez bûm."
EZ BÛM
Di binê konek reş de,
Şevên sar û sayî,
Di bin lihêfê de,
Li ser keviyên berfê,
Li ser pişta hespê,
Ewê dijiya ez bûm.
Kaf û berkaniyên min,
Xar û moriyên min,
Hêj li warê Sîpên in.
Li ser wê rastê,
Ewê bi Mîrzo re dilîziya,
Ez bûm.
Xwediyê berx û karan,
Giya dianî dida wan.
Di koziga wan de,
Ewê dikeniya
Ez bûm.
Serê sibehan,
To dida li ser nan.
Kêfxweş dibû
Bi mewîj û dimsa Torîyan.
Ew ez bûm.
Şevên zivistanan
Gava diya min
Gûz derdixist ji hebanan,
Ewê bi şeqeşeqa wan
Şa dibû ez bûm.
Bihar û payîzan
Di geliyê Bedlîsê de,
Tevî pez û konan,
Ewê war bi war digeriya,
Ez bûm ez bûm.
H.Ç
İlginizi Çekebilir