Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (9)

Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (9) haberine ait detaylar

Li meydana gundê Adgonê,gundiyan alîkariya bavê min kirin.Barê hêstirê danîn erdê.Me hêstira xwe bi hevsarê wê bi darekê ve girêdan.

Bavê min, bi çi awayî, xwêya xwe firot, nayê bîra min.Tiştên ez dizanim piştî çend saetan şûna barek xwê, niha barek genimê me heye.Bavê min devê têra genim bi şûjinê dirût.

Me da rê em çûn mala dirûnkerê.Kiras û şalê min yên nû amade bûn.Min ew di odeyekê de li xwe kir.Kincên nû xweş li min hatin.Meta Adgonî got:"pîroz be".Me heqê wê dayê û xatir jê xwest.

Wela kiras û şalê berê,bi wî rengê qirêj û sor ve çûn newala sergo lê.

Bi kincên nû,çawa zarok derkevin cejnê,wisa kêfa min tê.Di rê de kiras û şalê xwe dinêrim û xwe qure dikim.

Min Adgon û cil û bergên nû dît,ma helawa şîrîn.

Li ber xaniyê li pêşiya me,xweyê malê,tenûr pêxistiye û nên dipêje.Bêhna nanê tenûrê li derdorê belav bûye.Gava em nêzîkê nanpêjan bûn, jinikek bifîstangulgulî nanek qeliyayî dirêjî min kir.Min xwe da paş lê bavê min got"hilde kurê min".Metê jî got :"hilde qismetê te ye".Min nanê tenûrê hilda.Bavê min spasiya xwe ji wan re got û em ber bi dikana gund ve çûn.De were bi vî nanî helawê nexwe!..

Me ji dikanê qasî kiloyek helawa Sêrtê kirî.Em çûn li bal barê genimê xwe.Min pişta xwe da têrê û hinek helaw danî li ser qetek nanî û dest bi xwarinê kir.

Îro li gundê Adgonê kêf kêfa min e.Kiras û şalê çiftexas li min in.Helawa Sêrtê û nanê tenûrê li ber min e.Me xwêya xwe jî firotiye; de were şad nebe!.

Berêvarê kesên karwên yên belav bûyîn hemû hatin, em gihan hev.Cezoyê Perxendî û hevalên xwe hemûyan bazara xwe temam kiribûn.Me jî têra genimê xwe li hêstirê barkir.

Karwan hemû bi hevre,em ji gundê Adgonê derketin.

Di rê de Qaso bi pêlava xwe,ez jî bi kincên xwe yên nû şad dibim.Endamên karwên yên herî kêfxweş ez û Qaso me...

TÜM HABERLER