Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (3)

Hasan ÇAKMAK nivîsî: KARWAN (3) haberine ait detaylar

Bavê min bi dengek bilind got:

-Em ê îşev li vir bimînin. Herkes bi gorî dilê xwe li derdorê belav bûn. Min û Qaso jî me xwe berda jêr aliyê çêm. Qasim got:

-Niha di vê avê de masî hene. Were em masiyan bigirin. Min got:

-Em ê çawa masiyan bigirin? Got:

-Dengê xwe neke. Delinga şalê xwe hilde jorê. Em ê bikevin avê. Di binê teht û keviran de bi destên xwe masiyan bigirin.

Carinan me li ber çemê Xerzan av şêlî dikir û di nav ava şêlî de masî digirtin. Lê li vê derê çem zelal diherike. Av qet şêlî nabe.

Di dawiyê de min xeberê Qasimê hevalê xwe kir. Me herduya delingên şalên xwe hildan jorê û em hêdî hêdî ketin nav ava çemî. Ez çem dibêjim lê ne çemek ewqas mezin e.Ava wê ne boş e.Hema bêje hindik ji gozegê derbas dibe.

Di binê keviran de,hin kûrahiya avê de em li masiyan geriyan. Lê me tu masî ne girt û ne jî dît. Em bi stûyên xwar ji çêm derketin û me berê xwe da warê me lê danî..

Gava em gihan cihên bavên me lê, amadehiya xwarinê hebû. Bavê min û bavê Qasimî hevîr stirane, agir pê xistine û sêl li ser êgîr e dê nên bipijênin. Ez û Qaso me xwe negirt em keniyan. Ji ber ku me qet nedîtibû mêr hevîr dikin û li ser sêlê nên dipijênin.

Piştî ken û kêfê me nanê sêlê û penîrê iyaran bi qeliya zozên re xwar in.

Di wê xwezayê de, di wî geliyê hênik de, li ber xûşîniya çemekî xwarina nan û penîr û qelî û heke pîvazên Hawîl jî hebe pir xweş e. Kêf kêfa me ye. Me masî negirt lê qeliyê cihê masiyan girt. Çawa xelk û alem dibêjin:

-"Helaw û mirin ji me kêm bû."

Tariya şevê geliyê em tê de dagirt. Stêrk û hîveron xûya nakin. Herkes belav bûn, çûn cihên têr û pergalên wan lê. Ez çûm min xwe wekî şeva bihorî li ser têr û kurtanan re dirêj kir.Li asîmanan dinêrim tu tişt xûya nake. Ji niha ve min bêriya diya xwe kiriye. Kon û lîstîkên me hate bîra min. Êdî dilê min dibêje li aliyê Bilanix û Adgonê ve neçe. Bizivire konê xwe. Dê û birayên te û xwişka te hêviya te ne. Mîrzo û Hamid kafên xwe boyax kirine li benda te ne. Qajigê norebendê û kerengzerê li çolê bê xwedî mane! Aman û aman!

Helawê jî naxwazim.To û şorbeya şîr têra min dike. Ketim xewn û xeyalan û wisa xew ve çûme....

TÜM HABERLER