Hasan ÇAKMAK nivîsî: DI RIYA NÎÇÊ DE
Hasan ÇAKMAK nivîsî: DI RIYA NÎÇÊ DE haberine ait detaylar
.........
Ka em berê xwe bidin rojên berê.
Di riya Gundê Nîçê(Çatalerîk)de.
Gund li serê çiyayekî ye û ji bajarê Motkan pir dûr e.
Piştî Newrozê min berê xwe da Motkan.
Bi çend wesaîtan, berêvarê ez giham vê navçeya kurdan.
Bi tena serê xwe qasekê li sûka bajêr geriyam.Ser û binê bajêr du gav in..
Tariya êvarê ket li ser navçeyê.Herkes hilkişiya mala xwe.
Min pirsa otelekê kir.Camêrekî got:
-Aha ev deriyê otelê ye.
Min bi destê xwe çend caran li deriyê otelê da.Derî vebû.
Min got:
-Cih heye?Camêr bi fanûsa xwe kete pêşiya min.Xwest odeyê ramî min bike.Deriyê odeyê vekir.Qijîniyek ji derî hat.Dengek wisa bû gûh û mejiyê mirov dibir.
Ode ema çi ode!Kêç û mişk û sip tê de direqisin.
Min got hêj kêç û sip û mişk bi min nehesiyayîn ez birevim.Ez ji Şen palasê derketim.
Min berê xwe da dibistana leylî ya Motkan.Dibistana Kurd hêranê!
Wê şevê di mêvanxaneya wan de razam.Vêcar çi razan çi razan!Li ser teniştê li ser piştê, li vî alî li wî alî na!xewa min nayê.
Kul û derdên dinê hemû li ser pişta min bûn.Ez di riya nîçê de me.Wela di serê min de heft aşên avê, genim dihêrin!..
Ez bi vê rewşê,sibê ji dibistana leylî derketim.Min xwe berda sûka Motkan.Nîç li kî aliyê dikeve nizanim.
Li çayxaneyekê li ser kursiyekî rûniştim.Min ji xwe re çayek xwest..
........
Min çenteyê xwe avêt li milê xwe.Apê Dingê jî kopalê xwe.Em ketin li ser riya Nîçê.
Ji Motkan heta Nîçê 40 km.Ye.Riya siwareyan heye lê hêj rê venebûye.Çûyîn û hatin bi lingan e.Berfa li derdorê heliyaye lê hêj li kaş û kendalan keviyên berfê xûya dikin.
Di gelî de çemek diherike û em jî bere bere diçin.
Min berê xwe da wan çiyayên berz û bilind û zozanên lê.Gava ez 7-8 salî bûm konên me xemla van zozanan bûn..Ez ji xewn û xeyalan rabûm.
......
Ez û Seîdê Dingê em diçin hey diçin!Hewa germ e.Tava biharê li me dide.Em herdu jî çixarekêş in.Ew titûna qaçax dipêçe ez jî Samsun216.
Dûmana çixareya me herduyan tevlîhev dibûn û li wan çiya û zozanan belav dibûn.
......
Em ketin ervazekî bê ser û bin.Çavên te bixwim ciwaniyo!Jixwe Apê Seîd hîna van kaş û newalan bûbû.
Em ji gundê Mermend ango gundê Zaro Axa derbas bûn.Em gihan bistiya raserê Nîçê.
Di rê de,Alpanê kurê Seîdê Dingê,gihabû me.
Qefesek di destê wî de ye.2 kew tê de ne.Gava Nîç xûya kir,Alpan qefesa di destê xwe de dirêjî min kir got:
-Ez westiya me vî hilgire.Min got:
-Çenteyê min li pişta min e.Ez nikarim barê te hilgirim.
Bavê Alpanî dengê me seh kir û kopalê di destan de li aliyê kurê xwe ve bakir û got:
-Alpano!tu şerm û fihêt nakî.Mamoste mêvanê me ye.Biraziyê Mehmûdê Helîmê ye.Here ser işê xwe beredayo!
....
Niha Nîç li pêşberê min e.Li wî aliyê newalê li ser qûntara çiyê belav bûye.Gund di nava dar û ber û heşînayê de ye.Darên bî û gûzan newala gund xemilandine.Li ber her malê dîk û mirîşk û eloelo hene.Bêhn ji sergoyên malan tê.Êdî mirov dizane ev der gund e..
......
Nîşe: ji bo rewşa Şenpalas û ravekirina gundê Nîçê heke kêmasiyek hebe ji gelê Motkan û gundiyên Nîçê lêborîna xwe dixwazim..
İlginizi Çekebilir