Çîya Artos nivîsî: Hemze Begê Miksî (1)

"(...)Hemze Begê Miksî di 1892 de li bajarokê Miksê yê navçeya Westan a Wanê ji dayik bû. Wê demê Miks bajarokekê giridahîya Westanê bû. Ji re Hemzeyê Miksî dihat gotin. Wî li Miksê Medreseya Mîr Hesenê Velî û paşê dîsa Medreseya Horhor li Wanê berdevam kir."

Jiyan û xebatên Hemze Begê Miksî

Hemze Begê Miksî siyasetmedar, nîviskar, Wergêr, Rojnamevan, Weşanger û Mamoste bû di têkoşîna Kurdistanê de xebatkarekî dijwar bû. Ger em kesayetên ku mohra xwe li dîroka Kurdistanê xistine nas nekin, em nikarin dîroka xwe biparêzin.

Hemze Begê Miksî di 1892 de li bajarokê Miksê yê navçeya Westan a Wanê ji dayik bû. Wê demê Miks bajarokekê giridahîya Westanê bû. Ji re Hemzeyê Miksî dihat gotin. Wî li Miksê Medreseya Mîr Hesenê Velî û paşê dîsa Medreseya Horhor li Wanê berdevam kir.

Werin em li ser Medreseyên Kurdî bi kurtî vebêjin:

Medreseya kurdî ew sazî ye ku ders lê tê dayîn. Ew sazî ye ku bi sed salan e li Kurdistanê zarokên Kurdan û gelek jî yên biyanî tê de dixwendin. Ji bo Çand û zimanê Kurdî pir girîng bûn. Medrese li ba kurdan pir zêde bi rûmet e. Lewra medrese ji saziya xwendinê zêdetir, ji bo kurdan devera dadgehtî û çareserkirina gelşên wan jî bûye û hemû heyînên kurdewarî pê hatine parastin. Ev medreseyên ku di asta zanîngehê de perwerdehiyê didin û beşên wan ên razanê hebûn. Di dersên cuda yên wekî Rêziman, Hevoksazî, Akide, Mantiq, Wêje, Astronomî, Fiqh, Tefsîr, û Hadîs de ders hatin dayîn û perwerdehî bi Kurdî bû.

Medreseya kurdî, ji bo kurdan hem dibiastan, hem xwendegeh û hem jî zanîngeh bûye; ji her kesî re vekirî bûye û berambertiya tê de rê nedaye ku niheqî û zordestî di nava xelkê de bête domandin. Li mixabin hatin qedexekirin.

Medresa Horhor li ser Kela Wanê ya dîrokî ji Ûrartûyan e. Seîdê Kurdî di navbera salên 1897-1907 paşê 5 sal şûnda 1912-1914an de ev der wek medrese bi kar aniye û xwendekar perwerde kiriye. Wê dema Hemze Begê Miksî Medresa Horhor da xwedekar bû. Wê medreseyê da zimanê xwendinê Kurdî bû.

Hemze Beg, Piştî xwendana xwe ya Wanê, ji Zanîngeha Dar'ül Fünun-Stenbolê (Naha dibêjin Zanîngeha Stembolê) Ziman û Wêjeya Farisî û Medreset'ül Vaiz mezûn bû. Wî di tevahiya jiyana xwe de xebatên perwerdehî û hînkirinê domand. Wî di sala 1918 -an de li dibistana seretayî li Üsküdar, Stenbolê dest bi mamostetiyê kir. Dema ku Hemze Begê Miksî li Zanîngeha Stenbolê beşa Farisî dixwend, bi rewşenbîrên Kurd ên girîng mîna Memdûh Selîm Begê Wanê, Xelîl Xeyalî û Bedirxiyan re hevdîtin pêk anî. Lêbelê, Seîdê Kurdî ew nav e ku herî zêde dê bandorê li Hemze Begê Miksî dike.

Yekemîn ronakbîrîya Kurd bi Komeleyên Kurd ên ku di salên 1900î de ji alîyê rûspî û rewşenbîrên Kurd ên li Stenbolê hatine damezrandin, bi referansên ji kevneşopî, perwerdehî û berxwedaniya dîrokî dest pê dike. Di vê heyamê de kovar û weşanên cihêreng û tevgerên serxwebûnê yên neteweperest hatin afirandin û damezrandin, û kovar û rojname hatin weşandin. Ev destpêk di bingeh de di huner, /wêje û kevneşopiya neteweyî ya kurd de girîng e.

Kovarên Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Jîn di vê serdemê de dest bi weşanê kirin. Jîn yek ji wan a herî girîng e. Kovara ku di 7ê.Mijdara.1918 de dest bi weşanê kir, di 25 hejmaran de hate weşandin. Ew organa nîv-fermî ya Komela Pêşketina Kurdistanê (Civata Tealî ya Kurd) bi rêveberiya Xelîl Xeyali, Memduh Selim Begê Wanê û Hemze Begê Miksî bû.

Komela Pêşketina Kurdistanê (Kürdistan Teali Cemiyeti); ji destpêka avakirina xwe ve (sala 1918) li ser vî bingehî karê xwe dimeşand û kesên Komele damezirandîn ev bûn: Xelîl Xeyalî, Hemze Begê Miksî, Seîdê Norsî an jî Kurdî. Seyyîd Abdulkadîr, Hüseyin Şûkrü, Dr. Mehmed Sekban, Muhhittin Namî Beg, Babazade Hikmet Beg, Kamûran Alî Bedirxan, Necmettîn Hüseyîn, Raşîd Axa,Mehmed Şerîf Arvasî .

Komeleyê bandora xwe li kovara “Jîn” jî kiribû. Lewra nivîsar û helbestên di kovarê de derketîn bi awayekî eşkere û berbiçav vê didin diyarkirin.

Hemze Begê Miksî bû endamê gelek rêxistinên kurdan ên wê demê li Stenbolê hatine damezrandin. Di heman demê de ew di nav Civata Tealî ya Kurdistanê de jî çalak dixebite. Ew her weha di nav damezrênerên Civaka Xwendekar-Hêvî ya Kurd de ye, ku di 9ê Tebaxa 1912-an de hate damezrandin. Piştî destpêkirina Şerê Cîhanî yê Yekem, rêvebir û gelek endamên komela "Hêvî" ji aliyê hukumeta Îttîhat û Terakkî ve hatin binçavkirin û ew şandin eniya şer. Bi vî rengî, meşaleya ku ji hêla "Hêvi" ve hatî vemirandin û heya sala 1918 -an wusa ma.

Kovara Rojî Kurd bi piştgirîya xeleka Hêvî, (Endamin Hêvîyê berê) di 6ê Xezîrana 1913 -an de, bi rêberiya Hemze Begê Miksî dest bi weşana xwe kir. Lêbelê, kovarê zû berteka rêveberiya Stenbolê kişand û jiyana weşanê di 30ê Tebaxa 1913 de hate berdewam kirin. Hemze Begê Miksî li şûna vê kovarê di 5ê Çiriya Pêşîn 1913an de Hetawî Kurd diweşîne. Kovar di ragihandina xebata civakê de ji raya giştî re weşanek bi bandor bû. Lêbelê, ev kovar zêde nejiya û di sala 1914 -an de ji ber zexta siyasî hate girtin. Xebatkarê kovara “Jîn” û “Civaka Tealî ya Kurdistanê Xelîl Xeyalî ji Mutkîya Betlîsê bû. (1864-1946 da jiyaye) Seîd-î Kurdî jê re digot 'Rûmeta me ya Neteweyî'. Xelîl Xeyalî, ku di kovara Jîn de gotar dinivîsand, di nav rêxistinên Kurdan ên salên 1900-1920 de bû. Wî alîkariya xwendekarên kurd ên dixwendin kir û wan komeleyên vekirin. Nivîskarên kovara Jîn bi kurtî ev in: Dr. Fuad Berxo. Hemze Begê Miksî, Seîdê Kurdî, Evdirehîm Rehmî, Yûsif Zîya, Memdûh Selîm Begê Wanê.bûn.

Hemze Begê Miksî damezrîner û rêvebirê berpirsiyar ê Kovara “Jîn” bû. Wekî ku min berê nivîsand, Kovara “jîn” di sala 1918 an de li Stenbolê dest bi weşanê kir. Wisa ti zanîn ku organa nîv-resmî ya komela Pêşketina Kurdistanê bûye. Hejmara pêşin di 7ê meha 11 an ya 1918 an de derketîye. Hejmara wê ya paşîn, ya 25 an 2ê Cotmehê 1919 an de derketîye. Bi gotinek din, her çend jiyana weşana wê salek dom kir, lê bandorek mezin hêla.

Hemze Begê Miksî ji bo kovara Jîn gotar bi kurdî nivîsand. Cudahiya Kowara “Jîn” ew e ku ew yekem weşana kurdî ye ku di jiyana çanda kurdî de bingeh girtiye. Kovara “Jîn” kovarek bû ku bang li hemû Kurdên di nav sînorên Împeratoriya Osmanî de dikir.

Taybetmendiyeke wê ya neteweyî heye û mohra xwe li jiyana çandî ya kurd xistîye. Di vê kovarê de yekem şanoname (Theater), berhevok û lêkolînên folklorî yên kurdî hatin weşandin. Kovar bi zextên dijwar ên hikûmetên serdemê re rû bi rû ma û hin hejmarên wê hatin sansurkirin. Bi rastî, ew yekemîn kovar e ku di çapemeniya kurdî de hatiye sansurkirin. Kovara Jîn bi Kurdî û Tirkî derketîye. Wekî din di kowarê de du zerevayên Kurdî, Kurmancî û Soranî tev hatiye bikaranîn. Hinek nîvis û Helbest bi zimanê Farisî û Erebî jî hatiye bikaranîn.

Hemze Begê Miksî yek ji şagirtên pêşîn ên Seid-ê Kurdî bû û yê yekem bû ku şîroveyên Seîdê Kurdî weşand. Said-i Kurdi di ciwaniya xwe de Hemzeyê Miksî perwerde kir. Ew li Medresa Horhorê li Wanê Seîdê Kurdî ders girt. Têkiliyên wî li Stenbolê domandin û wî berhemên Seîdê Kurdî tepeser kir. Piştî ku derbasî Sûriyê bûn, têkilî wan qut bûn. Ew li ser Seid-ê Kurdî dibêje: “Mamoste bi kurdî dixwend û notên xwe bi kurdî digir.”

Hemze Begê Miksî ku ew jî weşanger e, Seîdê Kurdî 'İşarat'ül-azzaz' weşand û di pêşgotinê de bixwe jiyana Seîd ê Kurdî nivîsî. Seîdê Kurdî nivîskarek kesane ye ku di sala 1900 -1920 an de hem di medreseyan de û hem jî di komele û kovarên cihê de bi kurdî nivîsiye û xizmeta doza kurdî kiriye. Lê mixabin Seîdê Kurdî li hember qetilkirina gelê Kurd ya Koçgirî, Şex Seîd, Dersîm, Sason û Zilanê bêdeng ma û tu Kurdistanî beşdarî çalakiyê nebû. Dev ji welatparazîyê berda. Lê belê, pêwîst e ku ji bo xizmetên wî yên ji bo gelê kurd spasiya wî bikin.

Lê, wî dev ji tekoşîna kurdan berda û bi dewleta tirk re di nava aştiyê de dest bi jiyanê kir. Ka em wiya ji wijdana wî re bihêlin. Ji ber ku piştî miriyan gutegut ne baş e. Lêbelê, piştî mirina wî, wî para xwe ji dewletê girt ji ber ku ew Kurd bû. Niha hê jî cihê gorê wî ne diyar e.

(beşa 1)

TÜM HABERLER